“Polîs dikare weşanê bike lê Rûdaw nikare” -Video

Kesekî êrişî Rawîn Stêrk kir û wiha got:

“Rûdaw dê li vir weşanê neke. Polîs dikare weşanê bike lê Rûdaw nikare.

Tu nikarî li vir weşanê bikî. Polîs li vir erkê xwe bi cih tîne, weşanê dike lê tu nikarî.

Ev polîsên li vir jî ji we kêmtir tawanbar û sûcdar in. Ji ber wê hûn nikarin li vir daxuyaniyê bidin.

Destê xwe ji berîka xwe derxe.”

Ev êrişa li Rawîn Stêrk di serî de ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ve û gelek aliyên ve bû cihê bertekê.

“Ew kes dê were hişyarkirin”

Tuncer Bakirhan bi xwe pêwendî bi nûçegihanê Rûdawê re danî û got ew dê wî kesî hişyar bikin.

Bakirhan wiha got:

“Wî kesî tiştekî ku em hîç teswîb nakin nîşan daye. Bê guman ev yek nayê qebûlkirin.

Ew kes dê were hişyarkirin.”

“Ev êrişên sîstematîk berdewam dikin”

 Li aliyê din Cemiyeta Rojnamegerên Kurdistanê jî daxuyanî da û êriş şermezar kir.

Cemiyeta Rojnamegerên Kurdistanê amaje bi wê yekê kir êrişên bi vî rengî  bi awayekî sîstematîk berdewam dikin lê divê ew werin bidawîkirin.

Cemiyeta Rojnamegerên Kurdistanê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Em li ser navê Cemiyeta Rojnamevanên Kurdistanê vê bûyerê şermezar dikin.

Êriş û astengiya li ser Rûdawê pêk hatîye êrîşa cara yekem nîne û eger bi vê hişmendiyê berdewam bikin wê ya dawiyê jî nebe.

Çend sal berê jî li ser van babetan me rexne û şermezarkirinên xwe ji berpirsên wan re rû bi rû anîbû ziman.

Lê em dibînin ku ev êrişên sîstematîk berdewam dikin.

Di dîmenan da eşkere diyar dibe ku ew kesên ku ji kamerayên hêzên ewlehiyê aciz nabin ji ragihandina Kurdî aciz dibin.

Ji hêzên ewlehiyên re dibêjin ‘Ew polîs in û karên xwe dikin’ lê ji bîr dikin ku rojnameger jî karên xwe dikin.

Dibe ku wîn polîtîkaya Rûdawê pesend nekin lê kesek nikare êrişî ragihandina Kurdî bike.

Em êrişa ku hatiye meydanê şermezar dikin û bangî berpirsan dikin da ku bila ev bûyer a dawiyê be.

Eger ev êriş bi awayekî zanebûnî bên meşandin, wê demê CRK jî dê li hemberî wan bertek nîşan bide!”

Çi bûbû?

Girtiyê Kurd ê nexweş Abdulkadir Kudayê ku tevî nexweşiyên xwe nedihat berdan li Girtîgeha Metrîsê ya Stenbolê koça dawî kir.

Birayê Abdulkadir Kuday ê bi navê Salîh Kuday xebera ne xweş a mirina birayê xwe ji Rûdawê re jî ragihand.

Salîh Kuday dabû zanîn ku ew dê cenazeyê birayê xwe ji Stenbolê bibe navçeya Qoserê ya Mêrdînê.

Nûçegihanê Rûdawê yê Stenbolê Rawîn Stêrk duh dema li Saziya Tipa Dadê ya Stenbolê nûçeya cenazeyê Abdulkadir Kuday dişopand rastî êrişê hat.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan derbarê êrişa ku li Nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk hatiye kirin got, “Tiştekî ku em hîç teswîb nakin hatiye kirin. Em qebûl nakin û em dê hişyariyê bidin wî kesî.”

Nûçegihanê Rûdawê yê Stenbolê Rawîn Stêrk duh dema li Saziya Tipa Dadê ya Stenbolê nûçeya cenazeyê girtiyê Kurd ê nexweş Abdulkadir Kuday  dişopand rastî êrişa endamekî DBPyê hat.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *