Mesrûr Barzanî: Zêdetirê 4.500 lîsans (ruxset) dane farbrîkayên nûh

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de ragihand ku ji 4.500an zêdetir ruxsata vekirina fabrikan dane karsazan. Barzanî weha got:

“Heya niha îzna vekirina an ku avakirina 4.500 heb fabrikan hatiye dayîn. Di van rojan de merasima vekirina çend heban têkirin. Fabrîka li Erbîlê şiringa ya SMC yek ji wan bû.”

Serokwezîr Barzanî îro an ku di 2yê Cotmeha 2024an de fabrîka ji bo hilberîna şiringeyan ya SMCyê vekir. Barzanî piştî merasima vekirinê daxwyanî dabû û dilxweşiya xwe ragihandibû. Barzanî weha gotibû:

“Hukumeta Herêma Kurdistanê dixebite da îtxalata alavan ya ji derveyê Kurdistanê kêm bike. Piraniya van alavan ji bo pêşdebirina sanayiya Kurdistanê ji bo pêşdebirina sektora tenduristiyê, ji bo afirandina derfetên kar û di encamê de ji bo başkirina jiyana xelkê Kurdistanê û bilindkirina refaha xelkêye. Herkesê bixwaze di seha sanayiyê de veberhênanê bike, em amade ne ji wan re alîkariyê bikin.”

PK

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *