Saziyên sivîl: Divê kurd xwe di destûra nû de bibînin

 

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got ku ewê di pêvajoya çêkirina Destûra nû de bi hemû aliyan re hevdîtinan bikin, saziyên sivîl ên Diyarbekirê jî dibêjin gotina serokomar girîng e û divê destûra nû de kurd jî xwe bibînin û maf û azadiyên bingehîn jî werin parastin.

Di rêrisma vekirina serdema nû ya Parlementoya Tirkiyeyê de Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe de amaje kir ku destûra niha wek libasek teng lê hatiye û dema wê bi dawî bûye, serokomar da zanîn ku ewê bi wergirtina nêrîna hemû aliyan destûrek sivîl bidin çêkirin. Saziyên sivîl jî amaje dikin ku divê bê qedexe û bê sînordarkirin li ser hemû mijaran nîqaş werin kirin û xelet e ku beriya xebatên çêkirina destûrek nû behsa qedexeyan were kirin û bo nîqaşa hinek xalan sînor were danîn.

Serokê Jura Pîşesazî û Bazırganıya Dıyarbekır Mehmet Kaya ji K24ê re got: “Destûra niha de çend xal hene ku bo aştiya navxwe ya Tirkiyeyê asteng in, di destûra niha de kurd xwe nabînin, divê kurd di destûra nû de xwe bibînin, nêrîna serokomar girîng e, helbet nêrîna me were pirsîn emê jî pêşniyarên xwe pêşkêş bikin, nîqaşkirina şêwaza rêvebirina dewletê cuda ye, nîqaşkirina maf û azadiyên kurdan cuda ye,  divê destûrek azadîparêz, mafparêz were çêkirin.”

Saziyên sivîl ên Bakurê Kurdistanê derbarê çêkirina destûra nû de balê dikêşin ku eger destûr nekaribe pirsgirêka herî mezin çareser bike wê demê nikare bibe destûrek nû ku divê berî her tiştî pirsa kurd çareser bike.

Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren dibêje: “Gotinên serokomar girîng in. Makezagona ku nekaribe pirsa kurd çareser bike nikare bibe makezagonek nû. Divê mafên kurdan werin nasîn. Divê makezagona nû  hemû aliyên civakê li xwe bigire.”

Destûra niha ji ber ku ji aliyê leşkeran ve hatiye çêkirin destûra leşkeri jê re tê gotin, ji ber wê beşdariya saziyên sivîl di destûra nû de gelek girîng tê dîtin û dê çiqasî bikaribin beşdarî çêkirina destûra nû bibin dê pêşerojê de diyar bibe.

K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *