Efrîn di bin dagîrkeriyê de (302)

Çend alavên ragîhandinî yên Xelîcî/Kendavî li 20 î Rezbera/Êlûna îsal nûçak anîn zimên, ku “Navenda Melêk/Qeral Selman a Fîxanî û Karên Mirovahiyê” ya “Erebistana Si’ûdiyê”, bi riya hevgîhandineke dîtyarî, ligel “dezgeheke civakî ye sivîl”, li ser pirogrameke cîbicîker îmeze kir, ji bo peydakirina “/300/yekîneyên nişteyî yên demkî ji ziyandîtiyên erdhejê re, yên li Çadirgehên “El’bereke, Mislim û Aye” li Herêma Cindirêsê – Parêzgeha Heleb a Sûrî, û /300/malbat -yanê /1330/ kes- jê sûdê werdigirin”.

Û Rêxistina “Afad” (Desteya Xişimûbêtar û awerteyan a Turkiyê), bi piştgiriya diravî ji “Navendê” ve, li Havîna sala 2023an. Z, Gundê “El’xozame” li nêzîk Gundê “Xezîwê” – Şêrewa/Efrîn (ê ku ji /1500/yekîneyên niştekirinê/Kerevan û tevî toreya elektirîkê û ava vexwarinê, dibistan, mizgeft, dermankiringeh, binsaziyên civakî, rê û ronîkirina kolanan pêk tê) cîbicî kir.

Ton pirojeyên weha xizmet pilanên Turkiyê di avakirina gundên niştecîkirinê de dikin, ji bo guhertina endeza demografî ji herêmê re, û tev jî di bin nixuma pirojeyin bi navine mirovahî yan olî de, û bi riya bi sedan ji rêxistin û toreyên olî!

Ev jî hin bûyîn li ser rewşên serwerkirî ne:

= Kuştina xortekî ji Gundê “Astêr”:

Di siya geregoşiya hilgirtin, bikaranîn û bazirganiya çekan de, li Êvara Sêşemê 25.09.2024an. Z, û li dema hebûna wî li pêş nivîsgeha xalê xwe ya bazirganiya makînan/otombîlan li Kolana “Vêlat” – Bajarê Efrînê, Xort “Mistefa Nûrî El’nasêr /24/sal” ji Malbata “Erne”/Êla Umêrat – Gundê “Astêr”/Bakur Rojavayê bajêr rastî qurşînekê hat, û di cî de mir, ew qurşîn jî ji aliyê kesekî ji Gundewarê Heleb ê Rojava ve hate avêtin, ji pêş dîkana bazirganiya çekan a li nik nivîsgehê.

Were bîranîn jî ku malbata xort “Mistefa” (yê vêguneh hatiye kuştin) li Turkiyê dijî, û ew ji berî çend heyvan zorane hatibû derkirin/barkirin.

= Girtinine bêsûcane:

– Li 25.08.2024an. Z, Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” Hemwelatî “Qehreman Mistefa Hesen /50/sal” ji xelkê Gundê “Miskê”, bi tewanbariya têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser(RX) a berê re girt, piştî vegera wî ji Heleb/ciyê penaberiyê bi heftakê, û lêvegera wî ji biryargeha wan milîseyan re li Bajarê Cindirêsê, ji bo dûzankirin û duristkirina rewşa xwe; Û paşê jî bo Hepsa “Maratê” ya navendî li Bajarê Efrînê hate rêkirin, û li 23.09.2024an. Z dadgehê ew berda, piştî ferzkirina baceyeke diravî li ser.

Û berê jî li destpêka vê heyvê, Istîxbaratên Turkiyê û “Asayêşa Leşkerî” ji heman gundî ev hemwelatî “Mihemed Henan Sîdo /37/sal” û “Hisên Ehmed Ebdela /37/sal, Elî Mihemed Mengawî /36/sal” – ji pêkhateya Ereb girtin, bi tuhmeta têkildariyê bi (RX) a berê re, û ta niha bêsûcane bendkirî ne, bi ser ku ew berê jî bêtirî carekê hatibûn girtin.

– Li 23.09.2024an. Z,  Milîseyên “Asayêşa Reco” Hemwelatî “Mihemed Heyder Ibrahîm /70/sal” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna” girt, bi behaneya ku wî di parêziyeke şevayî de, li dema (RX) a berê du katan pişikdarî kiriye, ya ku şeş sal û nîv di ser dawîkirina wê re derbas bûne; Û piştî du rojan ew berda, piştî ferzkirina dadgehê baceya /500/Dolar Emrîkî li ser, bi mercê ku di rûniştineke din e dadgehê de, bi ferzkirina /300/Dolar din bê tewawkirin.

= Malbata Pakrewanê Ciwan “Ehmed Xalêd Me’imo”:

Piştî çend heyvan ji tewana kuştina ciwanê Kurd ê negîhayî “Ehmed Xalêd Me’imo/Malbata Medê/16/sal”, li 13.03.2024an. Z, li Bajarê Cindirêsê, ji aliyê Kujer”Yamên Ehmed Ibrahîm” ve, yê ji Navça Sincarê – Parêzgeha Idlibê û nêzîk ji Milîseyên “Nûr El’dîn Zenkî” ve, malbata pakrewanê ciwan neçar bû bireve û zorane koçberî Ewropa bibe, di bin zext û fişara gefguran de, û ji tirsa li ser jiyana xwe re.

= Hilweşandina du malan li Gundê “Qîbarê”:

Milîseyên “Feyleq El’rehman” ên ku “Ebid El’nasêr Şimêr” (ê ji Xota Rojhilat – Gundewarê Şamê) serkêşiya wan dike, di navboriya rojên borî de, du mal li Gundê “Qîbarê”/ Bakur Rojhilatê Bajarê Efrînê -yê ku piraniya nişteciyên wê Kurdên Êzdî ne- hilweşandin, û ta niha bermayan diguhêse, bê xuyakirina sedeman, û bê ku yek red bike yan jî bipirse.

Were zanîn ku herdu mal ji sala 2018an. Z ve desteserkirî ne, û ew yên du Malbatên Êzdî ne (malbata Pakrewan “Umer Memo Şemo – temen bêtirî/66/salan” yê ku li 10.05.2018an. Z termê wî di malê de bi qurşînê kuştî hatiye dîtin, ji aliyê milîseyên ku wê wextê gund basmîş kirine ve, û malbata Hemwelatî “Sebrî Hemo Nasêr“), û herdu malbat li piştî dagîrkirina herêmê sala 2018an. Z zorane koçberî Ewropa bûn.

Bi bîr were jî ku Milîseyên “Firqit El’mu’itesêm” û “Feyleq El’rehman” bi hev re deserkirina gund parve dikin, û dest dîdinin ser /110/ malan ji reseniya/300/mal (tevahiya gund), û weha jî li ser zeviyine zeytûna, erdine çandiniyê, stasyoneke sûtemeniyê û guvêşgeheke zeytûna û hin tiştên din; Û îsal “Firqit El’mu’itesêm” hemî rêdankên/wekaletên ku yên li gund mane pê malmewdanên merivên xwe yên ne li wir bi rêve dibirin baykot kirin, û dest danîn ser wan malmewdanan, da ku her hiktarekê ji erdên çandiniyê bi /500/Dolar Emrîkî bi kirê bidin, û werza zeviyên darên biber jî bi demane bidin kesên ku dixwazin, bê ku guh bidin lêçûn û xizmetguzariyên çandiniyê yên berê.

= “Feyleq El’şam” malmewdanên Malbata “Me’imo” zep dike:

Me di rapora xwe nimre /286/ dîrok 04.05.2024an. Z de, li ser destdanîna Milîseyên “Feyleq El’şam” yên Ixwanî û serkêşên wan li ser malmewdanine Malbata “Me’imo” – Başûrê Bajarê Cindirêsê bi hûrgilî nivîsandibû, û bi ser hemî hewildanên zaroyên malbatê ji bo vegerandina malmewdanên xwe bi riya dadgehên Dagîrkeriya Turkiyê û navbênciyan, ew tê de bi ser neketin, û hîna serkêṣên “Feyleqê” di pirojeyên xwe de destdirêjiyan dikin, û wan dîwarek yekser li dor /3/donim erd li Rojhilatê Girê Cindirêsê yê kevneşopî avakirin, û jêdereke xwecihî mêldar dike ku armanc ji wê, kolandin û lêgerîna li kevneşop  û kinzên binerd û dizîna wan e.

= Vêrgiyên “El’sultan Mihemed El’fatêh”:

Ji berî hatina werza/mûsima zeytûna, Milîseyên “Tîpa/Firqit El’sultan Mihemed El’fatêh” (ên ku “Doxan Silêman – ê Turkman” serkêşiya wan dike), xelkê Gundên “Hebo, Sariya, Şeytana” – Navça Mabeta, bi riya berpirsiyarê xwe “Ebo Bîlal” agahdar kirin, ku  rêdankên/wekaletên ku xelkên wan gundan ên li wir pê malmewdanên merivên xwe yên ne li wir bi rêve dibirin hatin baykotkirin, û destdanîna xwe jî ji wan malmewdanan re ragîhand, û ewê werzê jî bifroşin kesên dixwazin, bê ku tu guhdanê bidin lêçûn û xizmetguzariyên zeviyên zeytûna yên du salane.

Û herweha jî çadirin ji bo payandina zeviyên zeytûna ji dizînan venan – li gor gotina wan, da ku rê li ber ferzkirina vêrgiyine din li ser malmewdanên xelkên wan gundan ên li wir vekin, di heman dema ku hemî diz ji endamên wan û anîndeyên ji wan ve nêzîk in.

Û weha jî ji bo werza îsal, xelkên Gundên “Birîmce, Hecqasma, Misteşûra” – Navça Mabeta û “Tirmûşa” – Navça Şiyê bi ferzkirina /3/Dolar Emrîkî li ser her dareke zeytûna (mezin an biçûk, girtî yan negirtî) ji malmewdanên hemwelatiyên li derve agahdar kirin.

= Ferekirina Gundê “Besme” yê niştecîkirinê:

Li 17.09.2024an. Z, Komela “Destên Sipî” berdewambûna avakirina yekîneyên nişteyî yên nû li Gundê “Besme” yê niştecîkirinê li Başûrê Gundê “Şadêrê” – Şêrewa ragîhand.

Û berê jî “Komelê” li 09.09.2023an. Z belav kiribû, ku wê avakirina /30 yekîneyên nişteyî=360 perçemal/ ji destpêka avakirina Gundê “Besme” ve bi dawî kiriye; Û li 10.03.2024an. Z jî, wê vekirina /80/perçemalî/şiqeyî li heman pirojeyê, û bi pereyên “Komela Jiyankirina Birûmet/El’eyş Bîkeramê – Felestîn /48/” (ya ku hesabekî xwe li ba Banka “Hapo’alîm” a Isra’îlî ji bo komkirina alîkariyan vekiriye) ragîhand.

= Şewatên daristanan:

Li Roja Pêncşemê 26.09.2024an. Z, agirin bi daristaneke îhracê li nêzîk Gundê “Kela” – Navça Şiyê hatin xistin, û “Berevaniya Sivîl a Sûrî” tekez kir, ku tîpên wê şewat dorpêç kir û ji derdorê cuda kir, ji ber çetiniya gîhîştina aletên vemirandinê ji cihê wê re, bi sedema asêbûna herêmê, û rûbera wê jî dora/5/hiktaran e; Û ji wêneyên belavkirî kokên darên mezin ên berê qutkirî û bermayên hişk xuya dibin.

= Tundrewiya olî:

Ji sala 2018an. Z ve, danesereke/hemleyeke fere û berdewam ji bo belavkirina raman û kiryarên olî yên Islamî û tundûtûj re li herêmê heye, û li gor pilaneke pîvayî, bi serpereştî, şîret û piştgiriya dezgehên (Sekna Diyanet a Turkî, Serokatiya Warên Olî ya Turkî) û bi pereyên hevbeş bi rêxistinên “Rêxistina Birayên Misilman/Ixwan El’muslimîn a Cîhanî” re; Û bi ser zêdekirina dersên olî di dibistanan de, û vekirina dibistanên olî yên pispor (Îmam Xetîb, El’sefa, Gupikên Bihiştê/Bera’êm El’cene…), kadroyên olî (mamoste, îmamên mizgeftan, gotarbêj/xutabî…) bi gelek çalakî û korsan di mizgeft, dibistan û gulîstanxaneyên zarokan û hin din de radibin, û herweha jî tevgera avakirina mizgeftan di her gundekî, komelgeheke nişteyî û taxekê de berdewam dike, jê:

 Li 17.08.2024an. Z, vekirina Mizgefta “Ebo Bekir El’sidîq” li ser Riya Cindirêsê – Başûr Rojavayê Bajarê Efrînê.

 Li 30.08.2024an. Z, vekirina Mizgefta “El’hac Ehmed Ebo Silo” li Gundê “Baliya” – Navça Bilbilê.

 Li 12.09.2024an. Z, “Komela Destên Sipî” destpêkirina karên avakirina Mizgefta ” El’nûr” li Gundê “El’mezre’e” – Gundewarê Efrînê ragîhand, di çarçewa Pirojeya “Nûr El’hûde ya Avakirina Mizgeftan” de.

 Li 24.09. 2024an. Z, vekirina Mizgefta “El’hace Fatîme El’edhemî” li Gundê “Elîbegê” – N. Bilbilê.

Û ew jî bi beşdariya Hevrêzkarê Turkî “Yûsêf Keser” (ê ku bi “Hevrêzkarê Giştî yê Herêma Şaxa Zeytûnê” tê navdan), Rêvebirê “Sekna/Ewqafa Efrînê”, û Nûnerên “Encûmena Islamî ya Sûrî – Istanbûl, Artêşa Turkiyê, milîseyan, Hikometa Sûrî ya Demkî” û hinên din.

Eger rast “Erebistana Si’ûdiyê” ji rewşên mirovahî yên penaberên Sûrî yên hundirîn re li çareseriyan digere, ji dêvla avakirina niştecîgehên ku dikevin xizmet siyaseta Turkiyê a dijberî Kurdan û herêmên wan, û metirsîdar li ser pêşeroja Sûriyê, çêtire ew hewil bide ku wan penaberan vegerîne herêmên wan ên resen, û alîkariyê di avakirina civakên wan ên xwecihî de bike, di pêvajoya vegerandina têkeliyên xwe bi Şamê re.

28.09.2024. Z – 2636. K

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

 Endezyar “Ehmed kurê Elî El’bîz” alîgirê serpereştkarê giştî li ser “Navenda Qeral Selman a Fîxanê û Karên Mirovahiyê” a Erebistana Si’ûdiyê, û çawa li ser pirograma cîbicîkirina gundekî niştecîkirinê li Cindirêsê îmze dike.

 Gundê “El’xozame” yê niştecîkirinê.

 Ciwanê vêguneh hatiye kuştin “Mistefa Nûrî El’nasêr”.

 “Ebid El’nasêr Şimêr” – serkêşê Milîseyên “Feyleq El’rehman”.

 Avakirina dîwarekî li dora erdekî Malbata “Me’imo”, li Rojhilayê Girê Cindirêsê yê kevneşopî, ji aliyê Milîseyên “Feyleq El’şam” ve.

 “Doxan Silêman” – serkêşê Milîseyên “Tîpa/Firqit El’sultan Mihemed El’fatêh”.

 Ferekirina Gundê “Besme” yê niştecîkirinê.

 Şewatek li Daristana Gundê “Kela” – N. Şiyê.

 Vekirina Mizgefta “Ebo Bekir El’sidîq” li ser Riya Cindirêsê – Başûr Rojavayê Bajarê Efrînê.

– Vekirina Mizgefta “El’hac Ehmed Ebo Silo” li Gundê “Baliya” – N. Bilbilê.

 Karên Avakirina Mizgefta “El’nûr”, ji aliyê Komela “Destên Sipî” ve, li Gundê “El’mezre’e” – Gundewarê Efrînê.

 Vekirina Mizgefta “El’hace Fatîme El’edhemî” li Gundê “Elîbegê” – N. Bilbilê.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *