32 sal Ji derçûna Kovara PIRSê

Berî 32 salî mîna vê rojê, roja 27.09.1992-an, li ber ronahiya biryara serkirdayetiya 3 partiyên Kurdî li Sûriyê, bi armanca yekirina Kovarên(Gelawêj, Stêr, Rê), li Qamişlo civînek di navbera nûnerên hersê Kovaran de lidar ket û biryara rawestandina kovarên kevin hate sitandin û li şûna wan, kovareke Kurdî demsalî serbixwe bi navê PIRS hate wergirtin.
Beşdarên civînê ev bûn:
1. Berzo (Berzo Mehmûd)
2. Tengezar(Tengezarê Marînî)
3. Royar(Merwan Osman)
4. B.Dara(Newafê Bişar)
5. B.Goran(Ebdussemed Mûsa)
6. B.Şehîn(Azad Elî)
Hêjayî gotinê ye ku ta sala 2016-an, 54 hejmar ji PIRSê çap û belav bûne, û gorbihuşt birêz Rezoyê Osê, ta roja dawî yê temenê xwe, berpirs û serokê desteya wê maye.
Ji sala 1992-an ta 2016-an, gelek nivîskarên hêja ji Cizîrê, Efrînê, Kobanê û Şamê di desteya wê de bûne endam û ji bo pêşxistina wê xebateke bêwestan kirine.
Lê, mixabin, ji ber sedemên şer ku eve derdora 12 salan e li welatê me berdewam e, ji sala 2016-an ve, Kovara rawestiya ye, lê tu biryar ji bal desteya wê ve bi rawestana fermî tune ye.
Di vê bîranînê de, ez hêviya vejîna Kovara PIRSê dikim, da ku careke din li ser lingan raweste, zanîn, wêje, helbest û pexşanê ji hezkirên ziman û wêjeya Kurdî re belav bike.
Herweha, em jibîr nekin, silav rêzê ji hemû nivîskarên wê, endamên desteya wê ku pir cefa kişandine pêşkêş bikin. ji miriyan re dilovanî dixwazin û ji saxan re jî tenebekî dirêj.!
Li jêr:
Du belgeyên dîrokî yên damezrandina Kovarê PIRSê ji we re diweşînim:
 
 
 
Azad Elî

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *