Mesrûr Barzanî: Paşeroja pêkhateya Kurdistanê girêdayî vê hilbijartinê ye

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Brazanî, di çarçoveya bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de, ligel hejmarek karsaz, bazirgan, veberhêner û endamên jûra bazirganî ya Hewlêrê re civînek li dar xist.

Mesrûr Barzanî di civînê de got: “Îro em kom bûne ji bo ku behsa mijareke pir girîng bikin, ku hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê ye û bêguman dê bandora wê li ser jiyana me hemûyan hebe, rast e ku dibêjin her hilbijartin çarenivîssaze, lê ev hilbijartin bi taybet çarenivîsê ava dike, ji ber ku paşeroja pêkhateya Kurdistanê pê ve girêdayî ye.”

Her biryar li ser Herêma Kurdistanê tê dayîn

Barzanî diyar kir, “Her biryarek ku bê dayîn, em biryarê li ser Herêma Kurdistanê didin. Hûn biryarê li ser çarenivîsa xwe didin, biryarê li ser paşeraja xwe didin, li zarokên xwe, li ser kar û kasibiya xwe didin. Ji ber wê gelek girînge ku biryara hemû aliyan di berjewendiya we bi xwe de û hemû xelkê Kurdistanê de be. Ji bo ku em bizanim ku çawa biryar didin.”

‘Hinekan xwest rûmeta Pêşmerge têk bibin û xaka Kurdistanê radest bikin’

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ev hilbijartin me dixe ser du rêyan, hem hindekî temaşeyî raboriya xwe bikin diyar e, hindek kesan hewla wê daye ku pêkhateya Herêma Kurdistanê bê lewaz kirin, mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê lewaz û bên binpêkirin û mafên xelkê Kurdistanê ji desthilatdariya Federalî ya li Bexdayê re bê radestkirin, mûçe û budce bê seknandin, dabeşî û cudakarî li Kurdistanê ava bike. Amade bûn ku rûmeta Pêşmerge têk bibin û xaka Herêma Kurdistanê radest bikin, eme ew eniye ger em naha jî temaşeyî diruşmên wan bikin ew pir eşkere îfadeyek pir rast a kiryarên wan e “Em ê rawestînin”, “Em ê têra xwe tevlîhev bikin”, em ê nehêlin, “Em ê rawestînin” Ev cure slogan hemû dirûşmên wêranî, tarîtî û rawestan in, ji bilî Partiya Demokrat a Kurdistanê, min nedîtiye ku ti kes behsa paşerojê û hêviyan bike yan behsa bihevre jiyan û serkeftinê bike yan jî behsa başkirina rewşa gelê Kurd bike.”

Di dawiya civînê de Mersrûr Barzanî wiha pê de çû:

“Ev hilbijartin bo wê ye ku hûn biyar bidin, nebêjin heqê me nîne, ez berê jî li gel komek biraderên din jî runiştime û min heman axaftin kiriye, bê helwestman jî helwesteke, hûn ku dibêjin mafê me nîne bila xelkekî hizbî biçe deng bide, bila ewê ku sûdmende biçe deng bide, bawer bikin eve ti pirsgirêkan çareser nake, ji ber ku eger hûn deng nedin, dê xelkekî din li şûna we deng bide, li ser kar û barên we biyarê bide. Niha eger hûn bi xwe neçin ser sindoqan, xelkekî din dê li cihê we biryarê li ser çarenivîs û paşeroja we bidin, gelo eve bi dilê we ye, yan jî ger na dive hûn helwesta we hebe, ne tenê hûn bi xwe, kesûkarê we, derdorên we, herkesekî we bikaribin bandora we li ser xwe hest bikin, herwaha nirînên xwe jî ji wan re bêjin, bijin em dixwazin li gel we hemû pêkve biçin ser sindoqan bo ku hûn bikaribin paşerojeke geştir û misogertir û kurdistaneke aramtir bo me ava bikin. Ez li vir de daxwaz ji we dikim û hêvîdarim hûn li gel min hemfikir bin û roja 20ê Cotmehê deng bidin lîsta 190 a Partiya Demokratîk a Kurdistanê bidin.”

PK

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *