Li Sûrê pêşangehek bi navê Antroposen hat vekirin -Video

 

Li Diyarbekirê pêşangehek bi navê Antroposen ji aliyê peykersaz Bestamî Egî ve hat vekirin, di pêşangehê de berhemên ji bermayîyan ango ji qirşuqalan hatîn çêkirin tên pêşandan. Peyama sereke ya pêşangehê ew e ku zirara ji aliyê mirovan ve bo xwezayê hatiye dayîn were pêşandan û bang tê kirin ku navbera mirovan û xwezayê de aştiyek were pêkanîn.

Li Sûra Diyarbekirê di avahiya dîrokî ya Weqfa Danasîn û Hevkariyê ya Çanda Diyarbekir de pêşangehek cawaz tê li darxistin. Navê pêşangehê Antropos e û ji berhemên ku ji qirşuqal û bermayîyan hatine çêkirin pêk tê. Di pêşangehê de rexne li helwesta mirovan a li dijî xwezayê tê kirin û bal tê kêşan ku gelek amûr û kelupelên jiyana rojane de tên bikaranîn piştî demekê wek qirşuqalekê lê tên û mirov jî berê xwe didin amûr û kelûpelên nu û ji bo vê yekê jî zirarê didin xwezayê.

Peykersaz Bestamî Egî ji K24ê re got: “Wateya Antroposê ew ku balê dikêşe serdema piştî şoreşa pîşesaziyê, ji mirovên vê serdemê re mirovên antroposê tê gotin. Dixwin, vedixwin, xerç dikin û diavêjin, ji homosapîensan ve rewş wisa ye, homosapîens ji xeynî xwe tiştek din nafikirin û naparêzin, tişta baş bandorê li hemû başiyan dike ya xirap bandorê li hemû xirabiyan dike.”

Pêşangeha ku dê heta 6ê cotmehê vekirî be û  ji 30 berheman pêk tê bala welatiyan  jî kêşand û rewşenbîrên hatîn serdanê  jî amaje kirin ku êdî cîhan ketiye rewşek wisa de ku divê mirov giringiya xwezayê bizanin û ji her alîyî ve divê xweza were parastin.

Mafnas Muharrem Berbey: “Zaroktiya min Sûrê derbas bu, bîrek me hebu, li dora bîrê bermahiyên me hebun li quncikê, ew hatin bîra min, hunermend baş kêşaye ser bermahiyan”

Pispora Ragihandinê Selen Dogan: “Li xwezayê her tişt ji bo mirovan e, ajal û dar û nebat û deşt û çiya tên jibîrkirin, dema tekoşîn bo xweza û ajalan tê dayîn jî ev yek bo komfora mirovan tê dayîn, bi ya min ev pêşangeh rexneyek bo vê helwestê ye”

Nivîskar Şehmus Dîken: “Têgihîştina; Xerç bike bi kar bîne û biavêje heye, li dijî wê têgihîştînê peyama vê pêşangehê ew e kû bi kar bîne neavêje careke din sudê jê werbigre”

Piştî Şoreşa Pîşesaziyê çanda xerçkirin û bikaranînê lez berfireh bu û bu sedem ku xweza ji mirovan bixeyîde, hunermend dibêje divê careke din xweza û mirov aştiyê pêk bînin.

K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *