Politika Ankarayê ya Qirkirinê li ser Zimanê Kurdî -6

Dadgeha Eskerîyê ya Fermandarîya Awarte ya Bajarên Sêrtê- Dîyarbekrê ya TC

Operasyon li ser endamên DDKOyê (Devrimci Doğu Kültür Ocakları- Komelên Kultûrî yên Rojhilatê yê Şoreşger) di rojên 16 û 17yên oktobira 1970yî da ji alîyê MÎTê û Emnîyeta Tirk ve pêk hatîye. Dadgeha Cezayê ya Sulhê ya 10.mîn a Ankarayê roja 18.10.1970yan biryara tewqîfkirina endamên DDKOyê dide û du roj paşê ji 11 kesên tewqîfkirî 6ê wan serbest berdidin û 5ê mayî davêjin zindanê. Dadgeh, paşê dosya wê dozê rêdike Dadgeha Eskerîyê ya Ankarayê, lê ew dozê qebûl nakin û paşve dişînin. Lê paşê ew doz li Dadgeha Fermandarîya Eskerîyê ya Bajarên Sêrtê- Dîyarbekrê hatîye domandin. Roja 10.12.1971an bi navê ”Daweya Fikret Şahin û 20 hevalên wî” dadgehkirin dest pêdike.

Di dadgehê da van abûqatan roja ewil beşdarî kirine û tawanbarên kurd parastine:  Av. Şerafettin Kaya, Tahsin Ekinci, Eşref İnceoğlu, Yücel Önen, Okay Kalfagil, Ethem Niyazi Budak, Edip Altınakar, Niyazi Ağırnaslı, Hamit Karakoç, Yahya Mehmetoğlu, Fikri Gürbüz Yıldızhan. Bê guman di pêvajoya dadgehkirinê da jimareyên abûqatan zêde bûne, lê ez li vir naxwazim vê lîsteya navan dirêj bikim û ev pêwist jî nake. 

Her weha şola kurdan û zimanê kurdî, hew qas di nav avayîyên dewletê da tirkan aciz kirîye û tirsandîye ku ev mijar di hin doznameyên dadgehan da jî xwe nîşan dane, bi taybetî di dadgehkirina kurdên sîyasî da. Numûneyeka balkêş jî di Doza DDKO yê da hatîye dîtin. Wek tê zanîn darbeya eskerîyê di 12ê adara 1970yî da li Tirkîyeyê çêbû. Di demeke kurt da  ewil gelek endam û damezroxên DDKOyên Ankara û Stanbolê avêtin zindana eskerîyê ya Dîyarbekrê. 

Dadgehkirina wan, roja 10.12.1971an despêkir. Dozkarê Dadgeha Eskerîyê yê Bajarên Sêrtê- Dîyarbekrê, îddîanameyek (doznameyek) ku 122 rûpel bûye, roja 01.11.1971an pêşkêşî tawanbarên DDKO kirîye. Nuqteyeka balkêş ew e ku dozkar, rûpelên 5 – 13 yên îddîanameya xwe li ser koka kurdan û zimanê kurdî nivîsîye û hewil daye xwe ku kurd, tirkên çîyayî ne û kurdî jî tirkîya xirabûyî ye. (DDKO Dava Dosyası 1, eynî eser r. 16 -25)  Yanî hemî tiştên beredayî ku di îddîanameyê da dane zanîn, teorîyên nejadperestî û hovîtîyê ne ku çavkanîya xwe ji ”Teoriya Rojê ya Zimên” girtîye.

Dozkar, behsa ferhenga Musa Anter kirîye ku ew kitêb di 1963yan da çap bûye. Wî îddîa kirîye ku ew ferheng 11.000 gotin e lê di eslê xwe da ew zêdeyê 1000 gotinî jî nîne ye. Dîsa dozkar behsa ferhengeka dî kirîye ku ew ji alîyê Akademîya St. Petersburgê ve hatîye çapkirin û tê da 8307 gotin hebûye. Lê wî îddîa kirîye ku ev ferhenga kurdî- rusî- almanî, xwedêgiravî ew ji 8307 gotinan 3080 gotin tirkmenî, 2000 gotin erebî, 1030 gotin farisî, 1240 gotin zendî, yanî farisîya kevn, 370 gotin pehlewî, 270 gotin ermenî, 100 gotin keldanî bûne û digel wan tenê 30 gotin kurdî bûne. 

Dozkarê Eskerîyê, şola koka kurdan û zimanê kurdî tîne heta nuqteyeke pêkenînê ku tam dibe babeteke komedîyê. Wer dibe ku di dadgehê da ev di navbera gorbihiştê Musa Anter û dadgehê da dibe mijara gengeşe û pêkenînê. Mesela li hemberî îddîaya ku dozkar gotîye, di zimanê kurdî da tenê 30 gotin hene; Musa Anter xwe zept nekirîye û weha gotîye: 

”Berêz dozkar, piçek bi insaf be, zimanê mirîşkan ji 30 gotinî zêdetir e, hûn çawa dikarin jibo zimanê kurdî bêjin 30 gotinên kurdî heye û wd..” (Musa Anter Hatıralarım)

Lê li hemberî wan îddîayên dadgeha eskerîyê yên komik, pêşnîyazeke Îsmaîl Beşikçi jî gelek balkêş bûye. Beşikçi ji dostên xwe yên kurd ra gotîye ku ”hûn jî baştir e ku li dadgehê bi kurdî biaxifin û xwe biparêzin û ji dadgehê pirs bikin ka endamên dadgehê çend gotinên kurdî fam kirine û wd.”  Lê wek encam li ortê ye, ew pêşnîyaz ji alîyê kurdan ve nehatîye qebûlkirin. Lê ji wê jî balkêştir ew e ku dema mamosta Beşikçîyê hêja wê pêşnîyaza xwe kirîye; ew hê Kemalist bûye û bi tevayî neketîye nav xeta dervayî ideolojîya resmî. (Î. Beşikçî di gelek konferansên xwe da behsa vê rewşa girtîgeha Dîyarbekrê kirîye ku min bi xwe jî carek guhdarîya wî kirîye) 

Li hemberî van îddîayên dozkar ku di îddîanameyê da hatîye nivîsîn ku qaşo kurdî, tirkîya xirabbûyî ye; endamên DDKOyê lêkolîna xwe jibo kurdî û tirkî pêşkêşî dadgehê kirine. Li gora wê lêkolînê: ”Enstituya Kurdoloji ya Zanîngeha Leningradê ferhenga kurdî- rusî (KURDOSKO-RUSI SLOVARÎ) ya ku ji 35 hezar gotin pêk hatîye, li Weşanxana Sovyet Lûgatê çap bûye. Enstitusiya Kurdoloji ya Mekteba Bilind ya Zimanên Rojhilatê ya Zindî ya Zaningeha Sorbonê, ferhenga kurdî çap kirîye ku ji 75 hezar gotinan pêk hatîye. Li dervayê wan ferhengên wek kurdî-fransizî, fransizî-kurdî, kurdî-ingilizî, ingilizî- kurdî, kurdî- erebî, erebî- kurdî, kurdî- almanî, almanî- kurdî, kurdî- farisî, farisî- kurdî û wd. gelek ferheng hene. Jimareyên ferhengên ku li Ewrupa, li Amerika, li Rusya û cure welatên Rojhilata Navîn hatine weşandin, her ku diçe zêde dibin.

”Digel ku Sazîya Zimanê Tirkî ji 1923yan virve di bin rêbirîya dewletê da dixebite û hew qas li ser zimanê tirkî xebitîye, dîsa jî di çapa 5.emîn ya Ferhenga Tirkî da karibûye 29 hezar gotin bicivîne. Li ber çavan nayê dûrxistin ku di wê ferhengê da tenê 3 hezar gotin tirkî ne. 6 hezar gotin bîyanî ne, lê bi awayên guhertinê ketine nav tirkî û balkêş e ku 20 hezar gotinên dî hemî bîyanî ne. Encama ku ji kolandina li ser vê ferhengê derketîye bi kurtî weha ye:

Di tîpa (herfa) ”A” yê da 1145 gotin cî girtîne ku tenê 328ê wan tirkî ne, 346 gotin erebî, 154 gotin yunanî (grekî), 122 gotin fransizî û 102 gotin jî farisî û yên mayî jî ji elmanî (germanî), latinî, ingilizî û ji zimanên dî hatine.

Di tîpa ”H”yê da 1091 gotin cî girtine ku tenê 184ê wan tirkî ne. 565 gotin erebî, 192 gotin farisî, 82 gotin yunanî ne û yên mayî jî aîdê zimanên dî ne.

Di tîpa ”J”yê da 31 gotin cî girtine ku hemîyên wan bîyanî ne, yanî tirkî qet tunin.

Di tîpa ”M”yê da 2214 gotin hene ku tenê 117yê wan tirkî ne. 1514yê wan erebî, 174ê wan yunanî, 134ê wan fransizî, 121ê wan farisî û yên mayî jî latinî, ingilizî, ispanyolî û ibranî ne.

Di tîpa ”Z” yê da 365 gotin cî girtine û tenê 52yê wan tirkî ne. 201ê wan erebî, 90ê wan farisî, 12yê wan yunanî, 5ê wan latinî, 1ê wan rusî, 2yê wan ermenî û 1 jî fransizî ye. 

Divê were destnîşankirin ku li Tirkîyê zimanê huquqê, bi giranî ji erebî û farisî pêk hatîye û nayê famkirin. Lê digel van hemî rastîyan jî wek dozkar beg ku zimanê kurdî înkar dike, em zimanê tirkî înkar nakin û nabêjin ku zimanekî tirkî tune ye.”(DDKO Davası I, eynî eser r.182)

Lê divê were nîşankirin ku di lîsteya jorîn da cî nedane gotinên kurdî ku ev li gora min kêmasîyek e. Guman tune ku ew gotinên ku wek farisî hatine nivîsîn, di nav wê lîsteyê da gelek gotinên kurdî hebûne, lê jibo me, mebesta lêkolînê nîne, tenê jibo anekdotek min xwest wê kêmasîyê bidim nîşandan.     

Ev pêvajoya hovîtîyê li ser kurdan û li ser zimanê kurdî nêzîkî 80 sal domand ku nehiştin kurd bi rehetî nefesa xwe jî bistînin. Wek numûne, dema di 1968an da M. Emîn Bozarslan Alfaba Kurdî çap dike; di nav du rojan da li Stanbolê û li Dîyarbekrê qedexekirin û komkirina alfabeyê ji alîyê dadgehan ve tê eşkerakirin û Bozarslan tê girtin û 4 meh di zindanê da dimîne. Belkêş e ku dadgeha dewleta kolonyalist qîyametê rakirine û jibo alfabeyek dawa li Bozarslan vekirine ku xwedêgiravî ”Bozarslan dewleta tirk perçe dike û dewleteka kurdî ava dike.” Ji ber ku ji avakirina komara tirk virve cara ewil bû ku alfaba kurdî derdiçû û loma dewlet gelek tirsîyabû. Bifikirin alfabeyek ku 64 rûpel bû û tê da qet tiştên sîyasî jî tunebûn, lê dewletê xistibû ber taya mirinê ku hew qas bikaribe jê bitirse.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *