6 rêxistin û sazî daxwaza azadkirina rojnamevan û çalakvanan ji Rêveberiya Xweser dikin

Hejmarek rêxistinên mafên mirovan û civaka sivîl li Rojavayê Kurdistanê, daxwaza azadkirina rojnamevan û çalakvanên sivîl ên ku li cem Rêveberiya Xweser girtî ne, dikin.

Di daxuyaniyekê de 6 rêxistinên mafên mirovan û civaka sivîl berdewamiya girtina 6 rojnamevan û çalakvanên sivîl ji aliyê rêveberiya xweser ve şermezar kirin.

Herwiha gotin: “Em berdewamiya girtina keyfî û veşartina bi darê zorê ya van rojnamevan û çalakvana bêyî ferman û biryarên dadwerî yên ji aliyê dezgehên şareza ve, nehiştina hevdîtina bi malbatên xwe re, bêparkirina wan ji mafên wan ên rewa yên tayînkirina parêzeran û dernexistina wan pêş dadgehên yasayî yên dadmend, bi tundî şermezar dikin.”

Wan 6 rêxistinan tekez kirin, “Girtina wan ronamevan û çalakvanan, binpêkirina aşkere ya hemû peyman û belgeyên navdewletî û mafên mirovan e.

Gotin jî: “Em nîgeranî û tirsa xwe ya kûr li ser jiyana wan tînin ziman û em revandin û windakirina wan bi darê zorê, wek metirsiyeke rasteqîne  li ser jiyana wan dibînin.

Di daxuyaniyê de hat: “Em ligel hemû rêxistinên berevaniya mafên mirovan li Sûriyeyê û rêxistinên civaka sivîl yên jêr îmzekirî, daxwaz ji Rêveberiya Xweser dikin ku wan rojnamevan û çalakvanên girtî bilez azad bike. Herwiha em daxwaz ji wê dikin jî ku dosya binçavkirina siyasî bigire û hemû girtiyên siyasî û girtiyên xwedî bîr bawerî, serbest berde, medam ku ti tometek arasteyî wan nehatiye kirin.”

Li gorî daxuyanê kesên girtî ev in:

1- Ehmed Sofî: Rojnamevan û endamê Encûmena Herêmê ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriyê. Cih û dîroka revandinê: Dêrik, 02.04.2024an.

2- Rakan Ehmed: Rojnamevan û endamê Encûmena Şaxê a Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriyê). Cih û dîroka revandinê: Girkê Legê, 31.03.2024an.

3- Merwan Liyanî: Endamê Encûmena xwecihî ya Girkê Legê yê ENKSê). Cih û dîroka revandinê: Girkê Legê, 1ê Nîsana 2024an.

4- Husam Dorsen: Endamê Komîta Herêmê ya Partiya Gel a Kurdistanê – Sûriye). Cih û Dîroka revandinê: Dêrik, 01.04.2024an.

5- Fethî Serhan Kado: Endamê Desteya Şêwirmendiyê ya Partiya Yekîtî ya Kurdistanî). Cih û Dîroka revandinê: Qamişlo 15.6.2024an.

6- Remezan Mehmûd Hacî: Endamê Encûmena Xwecihî ya ENKSê). Cih û Dîroka revandinê:  Terbespiyê, 29.08.2024an.

Rêxistinên li binê daxuyaniyê îmze kirine:

1- Rêxistina Mafên Mirov li Sûriyeyê – MAF

2- Rêxistina Berevaniya li Girtiyên Xwedî Nêrîn li Sûriyeyê – Rewangeh

3- Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê

4- Rêxistina Jinên Kurd ên Azad

5- Hêzên Civaka Sivîl ên Kurdistanî

6- Komîteya Mafên Mirovan di Hevdîtina Niştimanî de

K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *