Cano AMEDÎ
Qerekterê erdnîgarîyê, li ser jiyana mirovî xwedî bandoreke balkêş e. Pirî caran erdnîgarî reng û dengê xwe dide hawirdorê û tesîrên erênî û neyênî radixe ber çavan; jiyanê bi xwe re geş an jî reş dike. Qerekterê erdnîgarîyê, li gorî pêwîstîya jiyanê qerekterê mirovî bi rêve dibe. Xewn û xeyalên mirov li gorî wî qerekterî ji xwe re çîrokan peyda dike. Çîroka her deverê, çîroka her heremê li gorî şerd û mercên wê demê diguhere.
Xwendin, dîtin û zanyarî bi serê xwe çavkanîyên tecrubeyên jiyanê ne. Carnan çîrokek, romanek, an jî fîlmekî gelek tişt, zanyarî û tecruban bi mirov dide fêr kirin. Carnan rêwîtîyek an jî serdana cîhekî, paradîgmaya nêrînên mirov serûbin dike; an jî kêmasî û şaşîyan serast dike.
Pirî caran nîvagahdarî an kêmzanyarîyên gelemperî, dîwarên “pîrozwerîyên” mirov hildiweşîne. Carnan bûyerek, an serdana heremekê an jî rêwîtîyek dûr û dirêj weke rûpelên ansiklopedîya bîrdankan, mirov dewlemend dike. Carnan mirov rastî xezîneya çand û dîrokê dibe; carnan jî mirov bi kêmzanyarî û xewnên xwe re rû bi rû dibe…
Di demên nêzîk de ez û du hevalên xwe em derketin rêwîtîyeke dirêj… Me berê xwe da Ewropayê û seranserê “Balkan”an û me rêwîtîya welatên xeribîyê kir. Em bi erdnîgarîyê re, bi çand û hunera wan welatan, bi mirov û civata wan netewan re, bi bazirganî û têkilîyên wan dewletan re rû bi rû bûn. Em bi peywendî û têkilîyên karmendên wan dewletan, fêrî taybetmendîya burokrasîya wan bûn.
Em ji Amedê bi rê ketin, piştî me ji erdnîgarîya Kurdistanê xatir xwest, rêwîtî ber bi welatên xeribîyê û dagirkerîyê ve dom kir. Bextê Romê tuneye; “hunera” wan dagirkerî, êrîşkarî û talankirin e. Reng û qerekterê bêbextîyê bi cîranên xwe re parve kirine. Weke gurê boz jiyana xwe li ser bêbextîyê domandine. Ji çemê Tarsûsê wir de rêça gurê boz û pirêza talankarîyê dest pê dike.
Welatên ku em tê re derbas dibûn gelekî balkêş û çandrengîn bûn, rewşa erdnîgarî û nîştecîyên wan welatan bi taybetî bala me dikişand. Diyalog, peywendî, têkilîyên ber derîyên sînor û gumrukan têra xwe fikir û nêrînek balkêş dide mirov. Sîstemên desthilatdar her dem bandorek erênî û neyênî li ser qerekterê mirovan tesîr dike. Pîvanên “demokrasî û dîktatorîyê” di helwestên karmendên dewletan de xuya dibe. Diyalog û peywendî ji bo nasîna karekterê sîstemê girîng e. Awirên tirş û tal, rûyê reş û tarî demsalên tirsê sembolîze dikin.
Bi taybetî ji bajarê Edîrneyê bigre heta welatê Slovenya, di dema derbasbûyîna derîyên gumrukê de zehmetîyên mezin hebûn. Burokrasîyeke lawaz û bê pîvan li gorî kêfa dilê xwe tevdigerîya. Lê gava mirov rewşa derîyê Xabûrê bide ber çavan, zehmetîyên van derîyan li hemberî derîyê Xabûrê weke listokên henekan bû. Kêsên di derîyê Xabûrê de derbasî başûrê Kurdistanê bûne baş dizanin bê meqsed û armanca min çiye. Gava di vegerê de, li derîyê Xabûrê (Brehîm Xelîl ) dorên otomobîlan yên pir dirêj çêdibin. Rayadarên tirkan, karmendên wan, bi şêweyeke quretî û pozbilindî dibêjin: “sîstem tune’’ yan jî ‘’sîstem naşuxule” Bi deh seetan mirov li ser pira Xabûrê di hundirê otomobîlên xwe de asê dimînin. Weke dîlên belangaz nikarin dengê xwe bigihîjin cîhekî… Bersîva dîyalogan piranî “ez nizanim amirê min zane.” Amir jî, karmend jî û rayedarên sîyasî jî, li gorî stratejîya dewleta xwe bi hestên tolhildanê tevdigerin û dixwazin dîwarên dijberîya Başûr bilind bikin, tovên nerazîbûnê di nav Başûr û Bakûr de bireşînin. Armanc û stratejîya wan ya sereke, hêvî û daxwazên dewletbûnê di nav raya kurdî de pûç bikin. Zehmetî û astengîyên rojane li gorî hûqûqa dijmînatîyê dimeşînin…