Rêxistinên Kurdistanê nepêşveçûn û parçebûnên xwe, bi sedemen hûndir ne, bi sedemên derve îzah kirin/dikin…

Îbrahîm GUÇLU 

Kurdperwer û Rêxistinên Bakurê Kurdistanê xwediyê nexweşiyeke mezin in. Ew nexweşî  jî pêşveneçûn û parçebûnên xwe, bi sedemen nav xwe ne, bi sedemên derve îzah dikin. Loma jî xwe naguherînin û xwe rêforme nakin, demokrat nabin, xwe ji metod û şêwayên komployî û edetên li pêş wan asteng in û çanda biyanî û gor deme siyaset ne afirandinê xelas nabin.

Wek tê zanîn beriya 12ê Îlonê di nav hemû Rêxistinên Kurdistanê de de parçebûn pêk hatin. Tevgera  Komal-Rizgariyê, Tevgera Riya Azadî, KÎP, Dengê Kawa, PDKT parçebûn. Berpirsiyarên van tevger û rêxistinan sedemên esasî yên parçebûnê piştgûh kirin, riyeke gelek rehet dan pêş xwe gotin ku “tevger û rêxistina me ji aliye falan kesî û falan rêxistinê ve hat parçe kirin.”

Dema ku parçebûna xwe bi sedem û an jî sedemên derve îzah kirin, kêmasiyên xwe nedîtin, hevûdu tewambar kirin, pişt re jî rêxistin di nav xwe de bûn çend parçê din.

LEWRA:

1-Berpirsiyarên rêxistin û tevgeran, sedemên laşî û civakî û sosyolojîk nedan berçav. Tê zanîn ku rêxistinên Kurdistanê di şertên xwezayî û di nav dîrokeke domdar de ava nebibûn, xwediyê ceribandineke rêxistinî û siyasî nebûn. Li pişt wan ceribandineke rêxistinî û tê zanîn ya nêzik nebû.

2-Berpirsiyarên partiyan metodên xwe yên jakoben û Kemalîst û Stalînîst nedîtin. Ew çand û metodan jî dibûn sedem ku di nav rêxistinan de demokrasi ava nebe û tevgerandina demokratik çênebe. Tê zanîn ku demokrasi yekîtî ava dike, otorîterîzm rêxistinan parçe dike. Rêxistinên Kurdistanê jî, ji bona ku di nav xwe de demokrasi nekirin çandekê parçe bûn.

3-Berpirsiyarên rêxistinên Kurdistanê bê qabiliyetbûn û nezaniya xwe ya siyasî û neteweyî ya xwe nedîtin û xwe pêş nexistin. Tu helwest û çand û metodên xwe de guhertin çênekirin.

4-Beşek Berpirsiyarên Rêxistinên Kurdistanê dema bi metod û şêwaye komployî tevgeriyan, di rêxistinan de piranî çêkirin û an jî bûn xwediyê piranî, rastîyên û heqbûna hindikayî nedîtin. Loma jî dem hat ew kesan yan ji rêxistinan veqetiyan û an jî di rêxistinan de hatin tasfiye kirin.

5-Beşek Berpirsiyarên Rêxistinên Kurdistanê tu caran nedîtin ku siyasetên neteweyî yên gor demê neafirînin.. Ew bû sedem ku nikarîn bi gel re bikevin nav pêwendiyeke neteweyî û xûrt. Ew jî di nav rêxistin û tevgerên Kurdistanê de bûn sedema du aliyan. Aliyê neteweyî û aliye kêm neteweyî.

6-Berpirsiyarên statuparêz bûn sedem ku pêşveçûn di partiyê de nebe. Ew ji gavên pêşveçunê re jî bûn asteng.

7-Di Berpirsiyarên Rêxistinên Kurdistanê de tembeliya zîhnî û laşî jî di nav tevger û rêxistinan de dibû sedem ku cûdabûnê. Di siyaseta neteweyî de nerîn û şiroveyên cüda derkevin holê. Biryarên dihatin girtin jî bi standarteke hevbeş nedihatin cîbicî kirin. Vê jî di nav tevger û rêxistnan de dibû sedeme nekokî û cûdatiyê.

8- Di Tevger û rêxistinên Kurdistanê de problemeke mezin ya etîk/exlaqa siyasî jî hebû. Ew jî dibû sedem ku helwestên ne exlaqî derkevin holê.

9-Di nav berpirsiyariyên Tevger û Rêxistinên Kurdistanê de amatorî hebû, profesyoneli qels bû. Loma jî di nav tevger û rêxistinan de “Mirovên Doza Kurd û Kurdistanê” kêm bûn.

10-Berpirsiyarên Tevger û Rêxistinên Kurdistanê ji ceribandinên xwe û yên derveyî xwe jî ders dernedixistin. Şaşiyên xwe dubare û sêbare dikirin.

11-Di Tevger û Rêxistinên Kurdistanê de nawerekî li hemberî  Dewletê û pêywendiyên nav xwe de, kaprîs û ne dirustî û pêşiya kesên çalak girtin jî nexweşiyeke mezin bû.

12-Tevger û rêxistinên Kurdistanê bi ser van nexweşiyan de xwediyê nexweşiya îdeolojiya prîmîtîv bûn jî. Ev îdeolojiya jî di ser Kurdistanê re girtin jî ji bona berpirsiyarên tevger û rêxistinên Kurdistanê pirsgirêkeke gelek mezin û stratejik bû.

                                   &&&&&&

Dema em merhela tê de dijîn jî, ji çav derbas bikin û şirove bikin; em gelek bi hêsanî tespit dikin ku Rêxistin û Tevgerên Kurdistanê piraniya ev nexweşiyên xwe didomînin.

Hezar mixabin di 50 salî de guhertineke ber bi  berçav çênebûye.

                                         &&&&&&

Wek mînak em Tevgera Komal-Rizgarî bidin ber çav û şirove bikin, tabloya derkeve pêş me jî ew e.

Tevgera Rizgarî –Komal di sala 1978-an de bû du beş. Ew nexweşî û kêmasiyên min anîn ser zimên di nav Tevgera Rizgarî-Komalê de jî hebûn. Lê di parçebûnê de etîk/exlaqa siyasî bû sedema sereke ya parçebûna Tevgera Komal-Rizgariyê.

Beşa ku piştî parçebûnê li ser navê Tevgera Rizgarîyê tevgeriya, ji bona rastiyên giştî û rastiya taybet binperde bikin, riyeke gelek hêsan meşandin. Got in ku “YNKê Tevgera Komal-Rizgariyê parçe kir.”

Ev manîpulasyoneke mezin bû. Gelek endam û berpirsiyarên Tevgera Komal-Rizgariyê jî bi vê derewê hatin xapandin.

Hezar mixabin beşek ew kesên hîn di duho de  dijîn û di jiyana xwe û mentalîteya xwe de guhertinek çênekirine, vê derewê dubare û sêbare dikin.

Piştî parçebûna Tevgera Komal-Rizgariyê, Tevgera Rizgarî bû Partiya Rizgariya Kurdistanê, du-sê cara parçebû û belav bû.

Tevgera Ala Rizgarî jî bû du-sê parçe.Pişt re jî bi avakirina Hevgirtin-Partiya Demokrat a Kurdistanê ji holê rabû.

Di van parçebûna de YNKê û Rêxistin û hêzeke din nehat diyar kirin.

Wê deme pirsa girîng, çima parçebûnê nû? Lewra ew nexweşiyên ku min diyar dikir di nav herdu tevgeran de bi nîspetekê didomand.

Ew kesên bi derewa YNKê xew dikirin û şiyar dibûn, ji vê jî ders negirtin.

Beşek endamên Tevgera me jî piştî ewqas parçebûnê hîn sedemên parçebûna Tevgera Komal-Rizgariyê fahm nekirine.

Wek tê gotin Troçkizm jî nebû sedema parçebûna Tevgera Komal-Rizgariyê.

Tetwan, 13. 08. 2024

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *