Li bajarê Frankfurtê yê Almanyayê bi boneya 10emîn sala komkujiya Şingalê merasimek bi rê ve çû.
DAIŞê 3ê Tebaxa 2014an êrişî navçeya Şingalê kir ku Kurdên Êzidî lê dijîn kir û di encamê de bi hezaran Kurdên Êzidî qetil kir, zêdetirî 6 hezar kes jî ku piraniya wan jin û zarok bûn revand.
Kurdên Êzidî 10 sal berî niha ji aliyê DAIŞê ve rastî komkujieke mezin hatin.
Her sal 3ê Tebaxê Kurdên Êzidî ku bi awayekî hovane hatibûn qetilkirin, bi merasîman tên bibîranîn.
Merasîm li Dêra Polê hat lidarxistin
Li Dêra Polê ya li bajarê Frankfurtê jî merasîma bîranîna salvegera Komkujiya Şingalê bi rê ve çû.
Di merasîmê de Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên, Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê, Rêber Ehmed, hinek siyasetmedar û parlemeternên Almanya jî tevlî bûn û gotar pêşkêş kirin.
“Siyasetmedarên Almanyayê ji rewşa Êzidiyan agahdar in”
Hevserokê Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê Saskia Esken ji Rûdawê re got, gereke rewşeke bi hevre jiyanê ji pêkhateyên cuda yên Îraqê re were çêkirin.
Saskia Eskenê herwiha da zanîn ku hikûmet û parlamentoya Almanyayê jî berdewam wan deveran ku Êzidî tê de niştecî bûne ziyaret dikin û haya wan ji rewşa Êzidiyan heye.
Raspardiyê hikûmeta Almanyayê ji bo azadiya olî Frank Sichwabe jî diyar kir ku Almanya piştevaniya dike ku Kurdên Êzidî rewşeke guncca a azadiya olî hebe.
“Kar ji bo Êzidiyan tên kirin”
Raspardiyê hikûmeta Almanyayê ji bo azadiya olî Frank Sichwabe wiha got:
“Mixabin jenosîd û tundûtujiya li hemberî Êzidiyên ne awarte ye lê li seranserî cîhanê rû didin lêbelê bêguman ev nimuneyeke gelekî xirab a jinosîda olî ye.
Bi taybetî wê demê zehmet dema ku olek dibêje ev kes ji baweriyê derketiye.
Li Almanyayê bi taybetî ji bo Êzidiyan rewşên din hene ku kar li ser vê pêkhateyê tê kirin.”
Parlamenterên Almanyayê hatin xelatkirin
Çar parlamentarên Almanyayê yên ji sê fraksiyonan ji bo piştevanîkirna li Ezidiyan hatin xelatkrin û ew dixwazin hikûmeta Îraqê û herêmê strateceyeka baş ya vegerandina xelkê Şingalê hebe herwisa deportkirna Êzidiyan ji Almanya bê sekinandin.
Endama Parlamentoya Almanyayê Derya Turk-Nachbauerê got, “Armanca me devê ew be ku hikûmeta navendî ya Îraqê her wisa hikûmeta Hewlêrê bi hev re rûnin û sitrateciyeke hevbeş deynin ku ew xelk çawa dê bikaribe bi silamet vegerin warên xwe.
Dema ku ez li gel Êzidiyan daxivim, hemû dixwazin vegerin malên xwe.
Hemû dixwazin ev bê maliya di welatê wan de tûş bûne bi dawî bê.
Ji bo me gelekî giringe ev di vê çendê da piştgiriyê bikin.
Di dema bê de em dê seredana Şingalê bikin û rewşa wê derê bi çavên xwe bibînin.
Belê ya li pêşiyê jî ew e em danûstandinê li gel nûnerên hikûmetê li hikûmeta navendî herwisa li Hewlêrê bikin ji bo bizanin asayîşa Şingalê çawa ber qerar dibe.
Almanya bi hindek pareyan li wê derê ye. Em gelek tiştan ava dkin, nexweşxaneyan û tiştên din li Şingalê hatne avakirin. Bê guman divî dirêjxayen bin û wê de rê pêwîstî bi zêdetir asayişê heye.”
Endama Parlamentoya Almanyayê Peter Heidt got, “Belê ez li gel rawestandina deportkirinê me.
Hîç wateyeke wê nîne ku ev xelke bê vegerandin. Wezaretê carekê got min ku heta niha bi tenê kesêk serpêçîkarên yasayê dêport dikin lê niha min zanî, îro ez li vê çalakiyê agahdar bûm ku bi wî awayî nîne.
Xelkê bê serpêçîkarî jî hatîne deportikrin. Ji dûşemê ve ez dê lê binêrim ku diyar bibe.
Serpêçîkarên yasayê dikarin bêne vegerandin lê eger serpêçîkar nebin, nabe bêne deportikirin.”
Ev birîn birîna komkujiya Kurdên Êzidî ji bo dûrî welat hevnetewe û hevbaweran mîna xelkê Şingalê hîn jî li benda sarbûn û dermankirinê ye.
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên li Frankfurtê got, “Şingal divê di destê xelkê wê de be. Em hewl didin welatên cihanî komkujiya Şingalê wekî jenosîd nas bikin.”