Zozan û çêrgehên Erziroma Bakurê Kurdistanê mazûvaniya bi sedan malbatên koçer û 70 hezar serî pezî dikin.
Bi hatina havînê û germa zêde re ajeldarên ji bajarên germ ên wekî Amed, Riha, Şirnex û Xarpêtê berê xwe daye zozanên Erziromê û dê heta destpêka zivistanê li wê derê bimînin.
Koçerên ku li herêmên bilind konê xwe vedane şîr, penîr, nivîşk, rûn û hiriya pêzê xwe difroşin û debara xwe dikin.
“Bi tevahî 70 hezar ajelên biçûk hatine”
Birêvebirê Saziya Çandinî û Daristanan a Erziromê Alpaslan Kenger got:
“Ji bajarên cuda bi taybetî jî ji bajarên rojhilat û başûrrojhilatê di demsala çêriyê de koçer tên bajarê me.
Li bajarê me li 21 cihan 180 hezar dekar cih wekî qada zêdeyî pêdiviyê hatiye destnîşankirin.
Di demsala çêriyê de bi tevahî 70 hezar ajelên biçûk hatine.”
Ajeldarên ku di nav şertên zehmet de dijîn, dibêjin ji ber dewlemendiya giyayên wê û hewa û ava xweş a zozanên Erziromê berhemên wan bi bereket in.
“Avên kaniyan ên paqij bandorê li şîr dikin”
Ajeldarê bi navê Îsmet Beydîlî wiha behsa bandora hewaya paqij a li ser şîr kir:
“Ji aliyê dewlemendiya giyayan û berhema şîr ve avên kaniyan ên paqij bandorê li şîr dikin.
Ji ber ku ji bilî demjimêrên bêriyê, ajel li çêrgehê bi awayekî xwezayî diçêrin.
Ji ber ku li xwezayê diçêrin û giyayên wê dewlemend in, av û hewaya wê paqij e û bilind e şîr û berhemên şîr bi temamî xwezayî ne.”
Li gorî amarên fermî, ji bilî ajelên koçeran li Erziromê 720 hezar ajelên mezin û 900 hezar ajelên biçûk hene.
Herwiha li Erziromê bi tevahî 15 milyon û 500 hezar dekar çêrgeh heye û di vî warî de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di rêza duyemîn de ye.