Heyeta PWKyê ya ku ji Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê M.Can Azbay, Bedran Acar, Vahît Aba, û rêvebirên PWKyê yên ji Amed û Mêrdînê pêk hatibû, roja 23.06.2024ê, li gundê Kelekê yê li ser navçeya Şemrexê( Mazidax) beşdarî tazîyeya qurbanîyên şewatê bûn.
Â
Li cîhê tazîyeyê, li ser navê heyeta PWKyê Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay, di derbarê vê felaketê de kurte axaftinek kir û sersaxî ji malbatên qurbanîyan û ji gelê me re xwest.
Â
Malbatên qurbanîyên şewatê jî spasîya heyeta PWKyê kirin.
Â
23.06.2024
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê ( PWK)