Pentagon ji K24ê re: Hebûna Pêşmergeyan di rêgirtina li şiyanên DAIŞê de bibandor bû

Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) radigehîne, “Hebûna Pêşmergeyan di nav hêzên ewlehiyê yên Îraqê de di rêgirtina li şiyanên DAIŞê de ji bo bicihanîna êrîşên teroristî ku me berî deh salan  dîtin bibandor bû.”

Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) Pat Ryder duhî (Sêşem, 18.06.2024) di bersiva pirsyareke peyamnêrê K24ê de got, “Em li ser karkirina bi Hikûmeta Îraqê û hevparên din re li deverê berdewam dibin ji bo ku Pêşmergeyan jî vebigirin, ji bo ku gefên DAIŞê bên naskirin û rê li serhildana wê bê girtin.”

Pat Ryder amaje jî da, “Hebûna Pêşmergeyan di nav hêzên ewlehiyê yên Îraqê de di rêgirtina li şiyanên DAIŞê de ji bo bicihanîna êrîşên teroristî ku me berî deh salan  dîtin bibandor bû, ev jî nîşana şiyan û bandora wan hêzan e dema bi hev re kar bikin.”

Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) herwesa got, “Em pêdivîtiyên me yên hevpar misoger dikin ji bo ku DAIŞ venegere û bi yekcarî nemîne.”

K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *