Li tevahiya cîhanê careke din di roja 3yê Gulanê de azadiya çapemeniyê û guvaşên li ser rojnamegeran di rojevê de ye.
Ji ber ku 3yê Gulanê li cîhanê wekî Roja Azadiya Çapemeniyê tê qebûlkirin, guvaş, gef, sansur û cezakirinên li ser rojnamegeran bi berfirehî têne nirxandin.
Li gorî amaran li tevahiya cîhanê azadiya medyayê bi paş ve diçe.
Yek ji welatên ku rewş li asta herî xirab e jî Tirkiye ye.
Li gorî Sendîkaya Rojnamegeran, hejmareke zêde ya rojnamegeran di girtîgehan de ne û sansur, bêkarî, guvaşên siyasî û nebûna ewlehiyê jî jiyana rojnamegeran xistiye metirsiyê.
Rojnamegerê Kurd Ferît Demîr ku 30 sal in bi taybetî li Dêrsimê rojnamegeriyê dike û di nava van salan de guvaşên siyasî, gefên kuştinê, lêpirsîn, doz û desteserkirin jî di nav de, rastî her cor zehmetiyan hatiye.
Îro ji bo xelatkirinê li Stenbolê ye, Ferît Demir ji hêla Konseya Rojnamegeran ve bi ‘Xelata Azadiya Çapemeniyê’ ya salê hat xelatkirin.
Rojên xweş jî dîtine helbet lê axaftina wî ji serî heta binî ji bîranînên nexweş pêk hat.
“Me tawîz ji rojnamegeriyê neda”
Rojnameger Ferît Demîr got:
“Dema me ev kar kir em her tim rastî guvaşan hatin.
Guvaşên desthilatê, yên parlamenteran û yên hin derdorên din.
Em rastî êrişan hatin, avêtin ser malên me û gelek xefk li me hatin danîn lê me tawîz ji rojnamegeriyê neda.
Me dizanî eger em tawîzan bidin li herêma me ew ên ku dengên wan nayê bihîstin ew dê bêne hênciqandin.”
Neteweyên Yekbûyî sala 1993yan bi biryarekê 3yê Gulanê li seranserê cîhanê wekî ‘Roja Azadiya Çapemeniyê’ ragihand.
Li tevahiya cîhanê azadiya medya û rojnamegeran bi paş ve diçe.
Li gorî amarên navneteweyî, li 30 welatan rewş ne baş, li derdora 40 welatan rewş gelekî xirab û li gelek welatên mayî jî rewşa rojnamegeran xirab e.
Tirkiye yek ji wan welatan e ku rewş giran e.
Li gorî rapora Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas, Tirkiye di nava 180 welatan de di rêza 158an de ye.
“Divê gel xwedî li mafê xwe yê agahdarbûnê derkeve”
Serokê Sendîkaya Rojnamegeran Gokhan Durmuş wiha anî ziman:
“Em li vî welatî tenê dikarin bi wê rêyê azadiya medyayê pêk bînin.
Yek divê rojnameger bêhtir bi rêxistin bin û hevgirtî bin.
Ya din divê gel xwedî li mafê xwe yê agahdarbûnê derkeve.
Tenê bi serê xwe ne pêkan e rojnameger vê yekê bikin.
Divê gel xwedî li mafê xwe yê agahdarbûnê derkeve.”
Li Tirkiyeyê 57 rojnameger di girtîgehan de ne
Li gorî Rapora Çavderiyê ya BÎAyê, di 3 mehên dawî de li Tirkiyeyê 195 rojnameger ji ber karên xwe hatine darizandin.
11 rojnameger hatine desteserkirin, 14 rojnameger jî hatine cezakirin.
Herwiha li gorî rapora Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê niha li Tirikiyeyê 57 rojnameger di girtîgehan de ne.
“Zêdetirî 10 salan e rojnamegerî di bin guvaşên giran de ye”
Seroka Konseya Çapemeniyê Pinar Turençê got:
“Rojnamgerî zêdetirî 10 salan e di bin guvaşên giran de ye.
Ez nizanim bê ka em dikarin rojnamegeriyê bikin an na.
Helbet gelek hevalên me di bin wan guvaşên ku di 1ê Gulanê de jî mînakek hebû, têkoşîneke zêde didin da ku karibin karê xwe bikin.”
Li gorî pisporan, li Tirkiyeyê bêkarî bûye pirsgirêka sereke ya rojnamegeran.
Herwiha, darizandin, desteserkirin, cezakirin û sansur jî wekî gefeke mayînde li cihê xwe ye.
Bi taybetî medyaya Kurdî para herî zêde ji vê rewşa nebaş digire.
“Hemû malperên kurdan her tim rastî astengiyan tên”
Serokê Komeleya Azadiya Ramanê Prof. Dr. Yaman Akdenîz wiha axivî:
“Hemû websîteyên kurdan li dû hev û her tim rastî astengiyan tên û ew yek bi dawî nayê.
Jin News zêdeyî 50 caran hat girtin. Ajansa Dicleyê û Rûdaw gelek caran rastî astengkirinê tên.
Dema ew serî li Dadgeha Bingehîn dixin jî 5-6 salan ew serlêdan nagihîjin ti encamekê.”
Di roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî de hemû sazî û dezgehên rojnamegeran û yên mafparêz amaje pê dikin ku azadiya medyayê tê wateya azadiya civak û ramanê.
Ji ber wê jî ji desthilatên hemû welatan ew yek tê xwestin da mercên rojnamgeran demildest baştir bikin û yasayan li gorî wê biguncivînin.
Rûdaw