Gelo ew kesên ku xwedî li kurdbûyina xwe derdikevin bi çi awayî wekî kurd dijîn? Yan jî kurdbûyin ji bo wan çi ye? Yan nasnema millî, xwemalî ji bo wan çî ye?
Mustafa Uzun
Beriya vê çend heftan di malpera Rûdawê de, bi navê ‘’Li Tirkiyeyê Kurd çiqasî xwedî li nasnameya xwe derdikevin?’’ lêkolînek hat weşandin. Ev lêkolin yan rapor ji aliyê Enstîtuya Lêkolînê ya CORE, Rawest Research, The European Endowment For Democracy (Weqfa Demokrasiyê ya Ewropayê) û Weqfa Heînrîch Bollê ve hatiye amade kirin.(1)
Li gor vê lêkolînê ji sedî 67,4ê kurdên li Tirkiyê bi awayekî bihêz (xurt) li nasnameya (kurdbûyina) xwe xwedî derdikevin. Ji sedî 32,6ê kurdan jî bi awayekî vekirî, resmî naxwazin nasnameya wan yê kurdî derkeve pêş.
Her çiqas li ser hêjmara nufusa kurdan, îstatîstîkên resmî li ber destên me tunebin jî, li gor belgeyên Neteweyên Yekbûyî hêjmara kurdên ku di nav sînorên Tirkiyê de dijîn: 32, 812, 439 e.(2)
Yanê li gor rapora ku me li jor behsa wê kir bi qasî 22 milyon kurdên li Tirkiyê dijîn bi awayekî bihêz xwedî li kurdbûyina xwe derdikevin.
Hêjayî gotinê ye, ew kesên ku di lêkolînê de xwedî li nasnameya xwe derketine, bersiveka siyasî dane. Ji ber ku li gor destura bingehîn ya Tirkiyê, li Tirkiyê kurd tune ne, hemû kesên li Tirkiyê dijîn tirk in. Ez bawer dikim ji ber vê sedemê ye ku ew hêjmara ji sedî 32,6 nexwestiye bi awayekî resmî nasnama wan derkeve pêş.
Başe gelo ew kesên ku xwedî li kurdbûyina xwe derdikevin bi çi awayî wekî kurd dijîn? Yan jî kurdbûyin ji bo wan çi ye? Yan nasnema millî, xwemalî ji bo wan çî ye?
Dema em li îzahetên zanistî binêrin ew ji bo ‘nasnama mîllî, netewî’ dibêjin: ‘‘Nasnama netewî hin hususyetên (taybetmendiyên) ku ji ziman, ol, ûrf û adetên neteweyekî ne, ji nirxên civakî, awayê fikirandin û jiyana wî netewê ya taybet pêk tê.’’ (3)
‘’Nasnameya neteweyî nasnameya mirov e, hesta xwedîbûna dewletek an neteweyekê ye. Ew hesta ‘neteweyekê’ bi tevayî ye ku bi kevneşopî, çand û zimanên cihê tê temsîlkirin.‘’(4)
Em ji wan îzahetên jorîn têdigihîjin ku du faktorên bingehîn nasnama millî, netewî pêktînin ev in:
1. Hestên aîdê neteweyekê bûyinê.
Eger em van îzahetan jorîn û lêkolîna ku Rûdawê çêkiriye bidin ber hev, em bi hêsanî dikarin bêjin: Ji sedî 67, 4 kurdên li nav sînorên resmî yên Tirkiyê dijin, herçiqasî hemû bi zimanê kurdî nepeyivin jî, ew xwe wekî kurd nas dikin û xwe aîdê neteweya kurd dihesibînin. Yanê ji sedî 67,4 kurdan xwe wekî tirk nabînin û tu hestêkê wan ya bo netewa tirk tuneye.
Ku li hember huqas zilm, zordarî ya dewleta Tirkiyê, kurd hîn jî xwe wekî kurd dibînin û hestê wan yê netewî evqas xurt be, tê wê manayê ku siyaseta dewleta Tirkiyê ya tirkkirina kurdan (asîmle, bişaftin) bi ser neketiye. Ev jî ji bo me kurdan cîhê serbilindiyê ye .
2. Ziman û Çand
Sedemê ku hemû kurd bi zimanê xwe napeyivin gelek in, lê sedema herî mezin bêşik rewşa kurdan ya sosyopolitîk e. Ji ber ku kurd bê dewlet in û dewlata Tirkiyê jî bi hemû dezgehên xwe yên resmî ji 1923 yê heta îro, zimanê kurdî resmî nasnekiriye. Bi ser de jî ji bo ku kurd asîmile bibin hezarûyek zor û zehmetiyan li ser zimanê kurdî daniye. Ev rastiya me ye.
Lê hin sedemên din jî hene ku em kurd bi xwe perpirsyarê neaxivandina bi zimanê kurdî ne, ev sedem jî ev in:
a. Faktora siyasî:
Hemû rêxistinên ku li ser navê kurdan siyasetê dikin, herî zêde jî partiyê ku kurda di parlementoya Tirkiyê de temsîl dike, bi girseyî xwedî li zimanê kurdî dernakevin. Pirsa zimanê kurdî ku fonksiyona hebûna wan e, paştguh dikin. Di civîn, xwepêşandan, meş û çalakiyên de zimanê tirkî bi kar tînin. Jiyana wan ya rojane him li malê him jî li derva bi zimanê tirkî ye. Ev jî şerm, durûtî û rûreşiya wan kesan û rexistinan e. Bi ya min divê pirsgirêka zimanê kurdî bibe pirsa wan ya bijarte. Ji ber ku li zimanê kurdî xwedî derketin, bi zimanê kurdî peyivîn û xelkê teşwîkkirina axavtina bi zimanê kurdî kirin çekê herî mezin ya li dijî siyaseta dewleta Tirkiyê ye.
Li ser sedema siyasî meriv dikare bi rûpelan argumanan binivisîne lê ji bo ku ev nivîsa zêde dirêj nebe, em sedema siyasî bihêlin bo nivîseka din.
b. Faktora sosyokulturel (Çandacivakê)
Di taybetmendiyên civata kurdan, yanê ûrf û adet û ola wan de hin guhertinên biçûk hebin jî di jiyana rojane de bi awayeka zindî hîn berdewam dikin. Wekî: Dawet, şîn, kirîvatî, rojên taybetî (Cejnên olî remezan, qurban, cejnên netewî newroz) ûwd.
Ev çalakiyên çandî yên civakî bi wasita ziman ve pêk tên. Yanê di şîn û dawetan, di cejn û rojên taybetiyan de xelk bi zimanekî ve bi hev re dipeyive. Yanê ziman bingeha bicîhanîna ûrf û adatan û rîtualên (ayîn) olî ne.
Tiştê ku ez dibînim, sal bi sal di nav civata kurd de bi zimanê kurdî axavtin kêm dibe, bi taybetî jî di nav xort û zarokan de. Sebeba ku xort û zarokên me bi kurdî nizanin, gunehê me salmezinên kurdîzana ye.
Yanê em kesên salmezin li malê bi zarokên xwe re bi kurdî napeyivin yan jî nepeyivîne. Bi baveriya min ev jî him ji nezananiyê him jî ji kêmbûyina hişmendiya netewî ya me kurdan tê. Ku me salmezinên kurda girîngiya zimanê dayikê bizanibiya û ew exlaqê millî yê ku zimanê xwe li ser her tiştî dibîne li ba me hebûya, îro rewşa zimanê kurdî li Tirkiyê bi vê awayê nedibû. Ku me salmezinan bizanibiya: Ziman yek ji nirxên sereke yên çandî yên neteweyekê ye, ku me bizanibiya: Kesên ku bi heman zimanî diaxivin, bingeha sazûmana civakî ya bi navê netewe ava dikin, me yê tu carî rê neda ku zarokên me li malê bi tirkî biaxivin.
Dema meriv ji wan kesên ku bi ziman tirkî bi zarokên xwe re dipeyivin dipirse: Ka ew çima bi zarokên xwe re bi kurdî napeyivin? Bersiva wan kêm zêde weha ye: ‘’Ma zarok wê li ku derê kurdî fêr bibin, li mekteba bi kurdî perwerdeyî tuneye, ji ber ku zimanê perwerdeyî tirkî ye, divê zarokên me bi tirkî baş bizanibin’’.
Bêşik ev argumenên hanê ji binî ve çewt in. Ji ber ku:
1. Zimanê dayikê (zikmakî): Zarok zimanê xwe yê dayikê di destpêkên salên ewil de ji dê û bavê xwe fêr dibe. Yanê zarok beriya dest bi mektebê bike zimanê xwe yê dayikê li malê fêr dibe. Li mektebê (xwendegeh, dibistan) zarok dest pê dike xwendin û nivisînê û dersên din fêr dibe. Yanê meriv zimanê dayikê li malê û di nav civaka/çandî de fêr dibe.
2. Zimanê kurdî li ber fêrbûna zimanê tirkî ne asteng e.
Piraniya merivên li cîhanê, (dinyayê) yan dudo yan jî ji dudoyan zêdetir zimanan dizanin.(5)
Ji bo vê argumanê, nimûneyê herî baş jî em kurdên salmezinên li nav sînorên Tirkiyê dijîn in.
Ji ber ku di dema zarokatiya me da jî zimanê kurdî li Tirkiyê qedexe bû lê dê û bavên me li malên xwe bi zimanê kurdî diaxivîn. Ji ber vê yekê ye ku em salmezinên îro bi hêsanî him zimanê xwe yê zikmakî him jî bi tirkî dizanin. Yanê em kurdî li malê ji dê û bavê xwe û tirkî jî li xwendegehan de fêr bûn.
Zarok çawa fêrî zimanê dayikê dibe:
Zarok di nav pênc salan de him ziman û him jî rêziman û bilêvkirina wî zimanî hîn dibin, ji ber ku mêjiyê zarok her roj bi awayekê aktîv bi zimanê ew bikartîne ve meşxul e. Bi zanistî hatiye îsbat kirin, Zanist dibêje: Fêrbûna zimanî ya otomatîkî bikaranîna hafizayê ve pêk tê, û ew procedurahafizayê bandorê li beşên mêjî yên ku axaftinê kontrol dikin, lê her weha tevger û balansê jî dike.(6)
Zarokek pênc salî beriya ku dest bi mektebê bike bi qasî 2000-3000 peyvên zimanê zikmakî dizane û ew bi derûdora xwe re bi hêsanî dikare bipeyive û wan têbigihîje.
Ji ber vê yekê ji we kurdên xwe wekî kurd nasdikin tîka (rica) dikim bi zarokên xwe ve li malê bi kurdî bipeyivin.
Zimanê kurdî mîrasê dê û bav, kal û pîr, bapîr û dapîrên me ye, ji bo em rêzê li bapîr û dapîrên xwe bigrin, divê em bi zimanê wan bipeyivin û zarokên xwe fêrî zimanê wan bikin. Ji ber ku zarokên me pêşeroja civata kurda ne. Û em baṣ dizanin ku her zarokekî kurd ku fêrî zimanê kurdî bibe, wê herî kêm 70 – 80 salên din jiyana zimanê kurdî dirêj bike.
Duvar