Leylàna Rastîyê
Nivê şevê ye. Ezman bê stêr e. Bayekî sar û dijwar tê. Li ser rêke asè û xwehr bi hezaran ù bi sedhezaran kurd, pîr ù ciwan jin û zaro, sax ù nesax diçin.
Di dora wan de gund û bajar xirbe ne. Ji bixêriyan dû dernakeve, reyina seh nayin.
Rez ù dehl, zevî û çinîn şewitandî ne. Ne fêki hene ne jî darên delal. Mazî, deyndar, rèlî, guhîj û darèn berû hişk in. Wek kêlên tirban mane. Wek kêlên miriyên kurdistanê. Kerîyên pez û garanên dewaran xuya nabin. Çarmedor kavil, kavileki tarî.
Ji dûr ve, heroj , roj dibiriqe, bajarên mezin ù gundèn ava xuya dibin. Ji dûr ve, gelek dûr, di buharè de, kulîlk dibişkivin dest û mèrg, germiyan û zozan bi giya û bi hêşinayî dikenin. Buhişta bihn û reng deriyên xwe vedike.
Lê di wê rê de, di wî gelîyî de ronahî nîne, tav nine, roj dernakeve, ne rojhelat û ne jî rojava heye. Birîndar ji èşèn birînên xwe, jin û zaro ji birçîtî ù tîhniyê dinalin û digirîn. Zaroyên berşîr jî birçî ne. Memikên dêyan zuwa ne.
Kes kesî nabine. Gelek caran di tarîyê de rèwingî rêyên xwe winda dikin. Hinek ji wan dikevin, di kortal û çalan de winda dibin.
Lê ev koma kurdî bi zehmet, bi cefa, bi xwîn û birîn pêşve diçe. Di şûn xwe ve di rèça xwe de bi sedan dilsotî, can şewitî û birîndar û mirîyan dihêlin. Bê tirb û bê kèl wan berdidin. Wisan bi salan ve ev kom bi rê ve çû.
Di tarîya şevê de, di badevê de, di sarîya zivistanê de pèşve çû, serborî û serhatiya xwe, bi mirî û birîndarên xwe, li ser rèya xwe nivisand û çap kir.
Ev kom şevekè giha zozonekî spehî, di pêşberê çiyakî bilind û mezin. Gelek sal hebûn ko vê koma hê ronahî û şabûnî ne dîtibûn.
Ji nişka ve di pèşberê wê de ronahîke zelal çirisî. Rêya wê a asè, rast, sivik û xweş bù. Ne kevir man û ne stirî. Çarmedor hêdi hêdî xuya bù. Ji her gir, ji her palên çiya, ji her deşt, ji her serên kaniyê gundekt ava û xemilandî diyar bû û komê re kenî. Mêrg û çiman, rez û bexçe bi sosin ù rèhan, bi nèrgiz ù benefş bi gulnexwîn û belalizk teyisîn.
Birindar li birînèn xwe dinêrin, dibînin birina wan goşt girtiye. Dê li zaroyên xwe mêze dikin û dibînin ko êdî rûyên wan ter û taze ne, ne zer in û ne bi hêstir in, hinarikên rûyên wan wekî gul û gulnexwînan sor in. Li memikên xwe mêze dikin tejî şir bûne. Rihspî û pîrejin xwe ciwan dihesin, dibînin ko ji dilèn xwe re xort bûne. Ji nişûvên çiyan ù zozanan pez dadikevin jêr. Berx ù karik di çèreke bor û bilind de xwe hildavèjin û dileyizin.
Xelkên komê dikenin ù distirên, hemî bi govend û saz in. Hemî ji hev dipirsin:
-Ma ew nalin û girîn kû ve çu??!!!:
Çi qewimiye ko çarmedora me ji nişka ve, husan ava ù xweş; dewlemend ù rengin bû!!!! Ma em ketine buhiştè!!!
***
Rîhspiyek ù pîrejinek bi gopalèn xwe serê çiyayî nişa komê kirin, komè çàvên xwe zîvirandin wî çiyayî, hùr mêze kirin. Di serê çiyayî de, xorteki bi bejn ù bal, xorteki zexm u nèr, xorteki çeleng jêhatî, xorteki bi goşt ù gewde, xortekî délal û spehî çavên xwe di gemirîne û vekèşa tîne xwe.
***
Ji komê dengek bilind û qîrek şabùnîyè rabù.
Kom ji rîhspî û pirêjinê pirs kir:
-Ez niho dibînin û seh dikim, ronahîya min ne ji rojê ye, lê belê, ji çavên wî xorti tê!! ma çi qewimiye!!!
Ji dilxweşî du hêstirèn germ li ser rûyè pirêjinê de tên, ji nû ve wî xortî nîşa komê dide ù bi dengê dia û zarî dibèje:
-Kurdistan ji xew rabû!!!
Dr. Kamiran Alî Bedir-Xan
Hawar 203-4
Helbesta Cegerxwîn ji bo Celadet
Kula Dil
Begè min, serwerê min ey Celadet
Şehè min, rêberè min pur edalet
Tu binivîse di Hawaré selavan
Ji ber min ve li kurdmancan temaman
Çi kurdmancèn Enadol û çi sûrî
Çi loran û çi gewran û çi sorî
Çi gavan û çi şivan û çi mîr e
Gelek behtir li kurdmancèn Cizîr e
Ji Nafiz beg bipirse ey begè min
Çi derman e, ji bo derdê dilè min
Birîndar e, ji ber daxa welat e
Gelo derman heye jê re, li ba te
Belê îsa ji ezman hate xwarê
Welê disa ne dî jê re tu çare
Bi ser sînga me danî destè taze
Di rengê ayinê di dil ne saz e
Dikir kîrîn digo derdè evîn e
Ev e, derdè li Ferhad û Şirin e
Ev e, derdè ko pè çûne Mem û Zîn
Tu dê bimri bi vî derdî Cegerxwîn.
Cegerxwinè Kurdî
Hewar 188