Rêya rizgariya Kurdistanê di yekîtîya netewî re derbas dibe!
Serdestên dagîrker, ji bo tunekirina Kurdan, herî zêde Kurdan bi kartîne; loma divê Kurd yekîtîya xwe sazbike!
Wek her civatê, di civata Kurd de jî sinif û kategorî, bawerî û îdeolojîyên cuda cuda hene. Lê ya rastî, axa û begê me jî, şêx û melayê me jî, bazirgan û sermîyandarên me jî bindest û kole ne. Vana kengî xwestine wek Kurd li welat, bazar, dewlemendî, ziman, çand û dîroka xwe xwedî derkevin, mêtinkarîya tirk bi girtin, îşkence, koçberkirin û dardakirinê ew ceza kirine.
Neteweya Kurd û gelên li Kurdistanê dijîn, ne xwedîyê yek bawerî û olekê ne. Loma ne rast e ku em li ser asasê yek ol yan yek bewerîyê bi rêxistin bibin. Ji bo vê ji me re rêxistinî û yekîtîyek netewî ya demokratîk pêwîst e.
Li gorî bawerî û îdeolojîyekê û li gor berjewendîya sinefekî bi rêxistinbûna qolonîyek wek ya Kurd ku topyekûn tê rûxandin ne rast e. Ji bo ku gelê me ne xwedîyê rejîmek aborî û sîyasî ye, sinifekî ji civata Kurd ku serwerîyek aborî û sîyasî danîbe jî tune ye. Îro her tiştê me ji alî efendîyên me yên kolonyal tê tayinkirin. Loma rêxistin, enî yan partîyek neteweyî ku hemî gelê Kurd temsîl bike ji me re pêwîst e. Berevacî vêna, rêxistinên dînî, îdeolojîk û sinifî, hêza neteweya Kurd ji hev parçe dike, doza rizgarîyê asteng dike.
Li gorî bawerîyên olî û îdeolojîk, xwanêkirina dost û dijminan jî ne rast e; berevacî vêna ji bo tekoşîna rizgarîya gelê me dibe asteng. Li dijî doza me ya netewî kîjan hêza cîhanî alîkarîya dijminê me neke yan alîkarîya me bike, ew kare bibe dostê me. Loma divê rêxistinî û yekîtîya me, li gor berjewendîyê netewî bê sazkirin û firehkirin.
Serdestên mêtinkar, ji bo bigehên armanca xwe, ev sed sal in ku berê gelê Kurd daye îlegalîte û şîddetê; bi hêza rêxistinên xwe yên mîlîter, şerê taybet, mafya, îstîxbarat û terorê, bi rêya sabotaj, sûîqast û provokasyonan civata Kurd misêwa terorîze kirîye, di bin tade û xofa mirinê de hîştîye. Tenê bi rêxistinî û hişmendîyek yekîtîya netewî em dikarin vê sîyaset û terora dijmin vala derxin.
Serdestên Kurd ji bo berjewendîyên xwe, di seranserê dîrokê de gelek peyman û hevkarî çêkirine; lê bi hezar dafik, dek û dolaban hêzên Kurd bi rêya eşîret, ol û mezheb, îdeolojî û sîyaset ji hev parçe kirine, li hev kirine dijmin û neyar û bera berhev dane.
Divê em dev ji rêxistinîya marjînal, antî demokratîk û otorîter jî berdin. Em partî û rêxistinan mîna eşîret û terîqeta nebînin. Divê em wek netew, wek civata Kurdistanî bifikirin, birêxistin bibin û bitêkoşin.
Divê em ne partî û rêvebiriyên dijminê xwe yên otorîter û totalîter û nîjadperest, lê partî û rêvebirîyên welatê demokratîk û medenî ji xwe re mînak bistînin.
Divê di nava yekîtîyek netewî de, em rûmetê bidin hemû alîyên neteweya xwe; em rêxistinîyek netewî ya demokratîk, cihêreng û cihêdeng ava bikin.
Ev sed sal e ku statuya Bakurê Kurdistanê nehatîye guhertin. Armanc û daxwazên bav û kalên me wê demê çi bû, îro jî nehatîye guhertin. Civata Kurd, îro di warê ziman, çand û rûmetên netewî de berbe tunebûnê de diçe.
Ji bo parastina nîrxên civatî û dîrokî û rizgarîya netewî, rêyek me tenê heye: ew jî yekîtîya netewî ye. Divê ev yekîtî hemî rêxistinên netewî himbêz bike.
Berpirsiyarîya her sîyasetmedar, rewşenbîr û welatperwerekî Kurd, divê kêfa xwe ji yekîtîya PAK û TDK-Tevgerê re bîne û piştgirîya vê yekîtîyê bike, bi helwes û xebata xwe, bi rexne û pêşniyarên xwe vê yekîtîyê xurt bike û bi pêş bixe.