Siddik BOZARSLAN
Di gengeşeyên Lozanê da şola Musulê û nufûsa kurdan
Wek tê zanîn Konferansa Aştîyê ya Lozanê, di 20ê çirîya paşîn 1922an (20.11.1922) da, roja sêşemê despêdike. Seremoniya Konferansê bi axiftina Serokcumhurê Swisreyê M. Haab, wek xwedîyê malê, vedibe. Paşê aktorên sereke berpirsê nûnerên Ingilistanê Lord Curzon û berpirsê nûnerên Turkiyeyê İsmet İnönü diaxifin. Zimanê konferansê bo protokolê fransî tê qebûlkirin û pêşnîyaza turkî tê redkirin. Jibo axiftinan jî fransî, ingilizî û italî bûne zimanên konferansê. Her weha dı 21ê ç. paşîn 1922an da hevdîtin di navbera alîyan da despêdikin.
Di rojên 21ê çirîya paşîn – 8ê kanûna pêşîn 1922an (21.11- 8.12.1922) da civînên cuda çêdibin û di wan civînan da şolên babetên teknikî, Sînorê Trakyayê, Deynên Osmanî, Mubadele, Qebristanan, Girtîyan, Boğazan, Adayan û Kapitulasyonan, dibin mijarên gengeşe û civînan. Di civînan da li ser navê heyeta turkan bi awayeke giştî Îsmet Paşa û Riza Nur û alîyê ingilisan jî Lord Curzon diaxifin. Dema di 27ê çirîya paşîn da dor tê ser şola Musulê; Îsmet Paşa ji Lord Curzon ra pêşnîyaz dike ku ew babet bi taybetî di navbera Turkiye û Îngilistanê da were gengeşekirin û Lord Curzon jî wê pêşnîyazê qebûl dike.
Dema şola kurdan di gengeşeyên Lozanê da hatîye rojevê; di derbarê nufûsa kurd û turk û ereb da jî dijberîyên dijwar xwe nîşan dane; jibo alîyê turk û ingilis jimareyên balkêş hatine rojeva civînan. Wek tê zanîn dema şola Musulê were rojevê, divê xwendoxên hêja herêmên Musulê, Kerkûkê, Silêmanîyê, Hewlêrê û Dihokê di nav helqeyek da bibînin. Heman tişt jibo sinorê ”Misak-î Millî ya Turk” jî her tim ji alîyê rêvebirên turk ve hatine parastin ku ew der yên wan in û di nav sînorên Misak-î Millî da ne.
Jimareyên ku Heyeta İngilisan jibo 1921ê nîşan dane
(Jimareyên jibo sala 1921ê yên Musul, Kerkûk, Suleymanîye û Erbîl)
Kurd 454.720
Turk 65.895
Arap 185.763
Hirîstîyan 62.225
Yahudî 16.865
TOPLAM 785.468
Jimareyên ku Heyeta Turk jibo 1921ê nîşan dane
(Jimareyên Sancakên Musul, Suleymanîye û Kerkûkê- 170 hezar koçber nehatine jimartin ku piranîya wan kurd bûne)
Kurd 263.830
Turk 146.960
Arap 43.210
Yahudî 18.000
Gayri Muslum 31.000
TOPLAM 503.000 (Binêr, Seha L. Meray, Lozan Barış Konferansı Tutanakları, Takım I, Cilt I, Kitap I, s. 343, Ankara Üniversitesi SBF Yayınları, 1970 Ankara )
Wek di van du lîsteyan da xuya dibe; di lîsteya turkan da derdora 200 hezar nufûsa kurdan kêm hatîye jimartin. Her weha nufûsa ereban jî nêzîkî 150 hezar kêm hatîye nîşandan; lê nufûsa turkan jî, derdora 100 hezar zêdetir hatîye nivîsîn. Loma alîyê ingilisan gotine ku reqemên ku turk nîşan dane kevn in û kêmayî di wan da hene; nufûsa turkan li herêmê di binya %10yan da ye û nufûsa ereban ji ya turkan jî zêdetir e.
Di vê mijarê da tiştên ku turkan raxistîye pêşîya ingilisan jî gelek balkêş in. Bi kurtayî li gora teza turkan: ”Li herêmê nufûsa turk û kurdan bi tevayî %85 e û ew der girêdayê osmanîyan bûn û loma divê ew herêm bi Dewleta Turk ra were girêdan. Kurd, bi eslê xwe ji koka Turanê hatine û li Meclisa Turk jî digel turkan beşdarî kirine û dahatuya (qedera) xwe bi turkan ra dane girêdan. Yanî bi gotineka dî turk û kurd xismên (eqruba) hev in û wek goşt û neynûk bi hev zeliqîne û kurd li dijî ingilisan in û ji wan hes nakin.
Li hemberî teza turkan ya înkar û tunekirinê (genocideyê), teza ingilisan jî balkêş bûye. Lord Curzon jî gotîye ku ”kurd ji turkan cîyê ne, zimanê wan nêzîkî Îranê ye; ´eger ez ne kor bim, ez turk û kurdan tevlîhev nakim, ez di her rojên hefteyê da dikarim kurdek ji turkekî cuda nîşan bidim´ û li herêmê nufûsa ereban jî ji ya turkan zêdetir in û wd.” Ji ber van sedeman L. Curzon dibêje ku pêwist e kurd digel ereban di nav sînorên Îraqê da bijîn. Ji ber ku Curzon mafên kurdan yên neteweyî û demokratik naparêze û kurdan bi erebên Îraqê ve dide girêdan; di vê çarçoveyê da ew ji politika Ankarayê ra jî xizmetê dike.
Nivîs Didome