Cano AMEDÎ
Zindana Diyarbekir Tipa-E, ne tenê di dîroka gelê Kurd de, di dîroka mirovahîyê de jî rûreşî û hovîtîyek li dijî xîret û rûmeta mirovî ye. Di çaryeka dawin ya sedsala bistan de, ji bo tunekirina tevgera rizgarîya netewa Kurd, Hefsa Amedê wek laboratuwarek îşkenceyên mejîşuştin û tunekirina kesayeta mirovên Kurd hat karanîn. Têkoşerên gelê Kurd jî li hemberi işkence û zilma hêzên dewletê yên nîjadperest, zîndana Amed kirin qada berxwedan û rûmetê.
Ji bo ku li ser hovitiya 5 Nolî gelek pirtûk hatin nivîsîn; gelek roportaj, rojname, kovar, bernameyên tv, vîdeo û fîlm hatin weşandin, li platformên demokratîk yên navnetewî, kiryarên li vê zîndanê wek sûcê dijî mirovahîyê hat qebûlkirin; êdî hin kesên dewlet îdare dikirin jî îşkenceyên li vê zîndanê li dijî mirovên Kurd hat kirin, bi armancên sîyasî şermezar kirin. Loma hin berpirsên hikûmetê jî bi armanca propaganda û berjewendîyên sîyasî, qebûl kirin ku vê zîndanê bikin muze. Ji bo ku ev zîndana 5 Nolî bibe muzexane, ev 42 sal in em hewladan û bangawazî dikin.
Ji ber ku ev zîndan, di jiyana me hemûyan de gelek bi bandor û bi êş e, em hemû mexdûr, şahid û berxwedarên wan rojên reş in. Êş, birîn û trawmayên wan rojan di jiyana me de, di ya malbatên me de, di nav civata me de, xwedî bandorek mezin e! Qîrîn û hawarên me hê jî di wê zîndanê de deng vedide. Em dizanin ku ravebirên dewleta Tirk, ji bo doza Kurd û Kurdistanê bin ax bikin, zîndana Amedê wek laboratuvarekê bikar anîn. Îşkence û zulma me dît, ne ji sedemên şexsî bû, ew ji ber sîyaset û stratejîya dewletê ya tunekirina doza kurd bû.
Valakirina 5 Nolîyê gavek baş e, lê ji bo paşeroja vê hefsê, çi projeya Hikumetê heye ne dîyar e. Ji ber vê, em mexdur û zindanîyên Hefsa Diyarbekir ya Tîpa-E, dixwazin di dahatu û sazkirina muzexaneya wê de, cih bigrin û bibin teref. Çimkî em alîyê esasî ne! Yên îşkence dîtine, yên bi zilim û êşên giran re rûbirû bûne em in! Di derheqê zîndana Amedê de, derbarê dîzayn kirina muzeya rûreşiya mirovahiyê de, divê em jî xwedî biryar bin. Divê di derbarê muzê de, peşniyar û daxwazên me esas bên girtin. Em alîyê KURD ku li vê zîndanê yên mazlûm ku îşkence dîtîne! Hevalên me hatine kuştin, seqet mane û bi nexweşîyên giran ketine, jiyana me serûbin bûye. Divê hewldan û dîzayn kirina îşkencexanê, li gor vê rastîyê bê meşandin.
Di zîndana Amedê de, hemû beşên civata Kurd bi işkencan re rûbirû man. Ne tenê Kurdên ji rêzê, oldar, parlamenter, parêzer, şaredar, serok eşîr û karsaz, bi şêweyên hovane îşkenceyên giran dîtin û jîyan.
Ji van îşkence, zulum û zordarîyên sîstematîk ku li me hatîye kirin, dewlet berpirsîyar e. Dewlet aliyê tawanbar e! Loma divê em bi piştgirîya raya giştî, doza lêborînê ji dewletê bikin. Piştî cûntayê, gelek hikumet hatin û çûn, lê tu hikumetek bi giranî li ser vê dozê ranewestîya û dozên hat vekirin jî bi zanîn kes nehat cezakirin. Ev îşkencedar, heta niha ji alî dewletê ve hatine parastin. Divê dewlet arşîvên wê demê veke û rê bide ku lêpirsîn destpê bike.
Ji bo BÎRDARÎyek dîrokî û civakî, em radestî nifşên nû bikin, pêwîst e em bi hev re bîra vê zîndanê zindî bigirin, bi şêweyek hevbeş, bi hevkarî û yekrêzîyek weke berxwedana 5ê Îlonê û 3yê Çile xwedî helwest bin.
Divê zîndana Amedê li gorî şert û mercên navbera 1981 û 1984 ji nû ve bê vejiyandin. Hêmû şêweyên îşkence û zulmê, li gor wê demê bê fesilandin. Ji nivîsên dîwar û qawîşan bigirin, ji merş û xwendina pirtûkên nijadperestîyê, divê hemû şêweyên îşkencan û jiyana qawişan li gor wê demê bê sazkirin. Lîsteya kesên hatine kuştin, yên seqet mane bên tespît kirin. Li ser wan pêşnîyaran, em dikarin çerçeveya dîzayn kirina muzexanê berfireh bikin.
Ji bo ku carek din dubare nebe…
Jo bo ku miletê Kurd carek din rastî hovîtîyek wanî nebe…
Ji bo ku nifşên dahatî û hemû dunya, di derbarê kiryarên dijî mirovahîyê li Zîndana Amed Tîpa-E de hişyar bin.
Divê Hefsa Diyarbekir, bi beşdarîya mexdur û zindanîyên wê derê, wek muzexane bê dîzayn kirin.
Jibo vê yekê dikare ji mînak û ezmûnên welatên din sûd bê wergirtin:
Kampên Nazîyan di vî warê da nimuneyên balkêş in.
Emna Sor ya Silêmanîyê divê wek model were qebûl kirin.
Bi vê mebestê, em bangî raya giştî, hemî hiquqnas, aştîxwaz û mirovhezan dikin ku di vê mijarê de baldar bin, xwedî li daxwaza me ya rewa derkevin û piştgirîyê bidin; da ku 5 Nolî bibe Muzexaneya Bîrdarîyê. Em spasîya xwe ji bo piştgirî û keda hemû sazî û dezgehên sivîl, kesayetên têkildar pêşkêş dikin. Spas ji bo beşdarbûn û keda we.
30.12.2022