Siddik BOZARSLAN
Bavê wî Şêx Husameddîn Alî yê Bidlîsî, li Dîyarbekrê katibê Saraya (koşka) Uzun Hasan bûye ku sultanê Akkoyunîyan e. Dema Koşka Uzun Hasan di 1469an da neqlê Tebrîzê ya paytext dibe, ew jî li wir cîwar dibe. Î. Bidlîsî, piştî mirina bavê xwe ew dest bi katibîyê dike û karê bavê xwe didomîne. Lê dema Safewî dawî li hukmê dewleta Akkoyunîyan tînin, Î. Bidlîsî ji Tebrîzê direve Stanbolê û dikeve şûna bavê xwe, yanê karê katibîyê didomîne. Ne pêwist e ku mirov bêje, karê katibîya Koşka Sultan, ne karekî ji rêzê ye. Ew karekî gelek xesas e û divê bi bîr û bawerîyeke qeîm girêdayê sultan be û bê guman sultan jî jê bawer be. Yanî bi dualî bawerîyeke temam divê di navbera wan da hebe. Loma nirxandina li ser Îdrîs-î Bidlîsî, divê di çarçoveyeka îlmî da were kirin. Bi awayeke hêsa û ne îlmî jibo wî ku heta nuha hatine kirin, nirxandinên ne rast in û ji heqîqetên civakî yên wê demê dûr in.
Jibo têkilîyên Yavuz Sultan Selîm û Îdrîs-î Bidlîsî û di wê çarçoveyê da fermannameyeke Y. S. Selîm ku ji Î. Bidlîsî ra rêkirîye giring e. Ji naveroka wê fermannameyê mirov têdigihe ku di nav wan herduyan da bawerîyeke qeîm heye. Loma min pêwist dît ku wê fermannameyê bi Kurdî biweşînim:
”Jibo Hezretî Mewlana Hekîm Şêx Îdrîs, xwedîyê fezîletan û dostê sultanan!
Bila haya te jê hebe ku nameya te gîhaşt me. Bi saya serê xerckirina hemî xîretên we, xebatên we yên sadakatê û durûstîya we, fetihkirina Dîyarbekrê û derdorên wê mumkûn bû. Ji ber vê serfîrazîya we, bila rûyê we sipî be. Înşallah ew şeref bibe para we ku derên dî jî werin fetihkirin. Di vî derbarî da yê ku ez pê bawerîyê dikim, tenê tu yî.
Jibo di karên rêvebirîyê da werin xebitandin û li eskeran werin belavkirin, digel tahsîsata pêwist du hezar (2000) şûrên bi zêr nexişkirî, du hezar (2000) sikke zêrên Frenk, Filorî, yek samûr û yek kurkê vaşak û wekî dî çuha û ji cinsên cuda/cîyê kurkek û dîyarîyên cîyê hatin rêkirin. Înşallah ewana bi silametî bigihîn we. Bi sîhhet û silamet wan bikar bînin.
Li wîlayetan, li sancakên ku min wan parve kir, begên Kurd ên ji me ra îtaatê kirine, li gora kirdayetê û lîyakatan wan taîn bike (hilbijêre).
Mehmet Paşa ku Begêbegan yê Dîyarbekirî ye û ji alîyê me ve rûmeta (qîmeta) wî pir mezin e, bi Nîşan-î Şerefa min ve îmzakirî ye, ez wê dişeyînim (rê dikim). Ji wî ra teqdîm bikin. Li herêmê rewşa wîlayetan û sancakên ku ji her begî ra hatîye dayîn, rewşa jimareyên wan û lakabên began, navên wan ji me ra rêkin.
Nîşanên ku jibo began hatine rêkirin, ji wan ra taqdîm bikin.
Kurê Erdebîlî Îsmaîl (Şah Îsmaîl), bi navên Behram Axa û Huseyin Beg, du elçî (qasid) rêkirîye. Ew didin dîyarkirin ku Îsmaîl ji min ra îtaatê dike û her fermanê min dê bîne cî. Min ji wan bawer nekir û her duyan jî avête zindanê. Tu jî li hemberî wî hişyar be û bawerî bi lavakirina wan neke.
Darulhîlafet- Edirne” (Botan Amedî, knd, r. 125-126)
Wek di vê nivîsara padîşahê Osmanî da xuya dibe û wek ku em di emelê (pratika) Î. Bidlîsî da jî dibînin ku min li jor jî dabû zanîn ku di navbera her duyan da bîrûbawerîyeke temam heye. Jibo Î. Bidlîsî, ev hewildanên wî bê guman hewildanên civakî, sîyasî û nasnameyî û kedîkirina ideolojiyek e ku van faktoran hemî jibo Î. Bidlîsî êdî bûne wek kultûrek ku wî wê kultûre ji bavê xwe jî girtîye û ji rewşa eşîr û mîrekîyên civata xwe jî girtîye. Loma ev mijar jibo min dibe nirxandineke piralî ku di nivîsareka dî da ez dê wê binirxînim, her wek ku min di anekdota jorîn da jî daye zanîn. Mîsal: Îdrîs-î Bidlîsî çima hewce dîtîye ku li ser jîyana padîşahan kitêb binivîse û jîyana padîşahan wek bihişt (cennet) bi nav bike ku ew padîşahên ku ewladên xwe jî kuştine û wd..