Siddik BOZARSLAN
Wek tê zanîn Peymana Amasyayê di 1514an da çêbûye. Ev peyman di navbera Padîşahê Osmanî Sultan Selîm û derdora 25 Rêvebirên Kurd da pêk hatîye. Bêguman mîmarê rêvebirên civata Kurdî jibo wê peymanê, Îdrîs-î Bidlîsî (1452-1520) ye. Lê pêwist e ku mirov şertên berîya wê peymanê û Şerê Çaldiranê bîne ber çav û bi kurtayî be jî rewşa wê demê derxe meydanê. Di wê çarçoveyê da rewşa civata Kurdî yên sunî û alewî jî divê li ber çavan were girtin. Eger em rewşa wê demê ya hundur û derve jibo civata Kurdî nedin zanînê û zelal nekin, mirov nikare nirxandineke îlmî çêke.
Divê em bidin xuyakirin ku tevayîya sedsala 15.an jibo beg û eşîrên Kurdan , sedsaleka ne baş bûye û bi gelek zehmetîyan derbas bûye. Ji ber ku rêvebirên (beg-eşîr) Kurdî di nava agirên Akkoyunî û Karakoyunîyan da mane ku ew herdu Baskên Turkmenan bûne û li dijê hev şer kirine. Di wan şeran da jî yên herî zêde xisirîne, Kurd bi xwe bûne. Di 1403yan da Akkoyunîyan herêma Dîyarbekrê zept kirine û Dîyarbekir ji xwe ra kirine serbajar (paytext). Di dawîya 1460an da Uzun Hasan, zorbirîya Karakoyunîyan dibe û Tebrîzê bi dest dixe. Bi vî awayî Akkoyunî dibin serdestê (hakimê) Kurdistanê.
Îcar em piçek behsa safewîyan bikin. Tarîqeta Safewîyan, di dawîya sedsala 13. an da li Erdebîlê saz bûye ku ev der, di bakurê Îranê ya îroyî da ye. Di 1440an da tarîqet di nava turkmenên Akkoyunîyan da dest bi rêxistinîyê dike û Şîatîyê belav dike. Serekê tarîqetê Şah Îsmaîl, di 1501ê da Tebrîzê zebt dike, dawî li Dewleta Akkoyunîyan tîne û dewleta xwe ava dike. Avabûna Dewleta Safewî, jibo turkmenên Îranî jî dibe navendeke cazîbeyê û loma safewî ber bi rojava ve belav dibe. Bi vî awayî hîmê Şerê Çaldiranê derdikeve meydanê ku pêşveçûnên safewîyan jibo Osmanîyan êdî bûye xeter.
Di wê rewşê da jibo Osmanîyan, rawestandina safewîyan bi saya serê tifaq û hevkarîya Kurdan mimkun dibe ku herêma Kurd wek tampon were bikaranîn. Bê guman rêvebirên Osmanîyan fikirîne ku bi rîya tifaq û hevkarîya Kurdan, hem Kurd dê bibin dîwareke qeîm li dijê Îranê û hem jî dê têkilîyên safewîyan û begên turkmenên Anatolyayê werin birîn. Ew tifaq û hevkarîya ku Osmanîyan difikirîn, jibo rêvebirên Kurdan jî dibe firsetek ku bi Osmanîyan ra tifaqan çêkin. Ji ber ku eşîrên Kurdan ji hev belwela bûne û nikaribûne bi îradeyên xwe yên azad werin ba hev û tifaq û hevkarîyan çêkin.
Piştê îlankirina Dewleta Safewîyan, derdora 11 Begên Kurdî diçin huzûra Şah Îsmaîl ku wî pîroz bikin. Balkêş e ku Ş. Îsmaîl wan rêvebirên Kurd davêje zindanê û di şûna wan da zilamên ku sadiqê îradeya wî ne, tîne ser kar. Li hemberî wê politika Ş. Îsmaîl, Sultan Selîm jî ji rêvebirên Kurdî ra bi awayek sozên otonomîyê tîne cî. Di wê politikayê da hedefa hewildanên Şah Îsmaîl ew in ku Mezhebê Şîatîyê bi Kurdên Sunî bi çova zorê bide qebûlkirin. Li dijî wê politikayê, ji Yavuz Selîm ê Sunî ra jî dibe firset ku Kurdên Sunî jî di bin rêvebirîya Osmanîyan da werin ba hev û li dijî Îranê bibin dîwarek.
Di çarçoveya jorîn da ku min bi kurtî da zanîn; hîmên çêkirina Peymana Amasyayê hatîye meydanê. Tê gotin ku Peymana Amasyayê di navbera Padîşahê Osmanîyan Yavuz Sultan Selîm û 25 Begên Kurdî da çêbûye ku mîmarê wê lihevhatinê jî Îdrîs-î Bidlîsî ye. Lê xuya dibe ku di Şerê Çaldiranê da 15 rêvebirên Kurdî digel hêzên xwe yên çekdar beşdarî kirine û bi saya wê piştgirîyê, Osmanî bi ser ketine. Mirov dikare bi hêsayî bêje ku hêzên Kurd di vî şerî da pêşengî kirine û loma Osmanî bi serketine. Hukmên wê peymanê bi kurtî weha ne:
– Osmanî, dê parastina otonomiya Begên Kurdî biparêze; rêvebirîya Begên Kurdî dê ji bavê derbasî lawî bibe û bi fermana padîşah bibe qethî.
– Di hemî şeran da dê Kurd digel Osmanîyan cî bigrin û Osmanî jî dê li dijê êrîşên derve Kurdan biparêzin.
– Begên Kurdan dê bacê (wêrgu) bidin Osmanîyan ku ew miktar Osmanî didin kifşkirin.
Piştî pêkanîna Peymana Amasyayê, Îdrîs-î Bidlîsî, Begên Kurdan tek u tek zîyaret dike, ji wan dixwaze ku dezgah û heyîyên safewîyan hemî werin ruxandin û paqijkirin. Bi vî awayî bingehê peymanê fireh dibe û ew begên ku ji alîyê îdareya safewîyan ve hatibûn dûrxistin, careka dî dizivirin ser erdên xwe û cîyê xwe yên rêvebirîyê distînin. Bi wê awayî ji sînorên Maku, Musul û heta Baxdayê zencîreke Kurdî pêk tê ku di wê çarçoveyê da hemî Kurd digel hêzên Osmanî di Şerê Çaldiranê da cîyê xwe distînin. Ev rewş heta Peymana Qesra Şîrîn didome ku di 1639an da çêdibe û dibe sînorên Osmanî û Îranê.
Balkêş e ku piştî Şerê Çaldiranê, Y. S. Selîm berpirsîyarî dide Î. Bidlîsî ku digel Begên Kurdan biaxife da ku ji xwe ra bi navê ”Begêbegan ê Kurdistanê” (Kürdistan Beylerbeyi) serokek hilbijêrin. Mixabin ku Begên Kurdan nikarin di nava xwe da lihevhatinek çêkin ku yekî ji xwe ra bikin serok. Bi tabîreka dî, ji ber ”ez-ezîyê” begên Kurdan nikarin yekî ji xwe ra bikin serok an berpirsîyar ku em li jêr vê rastîyê ji devê Î. Bidlîsî dibîsin; loma ew rewşa wan a hundurî ye ku ew bûne mehkûmê Osmanîyan ku bi wan ra lihevhatinek çêkin. Felsefeya ku Îdrîs-î Bidlîsî jî birîye wê merhaleyê, ev şola ”ez-ezîyê” bixwe ye.
”Di pêvajoya Şerên sînorî yên Dewletên Osman û Safewîyan ku jibo hukumkirina Kafkasyayê, Azerbaycanê, Kurdistanê û Îraqê pêk hatine wek 1514-1516, 1534-1556, 1587-1628, 1636-8, 1724-32; piranîya mîrên Kurdan beşdarî kirine û digel Osmanîyan cî sitandine… Di pêvajoya Şerê Çaldiranê da Mîrên Kurdan, Îdrîs-î Bidlîsî rêdikin cem Sultan Selîmê I. da ku ji rêvebirîya xwe berpirsîyarekî wek Begêbegan hilbijêre jibo Kurdistanê ku ew Kara Hanî ji Kurdistanê biqewitîne. Li ser wê daxwaza Îdrîs-î Bidlîsî jibo Y. S. Selîmê I., ji Îdrîs-î Bidlîsî dipirse da ku ji nav mîrên Kurdan ew kê hilbijêre bo wî karî. Bersiva Îdîrs-î Bidlîsî weha ye:
´Tevayîya wan jî hema hema wek hev in û tu kes ji wan li pêşberî yekî dî naxwaze xwe bitewîne (xwar bike). Jibo têkoşîneka digel hev û bi tesîr li hemberî Qizilbaşan (Alewîyan), pêwist e ku selahîyet jibo xebatkarekî Sarayê were dayîn da ku di nav ahengeke da mîrên Kurdan jê ra îtaatê bikin.” (Rêzan Ekinci, Azîz Efendi´nin Islahatnamesi Üzerine, Kürt Tarihi, Sayi 2, 2012, r. 17) Sultan Selîm wê berpirsîyarîyê ewil dide Îdrîs-î Bidlîsî û paşê jî wî karî dide Mehmed Paşa yê Bisimbêl (Bıyıklı Mehmet Paşa).
Piştî Şerê Çaldiranê û Peymana Amasyayê, di nav civata Kurdî da 3 cûre/tewir rêvebirî (organisation) dikeve nav jîyanê. Li gora fermana padîşah ku daye Begên Kurdan, rêvebirina wan Begên Kurdan di çarçoveyeka weha da hatîye hunandin:
- Begîtîyên tevayî otonom. Di hilbijartina van begên tam otonom da dewlet (yanî Osmanî) eleqeder nabe. Hilbijartina van serokeşîran, wek ku bûye adet, ji bavê derbasî lawî dibe ku ev adet ji mêjedemê ve hatîye domandin. Yanî serokeşîrek dema dimire, kurê wî dikeve şûna bavê xwe û karê serokeşîrîyê didomîne. Padîşah jî bi fermanek wî serokê nû tasdîq dike. Van rêvebiran bacê nadin hukumeta Osmanîyan û xebatên xwe yên rêvebirîyê di warê îdarî û malî da ew bi xwe bi rêve dibin. Hukumeta merkezî, bi tu awayî têkelê karê wan began nekirine. Tenê berpirsîyarîyeke van began hebûne ku di şeran da ew jî digel padîşah beşdarîya şeran kirine.
- Begîtîyên nîv /kismî otonom. Mafê Dewleta Osmanî heye ku mudaxilê Begên Kurdên nîv /kismî otonom in /sancakên Kurdî, bibe. Rêvebirên Began, ji alîyê berpirsê begêbegan /eyalet ve tê kifşkirin, lê yê tê hilbijartin jî li gora adetê, ji alîyê malbata rêvebir ve tê taînkirin. Lê di vê hilbijartinê da dema alozî /nakokî çêbe, wê demê Osmanî mudaxilê wî karî dibe. Lê di vê mudaxeleyê da jî malbata ku bûye alozîya şolê, li derve nayê hiştin. Rêvebirê hilbijartî mecbûr e ku berpirsîyarîyê eskerîyê bîne şûnê, yanî di şeran da digel Osmanîyan beşdarî bike û parçeyek baca ku civandîye, bide dewletê.
- Begîtîyên girêdayê navendê / merkezê yên ji rêzê. Sancakên ji rêzê: Jibo van began wek min li jor dabû xuyakirin, mafê otonomiyê tune û rêvebirên wan ji alîyê hukumetê ve tên taînkirin. Ew jî mecbûr in ku jibo eskerî û bacê (maddî), berpirsîyarîyên ku dikevin ser wan, bînin şûnê û statuya wan sancakan jî wek hemî sancakên ku girêdayê navendê ne, tên bikaranîn. (Ahmet Kardam, Cizre-Bohtan Beyi, Bedirhan, Direniş ve İsyan Yılları, s. 52-59, Dipnot Yayınları 2011, Ankara)
Lê pêwistî pê heye ku ev xal zêdetir were kolandin û bi hûrgilî ew were zelalkirin. “Li ser daxwaz û fermana Y. Sultan Selîm, Î. Bidlîs-î, Kurdistanê li gora herêmên cuda ji hev cîyê kir. Î. Bidlîs-î, ewil Dîyarbekir jibo 19 sancakan parçe kir. Ji van sancakan 11yê wan rasterast bi hukmê Osmanî (Bab-î Alî) ra da girêdan. 8ê dî jî bi girêdayê Begên Kurdî ra man. Li dervayê wan yên ku nîv otonomîya wan hebûn û girêdayê sultan bûn wek hukumetên Cezîre, Hazro, Genç, Palo û Egil jî divê werin jimartin. Sancakên ku girêdayê îradeya Begên Kurdî bûn jî ev bûn: Atak, Mihranîye, Kulp Şamagan, Çabakçûr, Çermîk û Pertek. Ji serokên van Hukumetên Kurdî ra ”Mîr-î Mîran” dihat gotin ku ew di karên xwe yên hundûrî da serbixwe bûn. Li herêma Wanê û derdora wê jî bi vî rengî hukumetan li kar bûn. Wan û derdora wê jibo 37 sancak û 4 hukumet hatibû cîyêkirin. Hukumetên Wanê û derdora wê ev bûn:
- Hukumeta Hekarîyê: Derdora 10 hezar hêza eskerîyê yê daîmî ya vê hukumetê hebû.
- Hukumeta Bidlîsê: Derdora 20 hezar hêza eskerîyê yê daîmî ya vê hukumetê jî hebûye.
- Hukumeta Mahmûdî: Ev hukumet jî xwedîyê 6 hezar hêza eskerîyê bûye û li rojhilatê Wanê jîyane. Ev hukumet ji 120 eşîrên Kurdî pêkhatîye.
- Hukumeta Pa(î)nîyanîş: Ev hukumet jî qasî Hukumeta Mahmûdîye mezin bûye û cîranê Hukumeta Mahmûdîyê ye.
Wek tê dîtin li Kurdistanê hema hemî rêvebirîyên Kurdî xwedîyê hêzên çekdar bûne û van rêvebirên feodal, girêdayê Sultanê Osmanî bûne. Ji 1514an heta 1639an 125 sal derbas bûye ku di wê pêvajoyê da gelek caran şerên Îranê û Osmanî qewimîne û di hemî şeran da rêvebirên Kurdî digel hêzên xwe yên çekdar (derdora 50-60 hezar) beşdarî kirine û guman tune ku di encamên hemî şeran da yên herî zêde xisar dîtine, Kurd bi xwe bûne. Ji ber ku ew wek herêma tamponî di nav du agiran da mane. Loma di vî 125 salî da Kurdan bedêlên mezin dane, malên wan xirab bûne, canên wan binax bûne û Kurdistan wêran bûye.” (Botan Amedî, Kürtler ve Kürdistan Tarihi I, Fırat-Dicle Yayınları İstanbul 1991, s. 126-127)
“Padîşahên Osmanîyan yên ku piştî Yavuz Sultan Selîm hatin ser hukum; ew ketin nav hewildanan ku peymanên Osmanîyan û begên Kurdan bi yekalî xirab bikin û di nav pêvajoyê da begên Kurdan bi xwe ve bidin girêdan. Ev jî dibû sedem/ semed ku navbera Osmanî û begên Kurdan ber bi xirabbûnê here û car caran jî di çarçoveyên biçûk da bin jî hin bûyer qewimîne. Mîsal; di dema Kanunî Sultan Suleyman da Ulema Beg, wek Begêbegan jibo Hasankêf û Bidlîsê hat taînkirin. Lê hukumkirina wê derê di destê Şeref Xan da bû. Li gora maddeyeka peymana Îdrîs-î Bidlîsî û Yavuz Sultan Selîm, rêvebirina Kurdî ji bavê derbasî lawî dibû. Ev taînkirina ku Sultan Suleyman pêkanîbû, vekirîye ku wê peymanê binpê kirîye. Eger pêwist bû ku Şeref Xan ji ser hukum were dûrxistin, pêwist bû ku dewsa wî da kurê wî bihata ser hukum. Loma Şeref Xan ket nav hewildanek li dijî Ulema Beg ku jibo herêmê hatibû taînkirin û li nêzîkê Bidlîsê hêzên Ulema Beg ji alîyê hêzên Şeref Xan ve têkçû. Loma Ulema Beg, ji neçarîyê paşve zivirî. Di buhara 1603yan da dema sadrazam Îbrahîm Paşa dihere sefera Tebrîzê, wê demê Şeref Xan dimire/ wefat dike, di şûna wî da kurê wî Şemseddîn dibe Emirê(begêbegan) Bidlîsê.
Di payîza 1603yan da bajarê Baxdayê ji bin hukmê îranîyan derket û ket destê Osmanîyan. Piştî ku Baxda ket bin hukmê Osmanîyan, walîyê Dîyarbekrê Suleyman Paşa jibo walîtîya Baxdayê hat taînkirin. Ev, di eynê demê da walîyê ewil bû ku ji alîyê Osmanîyan ve hatibû taînkirin. Bajarê Baxda bi awayeke aştî ketibû bin hukmê Osmanîyan. Lê jibo pîrozkirina wê bûyerê, Padîşah Sultan Suleyman, bi navê Şewket Beg, begekî Kurd digel heft(7) hevalên wî dide kuştin.” (B. Amedî, knd r. 128)
”Sultanê Osmanî, hêzeka çekdar ku ji 10 hezar kesên ji eşîrên Kurdan pêk hatibû dide amadekirin û dixin bin fermana Elkas Mîrza û rêdikin ser Îranê. Elkas Mîrza, bi rîya Kerkûk û Şehrezur tê Hamadanê. Vê herêmê û bajarê Kumê dagir dike. Paşê ku hêzên/ eskerên Îranê tên herêmê û hêzên Osmanî nikarin li ber xwe bidin û ji neçarîyê ber bi Karsê ve diçin û ji wir jî dizivirin Baxdayê. Di vê navberê da di navbera Osmanî û Îranê da peymanek çêdibe. Piştî wê peymanê Sultan ji Elkas Mîrza ra xeber dişîne da ku were Stanbolê. Lê Elkas Mîrza, wê fermana Sultan qebûl nake û serî hildide. Li ser vê hewildanê Sultan, ji begên Bradost, Îmadîye û Hakarîyê hêzên çekdar avadike û ferman dide wan da ku Elkas Mîrza bi dest bixin (bigirin). Elkas Mîrza Beg, xwe davêje bextê Emîi Serhap Begê. Lê ji ber ku eskerên Îranê hawirdorê pêçane, Serhap Beg, Elkas Mîrza Beg teslîm dike.
Şahê Îranê Tahmasb, di 1554an da jibo Orta Kurdistanê dihere seferê û heta Erzincan û Dîyarbekrê diçe. Balkêş e ku ew derên ku hêzên Îranî lê derbas dibin, gelek xwîn rijandin û wan deran wêran dikin. Li ser van bûyeran di navbera Îran û Osmanî da careke dî şer dest pêkir. Hêzên Îranî êrîşên Mûşê, Adilcewazê, Ercîşê, Wanê û Bidlîsê dikin. Şerê nû yê Îranê û Osmanî ku di 1585an da çêbû û Osmanî têk çûn. Di Newroza 1590î da peymanek di nav van du dewletan da çêbû û ev peyman 13 sal hat domandin.
Walîyê Tebrîzê yê girêdayê Osmanîyan bû, di 1603yan da bi hin bahaneyên cuda êrîşê ser Salmazê kir û ji ber wê yekê careke dî şer di navbera Osmanî û Îranê da çêbû. Di vî şerî da îranîyan bajarê Tebrîzê dîsa paşve sitandin. Wek em di vê mîsalê da jî dibînin, di gelek şeran da ewil Osmanî bi êrîşên xwe hin deran dixin bin fermana xwe ango hin deran rizgar dikin; lê piştî vegera wan ji wan herêman, îranî careke dî wan deran paşve distînin. Lê wek eşkera û zelal tê dîtin, van şerên ku demên dirêj hatine domandin, ew li Kurdistanê qewimîne û loma xisarên mezin dane civata Kurdî û Kurdistan wêran bûye.” (Botan Amedî, knd. r. 128-129)