Romanên Derûnî/Psîkolojîk

Lokman Polat 

Romana kurdî hêj baş nekemiliye, lêbelê ber bi kemilandinê ve diçe. Di nav romanên kurdî de gelek cureyên romanan hene, lê hinek cure roman jî qet tunin û hinek cure jî hindik in û hinek jî qels mane. Di edebiyatê de psîkolojî –derûnî- û berhemên edebî yên psîkolojîk ciheke girîng digre. Romanên Dostoyevskî ji hêla psîkolojiyê ve derya ne, dewlemendiya edebiyatê ne.

Di hinek kurteçîrokên kurdî yên nûjen de hêlên psîkolojîk hene û biserketî ne, lê di romanên kurdî de hêlên psîkolojîk/derûnî qels in. Di nav romanên kurdî de romaneke ku mirov bibêje ev bi tevahî romaneke psîkolojîke heye yan na? Bi min tune ye.

Gelo mirov bi tevahî romaneke psîkolojîk binivîse û biweşîne, dê hinek kurdên cahîlên edebiyatê navê dînîtiyê li pey mirov nexin? Nivîskarekî kurd tişteke ku dişibe romanê (hinekan ji bo wê berhemê gotin çîrok e û hinekan gotin roman e) nivîsî, têde hinek navên ecêb, tiştên dînomîno hebû û herweha hêla wê ya psîkolojîk û derûnîya legeng û fîgurên berhemê bi giranî xwe didane nîşandan, lewre jî hinekan ji bo nivîskar gotin “filan nivîskar dîn bûye.” Lê, bi qasêku ez zanim ev nivîskar nedîne, eqilmendekî kîbar e, bieqilê bieqilan e.

Di romana min a bi navê “Robîn”(*) de ne tevahî, lê di hêleke wê de rewşa psîkolojîk heye. Bav û kur xew dibînin û ji bo ku hevûdu nedîtine, hevûdu nas nakin û ji bo hev bibînin li pey hev digerin. Ji ber xewan derûniya wan nebaş dibe. Di nav pêvajoya lêgerînê de gelek bûyer têne serê wan. Bav lehengê romanê ye û kurdekî penaber e. Kur ji jineka rusî û bavekî kurd e û li Sovyeta berê mezin bûye û herweha li wir perwerde bûye. Romana min a bi navê “Robîn” ficktion e, xeyal e, lê hinek xwendevanên kurd romanê weke rastî qebûl dikin û ji wan xiyale ku kurekî nivîskar ji jineka rusî heye, yanî kurê jinika rusî kurê nivîskarê romana “Robîn” e. Hinek xwendevanan bi mailan ji min pirsîn ku gelo min kurê xwe yê ji jinika rusî dîtiye yan na? (Di esasê xwe de ji jinika rusî kurê nivîskar tune. Ev bi xeyalî hatiye afirandin, anku xeyal e, kurgu ye, îmge ye, tev ne. Lê serketina wê ji bo ku ji alî xwendevanan weke rastî hatiye fêm kirin, loma jî ji alî gelek xwendevan û edebiyatzanan ve weke romaneke serketî hate dîtin û derbarê vê romana min de gelek gotar, şîrove û gotinên giranbiha hatine gotin.)

Di afirandina romanê de karanîna metoda hestên psîkolojîk nevarok û hunandina romanê dewlemend dike û şêweyeke nû ya teknîka romanê pêk tîne. Rewşa civakî, tevgerên curbecur yên rastî û xeyalî, hareketê însan, hal û rewşa derûnî ya leheng û fîguran, sedemên derketina bûyeran û herweha cîhana hundirîn ya psîkolojîya kesan, bi şêweya hunera edebî bê afirandin, huner û teknîka romanê xurt dike.

Ji bo ku qelsiya hêla psîkolojîk ya edebiyata kurdî ji holê bê rakirin, divê nivîskarên kurd çîrok û romanên kurdî yên psîkolojîk/derûnî binivîsin. Afirandina berhemên psîkolojîk yên edebî dê edebiyata kurdî dewlemend bike.

(*) Robîn – Lokman Polat – Weşanên Veng – Diyarbekir.

 

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *