Xebata TEVGER, PAK TEVGERê; nêrîna giştî, sînora piştgiriya min û pêşniyar

Îbrahîm GUÇLU

Tê zanîn ku 5 partî û rêxistinên Kurdistanê demeke ku bi hev re bi awayekî hevkarîyeke gor karûbaran dimeşandin. Hemû kurd li bendê bûn ku dê hevkarîyeke şidayî û  nêziktir pêk bînin. Mixabin wek dihat payîn nebû. Ji wan 3 partî û rêxistinan (TEVGER, PAK, PSK) biryareke hevkariyeke diyar û girêdayî bernameyekê diyar kirin. Ji bona hevdîtina ku bi kurdperweran û bi rêxistin û partiyên Kurdistanê û bi rewşenbîr-hûnermendan yên neteweyî yên Kurd re planek ji bona xwe amade kirine. 

Berpirsiyarên 3 rêxistinan, di vê çarçeweyê û nêrîn û planê de, bi min re jî di 08. 03. 2022-an de danûstandin kirin. Agahdarîyeke fireh dane min. Bername pêşkêşî min kirin. 

Min di çarçeweya agahdarîya wan ya giştî de, di destpêkê de xebata wan pîroz kir;  nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş kir û min got ku ”ez  girêdayî armanca we û bernameya we, ez ji we re piştgir im. Ne bes ji we re, her partî û rêxisteneke, dezgeh û saziyeke ku ji bona mafên neteweya kurd û Kurdistanê xebat bikin, ez ji wan re piştgir im. Heta nûha tevgerandina min jî di vê çarçeweyê de bûye. Wek hûn jî baş dizanin, ez her demê beşdarî xebatên partî û rêxistinên we jî bûme. Ezê bi niviskî jî nêrînên xwe diyar bikim.” 

NÊRÎNA MİN DERBARÊ  XEBATA HEVBEŞ YA NETEWEYÎ DE 

Pirsa neteweya Kurd û Kurdistanê, pirsgirêka her kurdekî û her beşeke civat û neteweya kurd e. Her kurdek, dikare bi serê xwe xebata xwe ya neteweyî beimeşîne. Di hemandem de jî, ji partî û rêxistneke Kurdistanê re, ji tîfaqeke Kurdistanî re, dezgeh û saziyên Kurdistanî re piştgirî bikin, beşdarî xebata wan bibin. 

Ev rastiya, ji bona partî û rêxistinên Kurdistanê jî derbas dibe. Partî û rêxistinên Kurdistanê jî, divê ji xebatên hev re bibin alîkar. Bi hev re tîfaq û hevharî çê bikin, xebata xwe bimeşînin. Rewşenbîr, hûnermend, nivîskarên Kurdistanê jî divê bi xebata xwe bibin piştgirên tevgera neteweyî ya Kurd û Kurdistanê. J ji hev re bibin alîkar, ji partî, rêxistin û dezgehên Kurdistanê re bibin hevkar û piştgir. 

Loma jî ez wek xebatkarê doza Kurd û Kurdistanê, wek  rewşenbîr û siyasetmedarekî Kurdistanê, xweser karên xwe dimeşînim, piştgiriya xebata her kurdekî û kurdperwerekî, rêxistin û partiyê û saziyên Kurdistanê dikim. 

Di van rojên dawî de, di 16ê Adara 2022an de, derbarê Komkujî-Qetlîam-Jenosîda Helebçê du civîn hatin li darxistin. Beşdarîya min ya van civînan minakeke ji bona helwesta min. Tê zanîn ku civînek ji aliyê HAK-PAR, Partiya Demokrat a Kurd û Tevgera Azdî ve hat li darxistin; civînek jî ji aliyê 3 rêxistinên hevkar ve hat li darxistin. Min di civînan de bîrûreyên xwe anîn ser zimên. 

Ez di çerçeweya ku di bernameya 3 rêxistinan de hatiye diyar kitin û tê gotin ”Em weke partî û tevgerên Kurdistanî yên li xwarê navê wan hene, dibêjin li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê, pirsa Kurd û pirsa Kurdistanê eve 98 sal e ku nehatîye çareser kirin. Em dibêjin pirsa Kurdistanê, pirsa mafê çarenûsîya miletê kurd e; pirsa li ser axa Kurdistanê mafê statuyeke sîyasi, neteweyî, coxrafî ye; pirsa li ser axa Kurdistanê xwe îdarekirina gelê Kurdistanê ye. Em dibêjin pirsa Kurd jî, li bajarên metropolên Tirkîyeyê pirsa mafên ziman, kulturî û demokratîk yên Kurdan e; pirsa li bajarên metropolên Tirkîyeyê yên ku kurd wek nifûs piranî ne, mafê  îdarekirinên herêmî ye”, ji xebata 3 partiyan re piştgirim.

 

EZ DÊ ÇI BIKIM…. 

Min di hevûdîtina 3 rêxistinan de jî diyar kiribû, ez ji xebata 3 rêxistinan re dibim piştgir. Piştî min bernameya wan xwend, ev nêrîna min bi awayekî erênî şiklê dawî qezenç kir. 

Ez bes piştgiriya xwe bi gotinê diyar nakin. Ez beşdarî xebata 3 rêxistinan jî  dibim. 

Ez di derbarê xebatê de dinivîsînim. 

Beşdarî çalakîyên sê partiyan dibim. 

Ez xebata wan rexne dikim. 3 partî û rêxistinên Kurdistanê di 16yê Adarê de derbarê Qetlîam-Komkûjî-Jenosîda Helebçeyê de civînek li dar xist. Kêmasîyên civînê gelek zêde bûn, civîneke gelek amator, ne layiqî Komkûjî-Qetlîam-Jenosîda Helebçeyê bû. Diyar bû ku bi lezûbez civîn amade bûye. 3 rêxistin wek mêvanan tevdigerîyan. 

 Pêşniyarên xwe pêşkêş dikim. 

Di çarçeweya bernameya 3 partiyan de, beşdarî civînên wan (semîner, konferans, civînên çapemenî) dibim. 

 

DIVÊ DI VÊ XEBATÊ DE TEVGEREKE NETEWEYÎ YA RÊXISTİNÎ GORÎ DEMÊ Û KÎTLEWÎ LI BER ÇAV BÊ GIRTIN… 

Ev xebata 3 rêxistinan, divê di navbera kurdan û kurdpeweran de nêzikatiyeke çê bike. Ji aliyê din ve çandek hevbeş ya nû ava bike. Ji mafên hevûdu û hemû kurdan û rêxistinên Kurdistanê re rêzgirtî û parêzvan bin. Divê baş bizanin ku 3 rêxistin temsîla tevgera neteweyî nakin û Tevgerek Neteweyî ya Bakûrê Kurdistanê jî tune ye, divê ji bona ava bibe tevgerandinek bibe. 

Divê 3 rêxistin, ji hemû pêşniyar û daxwazên kurdperweran û rêxistin û sazîyên Kurdistanê re vekirî bin. 

Divê 3 rêxistin, di xebata xwe de mutewazî bin. Rewşa xwe baş bipîvîn û nas bikin. 

Heger 3 rêxistin, gor bernameya xwe xebatê bimeşînin, dikarin bi xwe jî xûrt bibin û bê guhertin. Rengekî nû qezenç bikin. 

 

ZELALIYA TEREFA  KURDAN 

Di hevûdîtina 3 partî û rêxistinan de hat gotin ku em dixwazin di çerçewya bernameya xwe de û  pêşniyarên bên kirin de, terefeke kurdan çê bikin. Em bi hev re wek terefekê tevbigerin. 

Ez bi xwe jî sedî sed bi vê daxwazê re me. Lewra terefa kurdan li Bakûrê Kurdistanê ne zelal e. Di vê mijarê de tevlheviyeke mezin heye. 

Bêguman terefa kurdan, bi raqîbên xwe ve tê diyar kirin. 

Di nav kurdan û rêxistinên wan de, di vê mijarê de zelalîyek tune ye. Ez dikarim bibêjim ku dost û dijmin, terefa kurd û tirkan tevlîhev bûye. 

 

DIVÊ GELEK BI ZELALÎ BÊ TESPÎT KIRIN KU PKK Û RÊXISTINÊN PKKÊ NE TEREFA KURD IN… 

Di nav kurdan û rêxistinên Kurdistanê de mijara ne zelal, mijara PKKê ye. Divê kurd baş bizanin ku PKK li terefa dewletê ye û li dijî kurdan e. Ceribandina wê ya 45 salan ev rastîya gelek aşkere tespît û diyar kiriye. 

Ji aliyê din ve rastiyek heye ku dema partiyeke Tirkan federasyon û heta dewletbûna Kurdistanê jî biparêze, raste rast terefa kurdan nîne. Rêxistneke Kurdistanê nabe. 

LOMA EM KURD, LI HEMBERÎ DEWLETA KOLONYALîST YA TIRK Û PKKê TEEREF IN.

 

DIVÊ ÇI BÊ KIRIN Û PÊŞNIYARÊN MIN? 

Pêşî bi terefên kurd re danûstandin: 

1-Divê bi hemû rêxistin, partî, grûbên siyasî Kurdistanê re danûstandin bê kirin. 

2-Divê bi komeleyên Kurd û Kurdistanê, saziyên siwîl yên Kurd, weqfên kurd re danûstandin bê kirin. 

3-Divê bi rewşenbîr, nivîskar, hûnermendên Kurdistanê re danûstandin bê kirin. 

4-Divê bi pêşengên civakê (Serokeşîr, axa, mîr, şêx, meleyan) re danûstandin bê kirin. 

5-Divê bi rêxistinên giştî yên şaxên Kurdistanê re danûstandin bê kirin. 

 

Piştî ku terefa Kurd zelal bû, bi terefên Tirkan re danûstandin: 

1-Divê bi hemû partiyên Tirk yên dewletê  (MHP –HDP jî di nav de) re divê danûstandin bê kirin, 

2-Divê bi hemû rêxistinên legal yên çep, lîberal, sosyal-demokrat, sosyalîst yên Tirk re danûsatandin bê kirin, 

3-Divê bi hemû dezgehên ”siwîl” yên Tirk ku kîtlewî ne (Sendîka, dezgehên hiqûqzana, doxtoran, memuran) divê danûsatndin bê kirin. 

Diyarbekîr, 18. 03. 2022

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *