Nivîskar û rewşenbírên me pirr in.
Lê belê hinek ji wan hene ku ew dil in, dil.
Kurdino, deyn û bala xwe bidin wan her du kesên ku min navên wan li jêr nivîsandiye!
Yek ji van hêjayan, Mamoste Kone Resh e ku ew li ser Bedirxanîyan û dîroka zanayên Kurdan de kanî û deryayek bê binî ye.
Berhem û gotinên wî, xwedîyê agedarî û lêkolînek têr û tijî û Kurdnasî ye.
Yezdanê dilovan emrê wî dirêj û dirêj bike înşallah. Ji ber ku Ew bi serê xwe dîrokek zindî ye.
Yê din jî nivîskarê hêja Jan Dost e ku dîroka Kurdan bi Kurdîyek zelal dike roman û datîne ber çavên xwendevanan.
Mirov, di berhemên wî de, bi çavê Kurdekî li bûyer û dîrokê dinêre.
Mamoste Jan Dost ne tenê nivîskarê romanê ye; her weha bi rexne û pêşniyarên xwe, yên him siyasî û him jî civakî rewşenbîrekî bê hempa ye..
Ez gava berhemên wan her du nivîskar û rewşenbîrên Kurdperwer dibînim, gotinên pêşîyên efrîqîyan tê bîra min ku dibêje:
“Heta ku şêr bi xwe dîroka xwe nenivîsînin, dê hemî çîrokên neçîrvanan, pesnê nêçîrvanan bide!”
Ez bi hebûna wan her du cîwanmêran dilxweş û serbilind im. Xwedê Teala kêmasîya we nede me înşella..!
Çeto Omerî