KURDÊN AZERBAYCANÊ SEROKÊ HEREMA KURDISTANÊ PÎROZ DIKIN!
Pir birêz Cenabê Nêçîrvan Îdrîs Mistefa Barzanî bona hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê , em Yektîya Civata “KURDÊN AZERBAYCANÊ“ û endamên rêdaksîonê û xwandevanên rojnama “DÎPLOMATA KURD“ Cenabê We pîroz dikin, Wera li jîyanê canê sax, emirê dirêj, li malbetê û Welatê Kurdistanê serkeftin û bextewarîyê ji Xudayê mezin hîvî dikin.
Ew roj bê Kekê Nêçîrvan Îdrîs Mistefa Barzanî mizgînîya Serxwebuna Kurdistana Azad bide gellê Kurd û Kurdistanê.
Bi hurmet û rêz, bi navê Kurdên Azerbaycanê, Serokê Yektîya Civata “KURDÊN AZERBAYCANÊ“ û Sernivîsarê rojnama “DÎPLOMATA KURD“ Tahir Silêman.
Bijlagen