Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)
Dema dîroka Tevgera Milî ya Neteweya Kurd ya nêzik bê lêkolîn û ji çav bê derbas kirin, hebûna îslamiyên Kurd wek rêxistin û wek formateke fikir tune ye. Îslamiyên kurd, wek çepên kurd bi Îslamîbûna Tirkan ve girêdayî bûn. Loma jî pirsa neteweya Kurd û Kurdistanê ji bona xwe nedikirin mijareke sereke û wek mijareke girîng nedîtin. Şerîat ava kirin, ji bona xwe kirin stratejî. Kurdbûn, li dijî şerîatê şirove kirin. Çewa ku çep û sosyalîstên digotin pirsa sereke sosyalîzm e û dema ku sosyalîzm ava bibe, hemû mesele çareser dibin. Pirsa kurd jî heye, ew jî dê çareser bibe.
Sosyalîstên Kurd piştî demekê şaşiya vê nerînê dîtin, ji vê nerînê dûr ketin. Gotin ku û an jî pejirandin ku “sosyalîstbûn ji bona azadî û rizgarîya neteweya kurd, desthilatdarî û serwerîya neteweya kurd; dewletbûna Kurdistanê dikare bibe alîkar. Lê bi serê xwe nikare pirsa Kurd û Kurdistanê çareser bike.”
Di nav Tevgera Îslamiyên Kurd de jî wek jîyan û pratîk nîşan dide guhertinek çêbû. Wan jî dîtin ku şîroveya fikra ummetîya Tirkan, Farisan, Ereban ji bona berjewendîyên xwe yên milî ne; li hemberî kurdan jî, şovenîst û nîjadperest in. Loma jî ketin nav lêgerînekê.
Ji aliyê din de jî kurdên nasyonalîst û sosyalîst yên sekuler jî Îslamîyên kurd ji nêzik de nas nedikirin. Nedixwestin ku nas bikin. Lewra dixwestin ku herkesî bikin sekuler û sosyalîst.
Îslamiyên kurd jî, bi vî awayî otorîter û bi fikrê hikûmkirinê tevdigerîyan.
Loma me hevûdu nas nekir.
Di navbeyna wan de bûyer û qewimandinên nexweş hatin holê.
JIYANEKE BI HEV RE (PÊKVEJIYAN) PÊWÎST E…
Hîç şik tune ye ku dema li sosyolojîya civatê were mêze kirin, gelek bi hêsanî tê tespît kirin ku civatek û neteweyek ji aliyê ol ve, ji aliyê mezheban ve, ji aliyê neteweyan û kêm neeteweyan ve, fikrên cûda ve ne wek hevûdu ne.
Loma divê ku hemû teref hevûdu nas bikin, realîteya hevdu qebûl bikin, ji heq û hiqûqa hevûdu re rêzgirtî bin. Wê demê jîyan xweş û berhemdar dibe. Çareserkirina pirsan hêsan û bi hevxebetê dibe.
Lewra neteweyek bi tevayî nabe sosyalîst û nabe xwudan şerîat, nabe lîberal û sosyal demokrat, nabe bawermend. Heta dikarim bibêjim ku gel bi van îdeolojîyan re zêde eleqeder jî nabe. Gel dixwaze ku ji bona wan jîyaneke xweş, baş, bi edalet, wekhevî, ava bibe. Heq û hiqûq tesîs bibe.
Ji bona me kurdan jî mijara girîng ew e ku divê em pêşî mala xwe ava bikin. Mala me jî Dewleta Kurdistanê ye. Dema dewleta me ava bû, wê demê ew dewleta dê çewa bibe, maneyeke wê dibe. Her kategorîya fikrî dê bixwaze ku Dewleta Kurdistanê, gorî bawerîya wan tesîs bibe. Ew jî heqê wan e. Lê divê herkes ji hevûdu rê rêzgirtî be, bi awayekî demokrat, di şertên aşitî ev hewildanên xwe bidomînin.
Roja ku ez ji bona beşdarîya kongreya HUDA-PARê çûm Şaxa HUDA-PAR a Diyarbekîrê, min ji wan re qala van mijaran kir. Gelekên wan yên li şaxê amade bûn jî beşdarî van nerînên min bûn.
BEŞDARIYA MIN YA KONGREYA HUDA-PARÊ, JI BONA NÊZIKTIR NASKIRINA MIN A HUDA-PARÊ DERFET ÇÊKIR…
Bi gelek berpirsiyar û endamên HUDA-PARê re pêwendiyên min hebûn. Çend caran bi wan re em di Telewîzyona Soz de beşdarî bernameyan bûn.
Gelek caran jî ajansa wan bi min re hevpeyvîn çêkir.
Min ji bona wan nivîs nivîsandin. Min pêwendîya wan û Hizbûllahê her dem bi problem dît. Min kirinên Hizbûllahê aşkere rexne kir. Lê dema ku PKKê êrişî wan kir, endam û berpirsîyarên wan kûştin, ez bi xurtî li dijî van êrişên PKKê derketim.
Car caran jî bi berpirsîyarên wan re beşdarî çend civînan bûm, min û wan nerînên xwe anîn ser zimên. Ji aliyê endamên wan ve jî gelek caran nerînên min hatin ecibandin.
Dema me li Bakûrê Kurdistanê ji bona Festîvala Referandûma Serxwebûna Kurdistanê dest bi xebatê kir, Şaxa Diyarbekîr a HUDA-PARê jî di destpêkê de beşdarî xebata me bû. Piştgirîya xwe nîşan da. Wek tê zanîn jî HUDA-PARê ji referandûma Serxewebûna Kurdistanê re piştgirî kir, got ku “dewlet avakirin mafê kurdan e.”
Lê dîsa jî min ji her aliyî ve derfeta naskirina HUDA-PAR nedît. Beşdarbûna kongreyê, dê derfeta naskirina HUDA-PARê ji min re bi awayekî din çêbikira. Loma jî ez beşdarî kongreya wan a giştî û asayî bûm.
Di encamê de jî baş bû ku ez beşdarî kongreyê bûm. Lewra Kongreya HUDA-PARê ji bona ku ez HUDA-PARê nas bikim, ji min re derfet çêkir.
DI RÊ DE Û DI KONGREYÊ DE TESPÎTÊN MIN YÊN GIŞTÎ DI DERBARÊ HUDA-PARÊ Û ENDAM Û TEREFTARÊN WÊ DE…
Beşek endamên wan lîberal îslamîparêz bûn. Lê beşekî wan gelek radîqal îslamparêz bûn.
Beşekî wan mafê kurdan derdixistin pêş, dewleta Kurdistanê diparastin. Beşekî wan jî şerîat derdixistin pêş; Dewlet û mafên neteweya kurd di dereceya duyemîn de didîtin.
Kesên makul bûn. Ji hevûdu re rêzgirtî bûn. Kesên di doza xwe de bawermend bûn.
Wan dizanî ku ez kesekî îslamparêz nînim. Dema ku wan nimêj dikir, min nimêj nekir. Lê ji bona ku min nîmêj nekir, helwesta wan li hemberî min nehat guhertin. Helwesteke nexwezayî nîşan nedan.
Lê tiştek gelek aşkere derdiket holê ku divê ji bona pirsa neteweya kurd û Kurdistanê xwe zelaltir bikin. Serê wan jî wek sosyalîstên kurd yên demekê tevlihev e. Ne zelal in.
JI BONA KONGREYÊ AMDEKARIYEK BAŞ HATIBÛ KIRIN. ORGANÎZASYON BAŞ BÛ. BEŞDARIYA KONGREYÊ JÎ BI HER AWAYÎ BAŞ BÛ…
Kongre di saloneke gelek mezin de dê çêbibûya. Min meraq dikir ku ew dê wê salonê çewa tijî bikin.
Dema ku ez çûm salona kongreyê, serê min zelal bû ku dê salon tijî biba. Rastî jî beşekî biçûk ji wan salon tijî kir. Vê yekê jî bi awayekî xurtbûna wan nîşan dida. Di hilbijartinê de, qasî xwestibûn deng negirtibûn, lê ji hilbijartinê jî bi awayekî hêza wan diyar dibû.
Loma ez dikarim bibêjim ku beşdariyeke baş hebû ji bona kongreyê.
Min dema ji wan pirsî, gotin ku 700 nunerên kongreya me hene. Ji bona nuneran ciyekî taybet hatibû diyar kirin. Ji derveyî çend nuneran hemû nuner beşdarî kongreyê bibûn.Vê jî dîyar dikir ku ji bona kongreyê amadekarîyeke baş hatîye kirin.
Di salonê de pergeleke baş hebû.
Sloganên di salonê de hatibû dalqandin gelek sade bûn. HUDA-Par baş terîf dikirin.
Li salonê wêneya sê serokên giştî bi hev re hatibûn daliqandin.
Sloganên li salonê: “Dawa me; hurriyet e, edalet e,aşitî ye, biratî ye” û “Siyaseta Dirust, Pêşî însan, Pêşanî Edalet” bû.
Kongre gelek bi plan hat meşandin û teknîk baş hatibû kar anîn.
Kongre bi kurdî û tirkî hat vekirin. Bi kurdî û tirkî stran hatin gotin, slogan hatin pêşkêş kirin.
Anons bi kurdî û tirkî hatin kirin.
Gelek mêvanê şexsî û rêxistinî beşdarî kongreyê bibûn.
Heyetên bal dikşandin, Heyeta PDK a Iraqê, Hamas a Fîlîstînîyan bû. Gelek partîyên din yên îslamî jî beşdarî kongreyê bibûn. AK Partiyê jî heyetek şandibû. Peyama serokkomar jî hat pêşkêş kirin. PSK jî bi du berpirsiyarên xwe beşdarî kongreyê bûn. PDK-Bakur li ser navê Hemîd Kiliçaslan û PDKTê peyam şandibûn.
Navên hemû heyetan û çend kesan, navên min jî, bi awayekî sîstematîk anons kirin.
PDK a Iraqê nexwest ku axevtin bike.
Berpirsiyarê Hamasê axevtinek kir. Pêşwazîyeke gelek xurt ji wî re hat kirin. Ew helwesta wan ji bona îslambûna wan û li dijbûna îsraîlê û li dijî neheqîyê derketin bû.
Ji alî gelek partîyên derve peyam hatibûn şandin. Ew peyaman hatin xwendin.
Sine-Vizyonek hat pêşkêş kirin. Bi tevayî tirkî bû.
Di sine-vîzyonê de çend tespît û slogan balkêş bûn.
Wek:
1-Siyaseta li ser bingeha berjewendîyê tê meşandin canawarî û hovîtî ye.
2-Hêjayîyên civatê divê di siyasetê de hikûm bikin, reng û naveroka xwe bidin siyasetê.
3-Pirsa Kurd, divê bi edalet û bi pîvana wekhevî çareser bibe.
DI ÇARESERKIRINA PIRSA KURD DE WEK ÇEPAN TEVDIGERIN: PIRSA KURD DI DERECEYA DUYEMÎN DE DIBÎNIN…
Serokê Giştî Mehmed Yavûz, bi kurdî dest bi axevtina xwe kir. Bi tirkî domand û axevtineke dirêj kir. Li ser gelek mijaran rawestîya.
Axavtina wî, nerînên HUDA-PARê bi tevayî diyar kir.
Ji axavtinê encamên min tespît kirin:
Ew çareserîya şerîatê û dewleta şerîatê di pêşîya avakirina dewleta Kurdistanê de dibînin. Bi wateyeke din, ew di wê bawerîyê de ne ku dema şerîat ava bibe, pirsa kurd çareser dibe û ji bona dewleta Kurdistanê derfet dê çêbibe.
Sosyalîst jî dibêjin ku divê pêşî sosyalîzm ava bibe. Piştî ku sosyalîzm ava bû, pirsa kurd jî dê çareser bibe.
Sosyalîst bi çavekî sinifî li pirsa kurd mêze dikin. HUDA-PAR jî wek paritîyek îslamparêz çareserîya pirsa kurd di şerîatê de dibîne. Dema ku şerîat ava bibe her pirsek tê çareser kirin.
Lê ji aliyê din de jî bi awayekî gelek objektîf li pirsa kurd dinêrin. Dibêjin ku pirsa kurd dê di çarçeweya edalet û wekhevî de çareser bibe. Dema ku li Tirkîye’yê pirsa kurd çareser nebe, pirsên din yên Tirkiye’yê jî çareser nabin.
ÇARESERKIRINA PIRSA KURD DI ÇARÇEWEYA TIRKIYEYÊ DE difikirin. Her çiqas ji bona Filîstînîyan dewlet jî dixwazin, ji bona neteweya kurd STATUYA FEDERAL û DEWLETA SERBİXWE naxwazin.
HUDA-PAR gelek bi zelalî daxwaz dike ku ZIMANÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ PERWERDEYÎ û li cem zimanê tirkî bibe ZİMANÊ FERMÎ…
Di vê mijarê de jî îslambûna xwe derdixin pêş, dawaz dikin ku zimanê erebî jî li Tirkiyeyê bibe zimanê perwerdeyî û zimanê fermî.
HUDA-PAR, WEK ÇEPAN BI TUNDÎ LI DIJÎ EMPERYALÎZM Û SÎYONÎZMÊ û kapîtalîzmê ne. Dixwazin ku zora emperyalîzmê û sîyonîzmê bibin.
BI XURTÎ û bi kelecanî ji NETEWEYA FILÎSTÎN RE PİŞTGIRÎ dikin. Heman kelecanî ji bona dewleta Kurdistanê nîşan nadin.
HUDA-PAR, Dİ ÇARÇEWEKA GİRÎNG û di gelek xalên bingehî de ji HİKÛMET a Tirkiyeyê re xwediyê rexne bû.
Ji bona nerîna HUDA-PARê di derbarê mixalefetbûnê de “ji başî û rastiyê re piştgirî, li hemberî xirabiyê derketin e.” Di heman dem de jî di beşek mijaran de ji Hikûmmetê re piştgir e.
HUDA-PAR, makezagoneke sivîl û demokratîk ya nû daxwaz dike. Gelek bi zelalî dibêje ku di makezagonê de hebûna neteweya kurd bê pejirandin. Mafên wê yên milî, çandî, zimanî, civakî bê qebul kirin.
HUDA-PAR daxwaz dike ku orduyeke profesyonel hebe. Leşkerîya mecburî ji holê bê rakirin.
Amed, 12. 10. 2018