Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)
Kurdistan, bi taybetî jî Başurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê di qonaxeke gelek dijwar re derbas dibin. Ev qonaxa ji bona neteweya kurd qonaxeke gelek xeter e. Di vê qonaxê de neteweya kurd ji gelek aliyan de birîndar e, birîna wê jî gelek kûr û xwîndar e.
Birîna kevintir, Kerkûk e. Kerkûk bi gotina Serok Mele Mistefa Barzanî, dilê neteweya kurd e. Kerkûk, di dewletbûna kurdan de, di yekîtiya neteweya kurd û Kurdistanê de xwediyê mîsyon û roleke gelek mezin e. Bajarê petrolê ye û gelek dewlemend e. Hezar mixabin cara pêşi di sala 1975an de, cara dawî jî di Oktobira 2017an de jî, ji piştê ve hat xençer kirin.
Qendîl çiyayê Kurdistanê ye. Qendîl, bi helwest û hebûna PKKê li wir dibe sedem ku Başûrê Kurdistanê bi deh salane ye ku di bin tadeyeke neheq û mezin de ye. Dewleta Tirk her dem, hebûna PKKê li Başûrê Kurdisranê sedem nîşan dide, salê çend caran operasyonên hawayî û reşayî li dar dixe. Di van rojên dawî de jî Dewleta Tirk bi kûranîya 30 kîlometreyî Başûrê Kurdistanê dagîr kiriye. Encam dê heta ku biçe naye zanîn.
Efrîn (Çîyayê Kurd), bajarê Rojavayê Kurdistanê ye. Bajarekî taybet e. Xwedîyê dewlemendîyekê ye. Ciyekî xwendayê wê zêde ne. Ciyekî hunermend û entellektuel e. Hezar mixabin berîya vê demekê ji aliyê Dewleta Tirk de hat Îşgal kirin.
DIVÊ KU STATUYA KERKUKÊ GOR HIQÛQA FEDERAL Û NAVNETEWEYÎ BI REFERANDÛMÊ DÎYAR BIBE…
Di jiyana kurdan de Kerkûk her dem di rojevê de bûye. Dewletên dagîrker jî ji bona ku pêşîya dewletbûna neteweya kurd bigirin, her dem li ser Kerkûkê sekinîne. Dewletên dagîrker nexwestine ku Kerkûk bidin kurdan. Lewra wek min li rêzên jorîn jî diyar kir, Kerkûk bajarekî dewlemend, yê petrolê, dîrokî ye; dikare bibe bingeha Dewleta Kurdistanê. Loma jî dema emperyalîstan Kurdistan bi Peymana Lozanê beş kirin, ew hesaba hatiye kirin.
Dema ku Pİştî Şoreşa Îlonê (1961) di navbeyna Serok Mele Mistefa Barzanî û PDK û Rejîma Baasê û Dîktatorîya Iraqê de Peymana Otonomiya Kurdistanê pêk hat, mijara Kerkûkê bû gengeşîyeke gelek mezin. Di encamê de ji bona Kerkukê peymaneke taybet hat li dar xistin. Biryar hat girtin ku statuya Kerkûkê, yanî Kerkûk dê bi Otonomiya Kurdistanê û an jî bi Hikûmeta Navendî ya Iraqê re bê girêdan, divê bi plebîsîtê (referandûmê) diyar bibe. Divê ku plebîsît jî di nav çar salan de di sala 1974an de bê li dar xistin.
Hezar mixabin ji bona ku dihat zanîn ku Kerkuk dê di encama plebîsîtê de bi Kurdistanê ve bê girêdan, Rejîma Baasê ji bona ku peymana Otonomiyê xerab bibe, provokasyonên gelek mezin pêk anî. Gelek caran hewil da ku Serok Mele Mistefa Barzanî jî bikûje.
Rejîma Baasê di encamê de di sala 1974an de şer derxist. Bi piştgirîya Yekîtiya Sovyetan, Îranê, Emerîkayê ji şer encam girtin û Otonomiya Kurdistanê di sala 1975an de hat xerab kirin. Çar dewletên kolnyalîst piştgiriya Peymana Cezayîrê kirin. Iraqê erdê xwe yê dewlemed wek bertîl da Îranê.
Piştî wê tê zanîn ku Şoreşa Milî ya Gulanê hat li darxistin. Piştî Şoreşa Milî ya Gulanê Kurdistan di gelek zehmetî û qonaxan re derbas bû heta avakirina dewleta federal ya Iraqê. Dema ku Makezagona Dewleta Federal hat pejirandin, di xala 140î de hat pejirandin ku statuya Kerkukê dîsa bi referandûmê bê dîyarkirin. Biryar hat girtin ku referandûm di sala 2007an de bê li darxistin.
Hezar mixabin Hikûmeta û meclîsa federal ev wezîfeya xwe pêk nenanî. Partiyên Kurdistanê û endamên Meclîsa federal yên kurd jî ev wezîfeya xwe pêk neanîn. Ji bona Kerkukê serhejmara nûfûsa Kerkûkê pêk nehat û referandûm jî pêk nehat ji bona Kerkûkê.
Loma û girêdayî gelek sedemên din di Îlona 2017an de referandûma dewleta serbixwe çê bû. Di encama referandûmê de biryara dewleta Kurdistanê hat girtin û dîyar bû ku Kerkuk jî bajarekî Kurdistanê ye.
Hezar mixabin di 16ê Oktobira 2017an de encama êrîşa çar dewletên kolonyalîst (Dewleta Iraqê, Tirk, Îran, Sûriye) Kerkûk hat îşgal kirin.
Hikûmeta Navendî dixwaze ku Kerkûkê bike ereb û demografîya wê bigûherîne. Lê di hilbijartina 12ê Gulanê de gel bersîv da Abadî û hemû erebên nîjadperest. Wan wenda kir. Erebên maqûltir û kurdan qezenç kir.
Di qampanyaya hilbijartinê de serxwebûna Kurdistanê û statuya Kerkûkê her dem di rojevê de bû.
Divê statuya Kerkûkê bi referandûmê bê dîyarkirin. Hiqûqa federal, makezagona dewleta federal ya Iraqê, hiqûqa navneteweyî jî ji vê yekê re, rê vedike.
Mesrûr Barzanî jî di hevdîtina xwe ya serleşkerê hêzên hevpeymanî de ev yeka dîyar kir. Ev jî dîyar dike ku kurd û bi taybetî PDKê li ser Kerkukê dicirife û xebat dike.
Birêz Mesrûr Barzanî dibêje ku: “Dema ku Kerkûk û derdora wê di bin kontrola Pêşmerge de bû, gelek aram û parastî bû. Pêwîst e di zûtirîn dem de û li gor nexşerêya benda 140 ya destûrê rewşa wan navçeyan were çareserkirin û dawî li rewşa dagîrkeriyê were anîn.”
Piştî hibijartinê ji bona Referandûma Kerkûkê, ji bona ku îşgala Kerkûkê dawî bê, ji bona ku encama referandûma serxwebûna Kurdistanê cîbicî bibe, derfetên mezin û girîng derketin holê.
Divê hemû kurd û kurdistanî, partiyên Başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî PDKê di vê qonaxê de baş xebat bike û ev karên milî pêk bîne.
DIVÊ KU QENDÎL Û ŞENGALÛ û HEMÛ HERÊMÊN KURDISTANÊ JI ALIYÊ PKK’Ê VE BÊ VALAKIRIN…
PKKê dema piştî salên 1982an li Başûrê Kurdistanê bi cî war bûn, bi peymanekê bi cî war bû. Ew peymana di navbeyna PDKê û PKKê de hatibû li dar xistin. Lê PKKê di dema mêvantîya xwe de jî li Başûrê Kurdistanê xerabî dikir. Endamên Partiya Komunîst ya Iraqê, KUKê û PDKê kûşt. Heta xwest ku dest bide ser Liqa Yekemîn ya PDKê û ji bona vê jî plankir kû hemû berpirsiyarên PDKê yên herêma Behdînanê bên kûştin. Ev plana bi destê endamekî Komîteya navendî ya PKKê hat deşîfre kirin. Pêşîya vê keresatê hat girtin.
PKKê piştî salên 1984an jî di serî de Qendîl û li gelek herêm, gundên Başûrê Kurdistanê bi cî bû. Li wan herêman û gundan wek hêzeke dagîrker tevgerîya. Herêm îşgal kirin. Nehîşt ku hêzên pêşmergeyan biçin wan herêman. Xwestin ku desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê bidin rûxandin. Meşrûiyeta dewleta federe ya Kurdistanê nas nekirin. Ji bona ku desthilatdarîya Kurdistanê têk bibin, li hemberî PDKê û YNKê û li hemberî Hikûmeta Kurdistanê şer kirin. Gor aqil û îdeolojiya xwe tevgerîyan. Zerare mezin dan Kurdistanê.
PKKê bi ew helwest û siyaseta xwe ya dagîrker, herêma Şengalê jî îşgal kir. Wek hêzeke Iraqî û Îranî tevgerîya.
Ji serî de ew helwest û hebûna PKKê li Başûrê Kurdistanê bû sedem ku Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê operasyonên hewayî û reşayî pêk bîne.
Nûha jî dixwazin ku Qendîl û Şengalê ji destê PKKê derxin. Loma jî Dewleta Tirk 30 kîlometreyî axa Başûrê Kurdistanê dagîr kiriye.
Diyar e k u di pêşerojê de kereseta mezintir dê derkeve holê.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu bersîva pirsên Ajansa “Anadolu” da û got, li devera Xakûrkê gelek xal hatine kontrolkirin û êdî Qendîl ji bo wan aramancek dûr nîne.
Soylu got: “Me berî niha di nava xwe de gengeşe dikir. Em biçin Qendîlê an Efrînê. Me çêtir dît ku biçin Efrînê. Em berî niha diqîriyan û me digot: ‘emê Qendîlê bistînin!’ Lê niha em naqîrin. Ji ber ku em kengî bixwazin dikarin biçin li Qendîlê rûnin.”
Ev piştî wê yekê tê, duh Rêvebirê Navçeya Sîdekan ya ser bi qezaya Soran ve Îhsan Çelebî ragihand, artêşa Tirkiyê hatibû nava gundê Bermîze û piştî ku hevkarî ji aliyê gundîyan ve nedîtin careke din vegerîyan binkeyên xwe.
Berî du rojan jî Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ragihandibû, hêzên wan bi kûrahîya 27 km derbasî nava xaka Herêma Kurdistanê bûne û niha amadekarîyê ji bo êrîşa li ser binke û baregehên PKKê li çiyayê Qendîlê dikin. (Kurdistan24)
Li hemberî vê yekê dîsa PKKê avantûrîst tevdigere û realîst hereket nake. Berpirsîyarê PKKê Karasu got ku: “AK-Partî ji bo desthilatdarîya xwe dikare her cure bêaqilyê bike. Hikûmeta Tirkîyeyê ji ber tirsa serneketina hilbijartinê bi hêminî tevnagere û dikare li dijî Qendîlê her cure êrîşan bike.
Endamê Konseya Rêveber a KCKê dîsa got ku “Lê Tirkîye nikare bi hêsanî êrîşî Qendîlê bike. Ew ji bo şerî amade ne û dê li her derê berxwedanên mezin bikin.”
Lê divê baş bê zanîn ku ev operasyona Qendîlê, Operasyona Dewleta Tirk û Ocalan ya hevmişterek e. Loma jî PKKê li ber xwe nade û dê Qendîlê teslîmî Dewleta Tirk bike. R. T. Erdogan jî dê piştî Cerablûsê, El Babê, Idlîbê, Efrîn, Menbîcê dê di hilbijartinê de qezenceke mezin bike.
Divê PKKê Başûrê Kurdistanê neke Efrîn, Loma divê PKKê bi lezûbez ji Başûré Kurdistanê derkeve.
DIVÊ LI EFRÎNÊ HIQÛQA NAVNETEWEYÎ Û KÊMTIR IN DEWLETA TIRK HIQÛQA XWE CÎBICÎ BIKE…
Siyaseta Rejîma Baasê û PKK/PYDê bi hev re bes ji bona Efrînê kerasat çênekir, ji bo tevayî Rojavayê Kurdistanê xeterî çêkir. Wek tê zanîn berîya vê bi demekê Efrîn hat îşgalkirin. Rejîma Sûriyeyê nûha dixwaze ku PKK/PYDê bê çek bike. PKK/PYDê vê daxwazê nîne cîh. Loma jî dûr nîne ku Rejîma Baasê li Rojavayê Kurdistanê dest bi operasyona bike. Helbet Reqqa û Dêre Zor jî dê di nava vê operasyonê de be.
Diyar e ku Rejîma Sûriyeyê bes bi serê xwe nikare operasyonê bibe serî. Lê Dewleta Tirk jî di vê pirsê de, piştî îşgala Efrînê û heta berîya wê xwedîyê plana operasyona Rojavayê Kurdistanê ye. Loma jî dê herdu dewlet tîfaq pêk bînin, Rûsya û Îran jî dê ji wan re piştgir be.
Lê nûha rewşa Efrînê qelek ne baş e. Dewleta Tirk û çeteyên mûxalîf yên hevalbenên Dewleta Tirk; hiqûq û heqên kurdan û tevayî rûniştvanên Efrînê binpê dikin.
Di desthilatdarîya herêmî de mafê rûniştvanên Efrînê nas nake.
Divê hemû kurd, di bin pêşengîya Efrînîyan de ji bona ku Hiqûqa Navneteweyî, Peymana Neteweyên Yekbûyî, heta kêmtirîn hiqûqa Dewleta Tirk li Efrînê cîbicî bibe, xebat bikin.
Amed, 08. 06. 2018