Li zîndana Amed ya di salên 1980`yan de, qaşo “îstîqaq”ê (berdêla xwarina) me yê her girtîyekî wek yê leşkerekî bû. Mîna her pêdivîya jîyanê, xwarin û vexwarin jî li hember me wek îşkence dihat bi karanîn: armanca wan, me lawaz bihêlin, ji desthilanîn bixin û radest bigirin. Xwarin û fêkîyên para me bû, didan gardîyanê leşker, yê ji ber wan dima jî, bi erebokê desta, bi me davêtin sergo.
Ji sed mirovî re, xwarina 15-20 mirovan û rojane 15-20 nanê leşkerî tanîn. Carna van hejmarna kêmtir dibûn. Gelek caran, sê-çar rojan dilopek av jî nedidan me. Tevlî vê rewşê, bi me wer talîm û îşkence dikirin, seet ji heftê sibehê, heta şeşê êvarî, em wer li ser pêya bûn; rûniştin qedexe bû.
Carna jî ji me re, li gora dilê me(!) û ji hejmara me zêde şorbeya fasolîyên hişk, şorba nokan yan jî şorbenîsk tanîn. Piştî ezmûna çend caran, êdî me fam kiribû ku gava xwarina zêde û rohn were, me zanîbû ku dermankirî ye. Xwarina dermankirî, ji xwe kef bi ser diket. Tevlî ku me zanîbû xwarin dermankirîye û wê ji me re bibe îşkence jî, ji birçîna em diketin ser û me zikê xwe dida ber!
Rojek havînê bû, ji me re sê “qerwane” bi dev tije, şorbenîsk anîbûn. Me bi hev re şorbenîska xwe fît kir (qedand).
Piştî çend seetekî em tev virikî bûn; bû xurîna nava me û di rêvîyên me de dest bi zixt û tîran kir!
Ji bo ku bi me sed hêsîrî destavek bi tenê hebû, loma me lêdana xirab dida çavê xwe û em diketin dora destavê û bi dû hev de rêz dibûn.
Ji bo ku destava me tevan bi hev re dihat û gelek caran hinekan bi teşkên xwe de berdidan, di rewşa werê de, me çar-çar û carna jî pênc û şeş pişta xwe dida hev û me destava xwe dikir.
Ji bo ku av tunebû, ya me cilê xwe diçirand û parçe dikir mîna kevnikên destavê, yan jî me pemboyê doşekan derdixist, kaxet an çi bi destê me biketa me xwe pê paqiş dikir.
Yên di dorê de, ji ber tîrên nava xwe, xwe duta dikirin û nava xwe bi ser hev de diguvaştin. Ev îşkenca nebes bû, bi ser de jî gelek caran gardîyan dihatin û digotin:
-“Nûtikno, zaroyên bêjîya, min wawayî dê û jinên we kirno, hûn ewqas mirov li pêya çi dikin, ma qey qûna we rabûye!?” Piştî rewşa ku ji xwe zanîbû, jêre dihat gotin. Wî jî digot:
-“Ez nizanim, we rêzname binpê kirine; divîyabû hûn di nav cîyan de bi temene rawestin, ji nobetdaran bi nîzam destûr bixwazin û yek bi yek biçin destavê! Loma hûn û nobetdar tev sûçdar in. Tevde li ber derî rêz bibin, hûnê tev bi dor lêdanê bixwin!”
Wê sibehê em bi tirs, êş û bêxewîya wê şevê ji nav nivîna rabûn. Ji tîhna devê me zuha bûbû. Tevlî ku kanîya avê di çavîya destav û destşoyê de hebû jî, lê ji lûleyên jêr de rêya avê hatibû birîn û nedihîştin av biherike. Çimkî av jî wek şêweyekî îşkencê li hember me bi kar tanîn. Bi pîvanek ku em ji tîhna nefetisin av didan me.
Wê sibehê jî av nedan me. Lê wek taştê, ji me re çend kulm zeytûnê zuha, çenek rîçal û di bîdonekî naylonî de ku ava kelîyayî bera ser kulmek çay û şekir dabûn ji me re anîn.
Piştî me têr xeber xwarin, bi duayê xwarinê “me ji ordîya xwe re şukur kir(!)” û gardîyan jî ji me re got, “ziqûm” be, me ew çay bi tasikên naylonî li hev par kir. Ew jî me bi hinekî rîha xwe kur kir, bi hinekî jî bi pembo, me bin xwe paqiş kir û yê mayî jî me bi nêta çay û avê vexwar!..
Piştî xwarinê em ketin temena hejmartinê. Bi vekirina derî re û balkişandina gardîyan ya bi zirt, bi serkêşîya efserekî neh-deh leşker ketin hundir. Bi şid cop li belika guhên me dixist û me jî rêzehejmara xwe digot. Piştî hejmartinê, gardîyan got:
-“Qûnekno, dest bi perwedeya talîmê û merşan bikin, heta ku ez we derxim der!” Di xewxana ku hemû paceyên wê girtî û germ, bû hirme-gurma talîmê û qîre-qîra me ya gotina merşan! Seet li dor nehan bi qîrîn û sixêf em derxistin hewşê. Me çar-çar xistin rêzê û gotin:
-“Bi gavên li rê me(r)ş!..
-“Çong li sîngê, ling û mil bi aheng, lingan bi hevre rakin û daxin!..
-“Gurmîn ji erdê nayî, bi hişkîn lingan li erdê bidin!..
-“Bi dengê bilind, merşa `Dîrokê Bizivîrîne` bêjin!..
-“Deng dernayê, deng, deng dêqahpno!..
-“Nebû, bibirin qûnekno!..
-“Vekevin!..
-“Rabin!.. Vekevin!..
-“Bi zikkişkê heta dîwarê hember herin!..
-“Werin!..
-“Herin!..
-“Werin!..
-“Serpişt wergerin!..
-“Heta dîwarê hember li serpişt xwe kaşkin!..
-“Werin!..
-“Herin!..
-“Werin!..
-“Hûn nabin meriv, têkevin rêza lêdana tilme-qûnê û xwe belot bikin!”
Her yek deh dar li tilmeqûna me dan.
Heta nîvro, bi vî awayî li me îşkence kirin. Ji bo ku serbazên me(!) westîyabûn û birçî bûbûn, loma ji bo firavînê em birin xewxanê. Ez dibêm xewxane; çimkî xewxane û xwarinxane yek bû. Em sed hêsîr li yek oda zîndanê diman!
Ji tîhna devê me bûbû wek kulav û zimanê me kişîyabû; şilbûn tê de nemabû ku em pê lêvên xwe yên qeşmûşk girtî û qelişî şil bikin. Ji xwe taqet di tu kesî de nemabû. Tew kesên hinek bi kîlo û qelew, rebena bi delka dimeşîyan. Ew jî yê nuh ji derve hatibûn. Di deh panzde rojan, heyvekê de, her kes dibû mîna şivdarekî req-î rût!
Ji sed kesî re nîvqerwaneyek pirasa û nîvqerwaneyek savara rijî ku hertim kele/bêxwê bû, lê vê carê xwêya wê pirr zêde ji me re anîn. Dîsa jî kêfa me hat, qet nebe, bi nêta avê, me yê pirasa bixwara. Lê ew jî her yek ji me çend kevçîyek bi dest me ket!
Piştî seetekê dîsa em derxistin hewşê. Vê carê ji sibehê xerabtir bi serê me de anîn! Tih û birçî, di wê kel-i-kela germa havînê ya Amedê û betona sincirî de, em zuha bûbûn! Tu derman û taqet di canê me de nemabû; em ji hal de ketibûn!..
Gardîyanan, ha digot; “dêqahpno deng, deng!” û digotin; “çongên xwe bigehînin sîngên xwe!” Ji bo me ji tihna nikarîbû van fermanan pêk banîya, bê navbên em didan rûniştin û rabûnn, didan vexistin û rabûn; em serdev û serpişt didan kaşkirin. Gardîyanan nerîn ku êdî em nikarin tevbigerin, gotin:
-“Hûn eşkere li hember fermanên me dertên, têkevin rêza lêdanê û destê xwe vegirin! Ji bo ku hûn bi ya me bikin, divê meriv daran rade we û dêyên we!..”
Her yek ji me deh dar li destên me dan. Me di dilê xwe de got; “De wê êdî me bişînin hundir”, lê berevacî, ji mere gotin:
-“Hûnê her yek sed şinavî bikişînin, yek, du, sê dest pê bikin!”
Kê karîbû di wê rewşê de ewqas şinav bikişanda. Ne sed, me nikarîbû pênc car jî bikişanda. Êdî xwezî di devê me de nemabû ku em pê lêvê xwe jî şil bikin. Lêvên me qeşmûşk girtibûn. Ji bo ku çermê me zuha bûbû, kîjan dera me digehîşt betona sincirî, çermê me wek şîrêzê bi betonê ve dima. Gava me şinav dikişand, ji bo ku çermê destê me bi betona sincirî ve ne zeliqe, me qevdikên eşofmanê xwe dikişand bin kefên destê xwe. Ji xwe ji kaşkirinê, çermê zendên û kemaxên me ji betona sincirî tev şewitîbû, bûbû peq û çelitîbû!
Ji bo ku taqeta gelekan tunebû li ser destê xwe bisekinin, gardîyanan misêwa bi dar, cop û peînan li wan didan û li wan siwar dihatin û bi her du lingan pê li wan dikirin. Hinek jî eşofmanê wan biçûk bû û destê wan digehîşt betona sincirî!..
Ez qet ji bîr nakim: wê rojê hevalê min, Mahmûdê Mihemedê Evdo ji bêtaqetî, û kinbûna kevdikên eşofman, herdû destê wî jî ketibû ser betona sincirî, gava rabû, çermê her du destê wî bi betonê ve zeliqî ma!!!
Gardîyan hat li pêş Mahmud sekinî; li erdê, li çermê destê Mahmud ku tevlî her deh tilîyên wî bi betona sincîrî ve zeliqandî mabû nerî û li rûyê Mahmûd yê zer û reş-xeniqî û çavên wî yên bi kort çûbûn nerî, bîstekê bêdeng ma û piştre ji Mahmûd pirsî: “aniha daxwazek te ji min hebe, bêje!?”
Mahmûd jî got: “ez tî me, avê dixwazim!”
Gardîyan, ji bo navdilê wî bide perçivandin, yan belkî dilê wî pê şewitî, em wêya nizanin, çû surehîyek ava qeşê anî da Mahmûd. Mahmûd, ew surahî bi yek bêhnê bi ser xwe dakir û tev vexwar! Lê heta hefteyekê jî Mahmud xwîn dimîst!..
Lê gardîyan av da Mahmûd bi tenê û em bi xeber û lêdan xistin hundir. Neh-deh hevalê me bi gehîştina xewxanê re bêtaqet û ji xwedeçûyî ketin xwarê!
Li qawîşê hinek firingî û tirî hebû. Me li wan hevalên ketî par kir û guvaşt devê wan. Lê bi gewrîya wan de nediçû xwarê. Tev di devê wan re wek kefê derdiket der! Em tirsîyan ku bifetisin. Me li derî xist û rewşa wan ji gardîyan re got; lê gardîyan ji me re sixêfên xerab da û got:
“Kî ji we diceheme, ji xirê min ve, wê xayinek kêm bibe!” got û bi reqîn derdîlka nava derî girt. Me hevalên xwe li erdê, li ser betanîya raxistin û em man li hêvîya jimartina dahnê êvarî.
Êvarî garanek leşker û du efser hatin hejmartinê. Piştî ku cop li nav çavê me dan û em hejmartin, pirsîn ku wan hevalên me çima veketîne. Berpirsîyarê qawîşê jî rewş ji wan re got. Wan jî bi guhnedan peînên xwe li wan hêsîrên ku pişikên wan ji bêavî zuha bûbû, kef bi ser devê wan ketibû û ji tîhna li ber mirinê bûn dan û gotin:
“Derewînên heram, ji bo ku lêdanê nexun, xwe bi derewa avêtine erdê, he he he..!” Qeşmerîyên xwe bi merivên li ber sêkeratê bûn dikirin û hîre-hîra wan bû dikenîyan!…
Êdî ji bo me dem sekinîbû! Em ne li pêşîya xwe û ne jî li paşîya xwe difikirîn. Tenê av, êş û tirsek bêdawî di bala me de bû!..
Di wê kêlîkê de, hemû xeyalên me di tîhbûnê de fetisîbûn! Em di nava psîkolojîyek radestgirtî, lawaz û bêhêvî de bûn!
Gelek ji me, dixwest ku bêkes û bêxwedî li nava daristanekê (ger şilfî tazî û hov jî ba ya razî bû) bûya!
Hinek hêsîr jî bi xwe re ketibûn munaqeşa, “gelo jîyana min ewqas hêja ye ku ez vê radestî, îşkence û bêşerefîyê dikişînim, yan jî ez li jîyanê bimînim û li hemberî van zalim û teresan bitêkoşim baştir e!!?”