Gotina pêşîyan: “Ger hûn nebin yek, hûnê herin yek bi yek!”

 “Ger dê hebûya me îttîfaqek
Vêkra bikira me înqîyadek      

Tekmîlê dikir me dîn û dewlet
Teshîlê dikir me îlm û hîkmet”

Ahmedê XANÎ

Ez  dixwazim li ser mijara rojevê û di derheqê derfetên derketine holê çend gotinan  bi we re par bikim. Naxwazim di nav kûraya dîroka Kurdîstanê de serê we biêşînim. Lewra dema em tê de dijîn, têra xwe bi êş û alozîyên giran e û li ser jiyana me bandora xwe nîşan dide.

Jiyana me ya rojane, ji alîyê dagîrkeran û kurmikên wan ve hatîye dorpeç kirin. Dewletên dagîrker û hevalbendên wan, di hemû deman de, bi zanîn û bi bernameyên veşartî, xwestine civata kurd li dijî hev bi kar bînin. Dixwazin, bi rêya çavsorî û dîktatorî, tovê neyartîyê û dijmînatîyek bê wate, di nav hêzên Kurd  û beşên Kurdîstanê de desthilatdar bikin.

Piştî damezrandina komara Kurdîstanê, weke hûn jî dizanin; di bin seroktîya pêşawa Qazî Mihemed de, demek kurt be jî desthilatdarîya gelê Kurd li ser beşek axa Kurdîstanê pêk hatîye, ala Kurdîstanê bi azadî hatîye hildan.  Piştî têkçûna komara Kurdîstanê, gelê Kurd, bi hişmendîyek netewî berxwedan û têkoşînek dûr û dirêj daye meşandin û îro li Başûrê Kurdîstanê weke nîv dewletek be jî, dewleta Kurdîstanê hatîye damezrandin û tevî hemû kêmasî û pirsgirêkan alaya Pêşawa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mustefa Barzanîyê nemir kiribû, îro li ser axa azad hatîye hildan. Ev jî şanezî û serfirazîyek mezine ji bo gelê Kurd re.

Desthilatdarîya başûrê Kurdîstanê, ji alîyê gelê Kurd ve bi şêweyek demokratîk û adilane bi hilbijartin û pesendkirina parlementoyê hatîye pesandin. Tevî hemû pirsgirêk û alozîyan, desthilatdarîyek meşrû û netewî ye. Gelek biryar û şêweyên îderakirinê, dibe ku ne li gor dilê me be, kêmasî û şaşî hebin. Lawazî û nekêrbûn, bi xwe re pirsgirêkan tomar bike jî divê her Kurdekî dilsoz û welatparêz li van destkeftîyan xwedî derkeve û di hemû deman de jî biparêze. Rêxne û gazinên we çi dibin bila bibin, divê hûn rênedin xirabî û şaşîyên sîstematîk. Ger hûn rê li ber xirabî û şaşîyan vekin, li pey sîyaseta pragmtîzmê bimeşin, destkeftîyên hene jî wê têkbiçin. Rastîya sîyaseta netewî ew e ku rê li ber destkeftîyên nû veke, hest û hizirên netewbûnê, bi rêgehên rêxistinbûnê av bibe. Ji bo jîyanek azad û serbilindî, divê ji bo amadekarî û derfetên nuh, ji îro ve amadekarîyek mezin bê kirin.

Hişmendî û psikolojîya bindestîyê, di nav civatê de her ku diçe ber bi guhertinên paşverû û bêbawerîyê ve diherike. Dewletên dagîrker, bi sîyaseta darê zorê, biser neket; niha dixwaze li ser cudabûna nav hêzên Kurd û bi sîyaseta pişavtinê bi ser bikeve.

Hinek kesên weke propagandîstên xwebexş, li dijî mafê dewletbûna gelê Kurd, bertekan nîşandidin û li dijî destkeftîyên hene nerazîbûna xwe nîşan didin. Desthilatdarîya îro heye, her çiqas lawaz û  têr neke jî, tevî lawazbûn û kêmasîyên xwe, hebûna dewletek/dezgehek Kurdî ji tunebûnê çêtire. Guhertin û pêşxistina dezgehekî hêsantir e, lê li ser tunebûnê avakirina dezgehekî ne mumkune!

Îro li başûrê welatê me, hukumeta kurdîstanê, di bin gefên dewletên dagîrker de, di bin metirsîyekê de ye. Erkê her Kurdekî ew e ku bi tu awayî rê nede dijmînê gelê Kurd û bi hemû derfetên xwe li dewleta Kurdî xwedî derkeve. Kî erkê xwe yê netewî bi cîh neyne û rê li ber dijmînê xwe veke, neyarê gelê Kurd e û li hemberî dîrokê tawanbar e.

Li İraqê, li Îranê, li Sûrî, û li Tirkîyê hemû partîyên desthilatdar û yên muxalefetê, di mijara Kurd û Kurdîstanê de bihev ra ne, xwedî yek dengî ne. Xewn û hêvîyên wan, li ser tunebûna mafê gelê Kurd e! Ev têr nake; di nav gelê Kurd de jî ji xwe re hevalbend û xulamokan çêdikin. Bi alîkarîya kurmên kurd, dixwazin mala Kurdî pûç bikin û hilweşînin. Çepgir, rastgir, û oldarên wan li dijî gelê Kurd, bi hev ra helwest digirin, tevdigerin û dixwazin rê li ber desthilatdarîya gêlê Kurd bigirin. Baasî û kurmokên xwe, Ayettullah û rovîyên xwe, Kemalîstên Îttihatçî û keftarên xwe, Osmanîyên bêesil û kêzikên wan li ser tunebûna gelê Kurd bi hevra şirîkin.

Di hemû demên dîroka gelê Kurd de, em dibînin ku dewletên dagîrker, li dijî gelê Kurd îtîfaq û piştgirîya hev kirine; qirkirin û jenosaydên pêk hatine, hemû berhemên şirîkatîya wan e.

Êrîş û polîtîkayên dewletên dagîrker dîyar in,eşkera ne û bêminet in! Mirov dibîne, dikare helwest bigire an jî şîrove bike; lê ew hêzê xwe li dijî sîstemê bi nav dikin û kirasê çepitîyê û oldarîyê li xwe dikin, mirov nikare fam bike. Rewşenbîr û zanayên wan civatan, xwe weke milê pêncemîn dibînin û li dijî rêxistinbûna gelê  Kurd helwest digirin. Hinek jê sîysî komîser in; hinek jî mufetiş in; lê hinek jê hene, di bin navê şoreşgerîyê de fermandarê artêşa dagîrker in. Bi şêweyek “sivîl” tevdigerin; lê mîsyoner in; wezîfa wan, di nav gelê Kurd de cûdbûnan çêkin û tovê dîjîtîyê, bi xwînê av bidin. Di bin navên îdeolojîk de, dîwar û sînorên nû ava bikin!..

Pêşîyên me gotine: “Hemû dunya neyarê kewê ye, kew jî neyarê qewmê xwe ye!” Xuya ye problema me Kurdan jî, dişibe çîroka kewê! Sîyaseta dagîrkeran, xwe di hemû deman de, bi şêweyên cûda xwe ferz dike.

Gelê Kurd, divê rojek zûtirîn êdî bi rastîya xwe û ya dagîrkeran re rûbirû bibe. Ji dîroka xwe dersan bigire û cardin têkneçe. Helwestên hevpar, rê li ber berjewendîyên netewî vedike. Ez hêvîdarim ku hemû partî û rêxistinên Kurd wê di vê pêvajoya nazîk û zêrîn de rolên xwe ya netewî bi cîh bînin û keda xwe, bi tîpên zêrîn di nav rûpelên dîrokê de bi cîh bikin. Bi taybetî, rolekî girîng û berpirsîyarekî mezin îro li ser sutîyê hemû partîyên Kurdîstanî ne.

Îro li başûrê Kurdîstanê, di rêgaha serxwebûna Kurdîstanê de, barê herî mezin li ser pişta PDK  û  YNK ê de ye. Ez hêvî dikim PDK û YNK, wê carekî din, bi hevra rolekî dîrokî hilgirin û weke lokomotîfa karwanê serxwebûnê, bi piştgirî, alîkarî, hevkarî û şirîkatîya hemû partî û sazîyên Kurd, mizgînîya cejna Kurd, bi hev ra mala Kurd ava bikin û yekrêzîya gelê Kurd nîşanî dost û dijmînê me bidin.

Cano Amedî 10:07:2017 Amed

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *