SÎYABEND (HESEN BATÛ) ÇÛ SER DİLOVANIYA XWE…

Heval Û dostên Hêja,

Beriya ku Sîyabend (Hesen Batû) koça dawî bike, beriya 4 saetan li Wanê; min, Sedat Çinar, Brûsk Soltak, Kek Eşrefê Wanî, me li nexweşxaneyê seradaniya wî kir.

Me li wir tespît kir ku jiyana Sîyabend dirêj nîne.

Hezar mixabin wusa jî bû.

Dema ku me agahdarî girt û em zanyar bûn ku wî koça dawî kiriye û çûye ser dilovaniya xwe, em gelek xemgîn bûn.

Lewra me, miletê kurd, dostên wî, hezkirên wî, malbat, xwişk û birayên wî, hunermendên Kurdistanê, dostên çand û edebiyata kurd: Hunermendekî xwe yê hêja û kurdperwerekî dilsoz wenda kiribû..

Em îro jî çûn taziya wî.

Li nexweşxaneyê bira û birazî û zarokên wî gelek xemgîn bûn.

Hezar mixabin li taziyeyê têkçûbûn. Ve yekê jî em gelek êşandin û xemgîn kirin.

Ji bona taziyeyê kesên kurd wek leheyê diherikîn. Vê yekê jî hezkirina wî carek din nîşan dida.

Birayên û malbata Sîyabend, bi dehan salan e ku dostên min in. Me bi hev re xebatên milî yên rêxistinı jî meşandin.

Ew malbateke kurdperwer, welat evîn, tekôşerên serxwebûna miletê kurd in.

Bila serê miletê kurd, dostên wî, hezkirên wî, malbat, xwişk û birayên wî, dostên çand û edebiyata kurd sax be.

*****

Hozan Sîyabend koça dawî kir

Hozanê kurd Siyabend di encama nexweşûyekî de bi temenek gelek ciwan çû ser dilovaniya xwe. Siyabend ji malbatekî kurdê tekoşer û kurdperwer bû. Hozan hestên xwe yên netewî ji malbata xwe stand û kurdperwerek gelek hêja bû.
Hêja jiyanek gelek dirêj li pêşiya Siyabend bû. Lê mixabin ew gelek zû ji nav me çû.
Bila hezarcara rehmeta xwedê li giyanê wî be, Cihê wî biheştbe..
Bila serê malbat, dost û hevalên wî sax be..
Karmendên Rojevakurd

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *