Roja Zimanê Cîhanê yê Dayikê û Rewşa Kurdî

Di sala 2000 an de, rêxistina çand, zaniyarî û perwerdehîyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), ji bo ku balê bikişîne ser pirsgirêkên kêmneteweyan û zimanên ku ji holê radibin têxe bin parastinê, roja 21ê Sibatê, wek Roja Zimanê Dayikê pîroz kir.

Ji bo ku perwerdeya zimanê Kurdî jî, ji alî dewletên mêtinkar ve qedexe ye, zimanê Kurdî, di bin gefa tunekirin û wendakirinê de ye, loma divê Kurd vê rewşa bi çalakîyan bi her kesî bidin hisandin û vî mafê rewa yê perwerdeya zimanê dayikê bi serdestan bidin qebûlkirin.

Piştî peymana Lozanê ya 1923 yan ku Kurdistan bi çar beşan ji alî çar dewletên mêtinkar ve hat parçekirin, tevlî ku di vê peymanê de, divîyabû mafê çand, ziman û bawerîya hûrgelan bihata parastin, tevlî ku gelê Kurd ne hûrgelbû û li welatê xwe di piranîyê de bû jî, ji alî dewletên mêtinkar ve, hebûna neteweya Kurd, tevlî dîrok, çand, ziman û hemû mafên sîyasî û aborî hat înkarkirin û qedexekirin. Ji wê demê û virde, iro tenê li Başûrê Kurdistan ev maf hatîye bidestxistin.

International-mother-language-day-IMLDJi alî dewletên mêtinkar ve asîmîlasyona zimanê Kurdî, bi qanûn, ceza û şîdeta hêzên dewletên mêtinkar hatîye pêkanîn. Gava gelê Kurd, çi demê li hember vê çavsorî û zordarîyê serî rakir jî, mêtinkarên nîjadperest û faşîst, bi şîdetek bêhempa û bi malwêrankirin, qirkirin, koçberkirin, zîndan û îşkence vê daxwaza gelê kurd ya mafdar temirandîye.

Tevlî ku Kurdan serhildan û berxwedana xwe berdewam kirin jî, lê dîsa bi sedhezaran, bi mîlyonan Kurd devji zimanê xwe yê dayikê berdan, dest bi peyivandina zimanê serdestan kirin û gelekan gotin; ”Em Tirk, Faris, Ereb in(!)” Lê ji bo ku bi giranî baş fêrî zimanên serdestan jî nebûn, di jîyana xwe de gelek pirsgirêkên jîyanewî yên mîna têgehîştin, ramandin, axaftin, nivîsandin û derbirîn jîyan.

Ji alî din ve, pêwendîyên civatê bi rêya ziman saz dibin. Ziman, di mejî de hûnandina ramanê pêşve dixe û wergêrê zanîna mejî ye. Zanîn, bi rêya ziman, huner û çandê bi pêş dikeve, bi endamên civatê tê parvekirin û bi rêya derbaskirin û bikaranîna cîlên nuh, xwe ji nû de diberhimîne û diafirîne.

Gava zimanê civatekê, yan perwerdeya bi wî zimanî bête qedexekirin, mejîyê wê civatê jî tê astengkirin; di warê zanîn, hilberîn, afirandin û xwe pêşxistina mirovan de, ew civat tê korkirin û seqetkirin.

Gava mirov, ji dêya xwe zimanek fêrbûbe, biçe dibistanê, wî zimanê dayika xwe qet bikar neyne û ji nuh de zimanekî din fêr bibe, wê di wê dibistanê û di jîyana xwe ya meslekî de çiqas karibe serfiraz bibe?

Ji bo civata Kurd, mîna civatên cîhanê yên pêşketî pêş keve, divê bi zimanê xwe perwerde bibe û bi rêya zimanê xwe, bigehê zimanên navnetewî, bi zimanê xwe huner, çand, teknolojî, bijîjkî, matematîk û hemû zaniyarîyên ku li hemû cîhanê belabûye fêr bibe.

Ji bo neteweya Kurd, li ser axa welatê xwe Kurdistan azad bijî, divê xwedîyê hemû sazî û dezgehên civatî yê rêvebirinê be; van sazîyana jî divê bi zimanê Kurdî tevbigere û bimeşe.

Mamostên biyanî, bi zimanekî xerîb dersê didin zarokên Kurd. Dema ku ev zarok li fêrbûna tiştên pêwîst demê xerc bikin, wê demê, li fêrbûna zimanekî biyanî didin. Di dema ku zarok matematîk, rêzimanî, erdnîgarî, terbîye û hwd fêrbibin, ew dem, li fêrbûna zimanekî din diçe.

Bi serde jî, gelek caran mamostên famkor û nîjadperest zarokên Kurd bi bêhişî û famkorîyê biçûk dixe û şermezar dike. Ew zarok jî gelekî li berxwe dikevin û ji xwe dipirsin, dibên; ”gelo bi rastî ez bêhiş û famkor im?!”

Helbet ziman organekî zêndî ye. Mîna ku hemî pêwendî û çalakîyên civatê bi rêya ziman saz dibe, hemû heyîyên civatê yên çandî, hunerî, zanîyarî, aborî, dîrokî, ramiyarî û hwd jî bi ziman ve girêdayî derdikeve holê û bi hev re geş dibe. Bi kinayî pêşveçûna ziman, bi pêşveçûna têkilîyên civatê ve girêdayî ye.

Hiş, berî her tiştî xwe di ziman de rêdide û ziman, gava ku em ji dayik çêdibin, derdikeve pêşberî me. Wê gavê, ger ku ziman qels û tevlihev be, hiş jî qels û tevlihev e.

Roja Zimanê DayikêZiman û ramana mirov, rasterê bi hev ve girêdayî ye. Ziman çendîn fireh û dewlemend be, raman jî ew çend fireh û dewlemend e. Civatek zimanê wê peşde neçûbe, an hatibe qedexekirin û qelskirin, ew civat ji alî hemû heyîyên xwe ve bi şûnde dimîne, kambax dibe û seqet dimîne.

Her civat bi parvekirina kar, di nava xwe de dabeş bûye. Hin kes bi cotkarî, hin bi şivantî, hin bi hesinkarî an bi xeratî, hin bi karên çand, huner û sîyasî û bi hwd ve mijûl dibin. Her karek an beşek pîşekarî, bi amûr û pergalên taybetî tên kirin û tên bi rêxistin, loma her kar xwedîyê pêwendî, têgeh û navên taybetî ne. Sazîyên perwerdekirinê tune bin, mirov di hev nagehîjin.

Tew mirovên Kurd yên ku li bajaran dijîn, zarokên Kurd yên ku li wan deran mezin dibin, cîhana wan ya raman û ziman tengtir dibe; him dewlemendîya zimanê Kurdî wenda dikin, him jî zimanê serdestan baş hîn nabin.

Zarokên Kurd yên li bajaran mezin dibin, ne bi Kurdî, ne jî bi zimanekî din, navê piranîya heywanên bejî û yên avî, teyr û teban, dar û ber, pincar, gul û gîha, kurm û kêz, madenan û gelek tiştên din nizanin.

Wê gavê netewa Kurd, ne ji bo pêşeroja xwe û ne jî  ji bo ya zarokên xwe, nikare ciwanên xwe perwerde û amade bike. Yan ew ciwan bi piranî nezan, neperwerde û bêrêxistin dimînin, yan jî ji maf û rûmetên netewa xwe bidûr, di sazî û dezgehên mêtinkaran de, li ser bingeha înkar, bişaftin û ji holêrakirina netewa xwe tên hêran û pûçkirin:

Ev jî bi xwe re kesayetîyek tevlihev û xerabe, an bêkesayetî, durûtî, şelafî, serî pêlkirin û biyanîbûna bi rastî û civata xwe re tîne holê. Her mirovekî ku têkeve vê rewşê, wê gavê ji hizir, pêwendî û çanda civatî û netewî bidûr dikeve, tenê li çara serê xwe dinere; yên herî jêhatî jî ji mêtinkar û zordaran re dibin xizmetkarên baş.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *