Roja pênçşem 12.01.2017 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê wekî nerîtekî salane, bi mebesta gihandina dîtin û nêrîn û siyaseta giştî ya Herêma Kurdistanê bi nûnerê welatan û şîrovekirina pêşhatên siyasî yên dawî û emnî û pirsên navxweyî û herêmiyan, li gel hemû Konsol û Serokê Nûnerayetiya welatan li Hewlêrê civiya.
Di destpêka civînê de Felah Mistefa Berpirsê Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bilî derbirîna spas û pêzanîna Serok Barzanî li ser piştevanîkirina fermangehê û rêkxistina hevdîtinê, bi kurtî li ser berev pêşveçûna asta peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel welatên derve û zêdebûna hejmara nûnerayetiyên welatan li Herêma Kurdistanê pêşkêş kir.
Paşê Serok Barzanî gotarek ji bo amadebûyan pêşkêş kir û têda ji bilî bi xêrhatina wan pîrozbahiya sala nû ya zayînî li nûnerê welatan kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.
Serok Barzanî behsa destpêka serhildana Da’îş û sedemên bihêzbûna wan û êrîşa Kurdistanê ji aliyê wê rêxistina terorîstiyê kir û metirsiyên terorîstan li ser asayîşa cîhanî û hemû mirovayetiyê ji bo amadebûyan şîrove kir û behsa qonaxên şerê Pêşmerge û Da’îşê kir ku têda Pêşmerge bi îmkaniyeteke kêm û qurbanîdaneke zêde destpêkê de hewl da xelk û pêkhatan rizgar bike û wan biparêzê û paşê rê li pêşrewiya terorîstan bigrê û dawiyê jî bikevê qonaxa êrîşbirin û têkşikandina terorîstan. Her wiha ronahî kir ku bi cangoriya zarok û gedeyên me û xweragiriya Pêşmerge, ew terorîst bibûne gef li ser gelê me, niha şer çûye nav cergê Musilê ku terorîstan kiribûn paytexta Xîlafeta xwe.
Serok Barzanî pêzanînên xwe bo qurbanîdan û cangoriya Pêşmerge û xweragiriya gelê Kurdistanê hebû û spasiya hevkarî û piştevaniya welatên dost û hevpeymanan jî kir ku bûne sedema wê yekê ku serkeftinên Pêşmerge bi leztir bibin û asta hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeymanan bi gelek serkeftî da zanîn.
Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî bi hurî behsa operasyona azadkirina Musilê kir û ragihand ewên Musilê radestî Da’îşê kir hez nedikirin operasyon destpêbike û serbigrê, ji ber ku ew bi xwe şikiyabûn û nedixwestin serkeftina xelkeke din bibînin. Ji bo wê yekê li 29 ê Eylûla sala derbasbûyî min serdana Bexda kir û li gel Serok Wezîrê Iraqê û aliyên peywendîdar bingeha vê hevkariyê me danî ku li navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê pêkhat û gedeyên her aliyek hate destnîşan kirin li gel despêkirina operasyonê jî Pêşmerge karî di demeke kêm da hêlên bergiriya Da’îş têkbişkêne û rê ji bo hêzên Iraqiyan xweş bû ku bikarin berev nava Musilê ve pêşrewiyê bikin. Ronahî jî kir ku bi bêyî hevkariya Pêşmerge û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê, operasyon serî nedigirt.
Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku raste niha Da’îş tûşî şikesteke mezin bûye û berev rûxanê diçin, lê belê nemana wê rêxistina terorîstî li Musil û şikesta serbaziya terorîstan, bi wateya dawî hatina Da’îş û terorê nayê û renge ew rêxistina terorîstî li cihê şer, bi navê cûda yan awayeke din ve bibê û gef li ser asayîşa cîhan û mirovayetiyê bibe û ne dûre diyardeya metirsîdartir ji Da’îşê serîhilbide, ji bo wê yekê divê ji bilî şerê meydanî li gel Da’îş, reyên tundutîjî û terorê li rûyê fikrî û aborî û siyasî û civakî bêne hişk kirin û eve jî pêwîstî bi hewleke navdewletî û hemahengiya hemû aliyan heye.
Serok Barzanî balkişand li ser rewşa aboriya Herêma Kurdistanê ku bi sedema dabezîna nirxê neft û şerê terorîstan û hatina yek milyon û heşt sed hezar koçberan bargiraniyeke zêde kete ser milê Herêma Kurdistanê û piştî destpêkirina operasyona azadkirina Musilê jî nêzîkî sed hezar kesên din ji wan navçeyan hêviya xwe bi Herêma Kurdistanê ve anîne. Serok Barzanî eve jî ragihand ku hêviya me eweye îsal piştî têkşikandina terorîstan û pêkhatina rewşeke guncaw ji bo vegerana beşek ji koçberan û bilindbûna nirxê neftê heman dema li gel proseya çaksaziyê, rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê baştir bibê.
Di derbarê rewşa navxweya Herêma Kurdistanê Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku niha aliyên siyasî li guftûgodane û hêvî heye guftûgo bigihin encamek.
Behskirina peywendiya di navbera Herêma Kurdistan û Bexda mijareke dinê axaftina Serok Barzanî bûn û têda wê yekê xisterû ku kes mafê wê yekê nîne di derbarê yek perçeyiya Iraqê gileyiyê li me bike, ji ber ku hem li berî 2003 û li piştî wê jî, me hemû tiştek kir ji bo çespandina şeraketa rasteqîne û firehî û demokrasî û federaliyê. Ronahî jî kir ku li 29 ê Eylûla sala derbasbûyî dema me serdana Bexdayê kir bi hurî û eşkere û bi tevahî li gel Serok Wezîr û aliyên din me guftûgoyê kiriye û bi xweşhaliyê ve wan jî gûh li têbîniyên me girt û li ser ewe rêkkeftîn ku bikevîne guftûgoyê heta bigihîne çareseriyek ku dawiyê bi trajediya û kêşeyên derbasbûyî bê û dûbare nebin. Serok Barzanî tekez jî kir ku niha Herêma Kurdistanê li warê serbazî da hemahengiyeke gelek baş li gel Hikûmeta Iraqê heye, bi taybetî li operasyona azadkirina Musilê da.
Her li vê civînê de nûner û Konsolê welatan li Hewlêrê spasî Serok Barzanî kirin ji bo rexsandina vê hevdîtinê û hêviya serkeftinê ji bo gelê Kurdistanê xwestin û pesnê Pêşmerge û serkirdayetiya hêzên Pêşmerge ya li rûbirûbûna Da’îşê kirin û her wiha pêzanînên xwe ji bo xweragiriya gelê Kurdistanê û çanda pêkvejiyan û lêborîna gelê Kurdistanê hebû. Her wiha ji bo hêsankarî û piştevanîkirina çalakiyên wan spasî Fermangeha Peywendiyên Derveyê Herêma Kurdistanê û Wezaretên Hikumeta Herêmê kirin. Paşê jî di derbarê şerê terorê û rewşa aboriya Herêma Kurdistanê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexda de komek pirsiyaran pêşkêşî Serok Barzanî kirin û Serok Barzanî jî bersîva têbînî û pirsiyarên amadebûyên civînê da.
http://www.presidency.krd/kurdil/articledisplay.aspx?id=wLd0P3ubsug=