NEWROZ, SERSALA NÛ Û CEJNA MILÃŽ YA MILETÊ KURD E.Â
BILA NEWROZ LI ME HEMÛ KURDAN PÃŽROZ BE.Â
DIVÊ KURD, JI DERVEYÎ NEWROZA DEWLETÊ Û PKK-Ê BI AWAYEKÎ MILÎ NEWROZÊ PÎROZ BIKIN…
Â
NEWROZ, sala nû ya kurdan e.Â
NEWROZ, destpêka biharê ye. Sersala miletên din zivistanê dest pê dike, lê sersala kurdan biharê dest pê dike.Â
Bihar, zîndîbûnê û afirandinê û kelecaniyê temsîl dike.Â
Bila sala nû li hemû kurdan pêroz be.Â
NEWROZ, cejna milî ya kurdan e.Â
NEWROZ, ji derveyî kurdan, cejna miletê din e jî.Â
Bila NEWROZ li me hemû kurdan û li hemû miletên din pîroz be.Â
NEWROZ, ji bona kurdan azadiyê û rizgariyê û serxwebûnê temsîl dike.Â
NEWROZ, têkoşîn û çand û dîrok û edebiyad e.Â
Hezar mixabin NEWROZ, bi dehan salan ji aliyê dewleta kolonyalîst de hat qedexe kirin. Loma jî kurdperweran û kuırdan bi tevayî di ÅŸertên gelek zehmen de, rîsk û xeterî girtin ber çav, NEWROZ pîroz kirin.Â
Pîrozkirina Cejna NEWROZê, di ÅŸertên qedexe de bû sedem ku gelek kes hepis bibin, eÅŸkênce bibînin; bên darizandin û ceza kirin;  bên kûştin.Â
Lê çend sal in ku kurd bi nîv-azadî Cejna NEWROZê pîroz dikin.Â
Berê zor û qedexe ya dewletê li ser Newrozê hebû. Nûha jî dewlet gorî çanda xwe ya siyasî û civakî NEWROZê pîroz dike û dixwaze NEWROZê bixe bin tekel / bandora xwe.Â
Di hemandem de jî tekela / bandora PKKê li ser NEWROZ a Bakûra Kurdistanê heye.Â
Loma jî divê kurd cejna NEWROZê:
*Gorî standart û pîvanên milî yên giştî;
*Gorî çanda kurdî,
*Gorî kevneşopiya dîrokî ya NEWROZê,
*Gorî rûhê milî,
*Bi kurdî,
*Ji hêjayiyên kurdan re rêzgirtî,
*Bi awayekî pirrrengî,
*Bi awayekî milîter ne, bi awayekî sivîl û demokrat,
pîroz bikin.Â
Loma jî divê kurd ji derveyî Dewletê û PKKê gorî van pîvanan NEWROZê pîroz bikin.Â
Amed, 19. 03. 2016