Min ne dixwest ku di vê quncika xwe de; vê çîroka jiyayî biweşînim lê ji ber ku min vê girîng dît ez vê diweşînîm.
Jinebiyek bi neçarî û feqîrtiya xwe bi karên gundiyan debara xwe dike, zarokên xwe mezin dike. Ku zarokên wê gihîştin, ku karen bajarî ji wan tê, pîrê zarokên xwe civand û ji wan re dibêje: “Zarokno, fikrekî min heye ku hûn jî pipejrînin, em ji gund derkevin, herin bajarê Diyarbekirê, dibêjin ‘Diyarbekir, cihê zengîn û feqîran e, her kes xwe tê de xwedî dike û bi rehetî jiyana xwe dewam dike’ hûn dibêjin çi?” Zarokên wê tev jî dibêjin: “Dibe, dayê, çima nabe, jixwe erd û zeviyên me tunin, em li ber destê xelkê dişxulin…”
Jinebî û zarokên xwe mala xwe bar dikin derin bajarê Amedê. Xaniyek piçûk ji xwe re kirê dikin. Zarok ji xwe re kar bi destê xwe dixin û dişxûlin. Ku debara wan xweş bû; pîrejin zarokên xwe dizewicîne. Sal derbas dibin zarokên wê navsal dibin, tornên wê jî diçin mektebê dixwînin. Dayîk jî sal bi sal pîr dibû, bû bi sal. Çavên wê êdî nedîdît, lê dilê dayikê ne xweş bû. Pîrejin tenê bi nimêj û îbadetê ve mijûl dibû; zikir û wîrdên xwe didomand, pê dilê wê xweş dibû, sebra wê pê dihat. Lê dayîk her tim dilê xwe xerab dikir, ku ne ji nimêj û taetê biba wê dîn biba û bi çolê biketa. Car jî ku jê bihata wê ji zarokên xwe re bigotana “min bibin gundê min…” lê nikaribû dest ji zarokên xwe bike.
Jinepîr ji zarok, bûk û tornên xwe pir hez dikir; û bi wan kêf digirt. Lê jiyana wê ne tu jiyan bû, her tim difikirî… Zarokên wê fehm kiribû ku derde wê heye lê derdê wê nizanîbûn. Zarokên wê carna digotin: “Dayê, dayika min, derdê te çi ye, tu çima derde xwe ji me re nabêjî?..” Diya wan jî: “Ez çi bibêjim, lê jiyana min, ne tu jiyan e.” Û dev jê berdida.
Çend roj çû, ku bû “of, of”a pîrê. Kurê mezin ji diya xwe re: “Dayê, tu yê derdê xwe ji min re bibêjî, ka dertê te çi ye? Gelo bûk nan nadin te, li te tehdê dikin, an jî me dilê te ji xwe hîştî ye…” Dayik mêze dike ku kurê wê ji wê nagere. Pîrê dest bi derdê xwe dike û dibêje: “Kurê min, ez diya we me, ez pîrejin im, ez xwedî zarok im, mala min heye, ez ne birçî me, lê hûn ji halê min fehm nakin, ez jî ji we. Hûn bi zarok û jinên xwe re qise û galegalan dikin, kêf kêfa we ye. Lê hûn li min nafikirin?” Kurê wê:
- Çima, çi bûye?
- Çer çi bûye, kurê min, ez çawa ji we re bibêjim; we orf û edetê xwe ji bîr kiriye, çekên we bûye weka biyaniya, ferqa jiyana we û gawuran ferq nake
Ya din; hûn derin karên xwe û tên, jiyan ji we re xweş e, lê hûn nabêjin em, jin û zarokên me di çi halî de ne. Ez qayîlim ku ji tornên xwe hez bikim, bi wan re qisan bikim û bibêjim, ku ez ji wan fehm bikim, ew jî ji min. Ê din wexta ku hûn bi jin û zarokên xwe re qisan dikin ez ji we fehm nakim, bi we re nakenim û nagirîm. Ku kurê mirov, bûk û tornên mirov bi zimanê xwe yê Kurdî qîsa neke û bi zimanê Tirkî qisan bike wê diya we çawa ji we fehm bike û bi derd û şahiya we kêf û xemgîn bibe.
Kurê min, rewşa we û yê min ne baş e. Yanê ku hûn, bûk û zarokên xwe bi min re qise nekîn, hûnê bi kê re qisan bikin.
Ya din jî hûn heya êvarê bi jin û zarokên xwe re bi zimanê Tirkî qisan dikin, ez ji we fehm nakim. Hûn televîzyonê vedikin heya sibê ziman bi Tirkî ye, hûn jê fehm dikin lê ez, ez ji ber zimanê we yê bi Tirkî bi we re her tim ker û lal im. Jixwe çavên min nabîne, qene ji gotin û qisên we fehm bikim. Li malê eciz dibim û dilê min teng dibe. Hedûriya min nayê û bîrîna min kûr e.
Gelo haya we ji we heye? We xwe daye zimanê Tirkî, we jiyana diya xwe mehf kir, yê zarokên xwe jî. Ku zarokên we bizewicin wê zarokên tornên we bi çi zimanî qise bikin. We zimanê bav û kalên xwe jibîr kir, we bi zimanê xerîb girt. We jiyan li min herimand. Bûk û zarokên me bi Tirkî qîsan dikin, cîranê me tên, ew jî bi Tirkî qisan dikin, mirovên me tên mala me dîsa bi Tirkî qise dikin, ez dîsa ji we fehm nakim, tornên min carna tên cem min, tenê dibêjin “Pîrê, çawa yî, baş î?” Kurdiya wan tev ew e û diqede.
Hezkirina tornên min di dilê min de maye, ku ez dixwazim destê xwe di serên wan bidim û paç/maç bikim, ji min direvin, ji bo çi ji min direvin, ji ber ku ji min fehm nakin. Hûn jî zanin ku mirov bi rêya qisan ji hev hez dike û bi hev şêrîn dibe. Ku ziman tunebe û ji hev fehm neke, mirov ji hev sar dibe. Hezkirin bi ziman û qiseyan dibe. Law me em ji ku hatin; hûn kî ne, bûkên me û em tev bi Tirkî nizanîbûn, niha jî li xwe nagrin ku bi kurdî qisan bikin, xwesika Tirkiya we jî baş biba. Li xwe haydarbin; hûn nizanin bi Tirkî jî qisa bikin kurê min, ji ber ku hûn bi Kurdî qisan nakin, zimanê me ji we û ji bûkên me re xerîb tê.
Kurê min, ez mirov im, hestên min jî hene; ku ez bi we re, hûn bi min re qisan nekin an ku ez ji gotinên we fehm nekim ez ji we çawa kêfê bigrim. Qey ez li malê ne kevirê ser dîwanê me, ez ji dîwarê re qisa bikim
Gelo ez şaş im an hûn şaş in. Lê niha ez di çi halî de me hûn nizanin. Ji xwe çavê mim nabîne, jiyana min tarî ye. Ez li mala xwe me jî ez dibêjim qey ez li mala Tirka me û nîvanim. We jiyana xwe heram kir û jiyana min jî… esl, kok û zimanê xwe ji bîr nekin, jiyana xwe jî li gor dînê Muhammedî bajon. Ji xwe re aqilê xwe bînin serê xwe û jiyaneke nû dest pê bikin. Kurê min hîna jî hûn pir dereng nema ne….”
Paşa Amedî
Çandname