BILA SERÊ MILETÊ KURD SAX BE!
Hevalên hêja!
Me bi xemgînîyek mezin bihîst ku Serokê Giştî yê Partîya Maf û Azadîyê (HAK-PARê) birêz Fehmî Demir di encamê bûyerek trafîkê de wefat kirîye û ji nav me koç kirîye.
Welatparêza hêja, têkoşerên giranbiha û siyasetmedarê bi rûmet kekê Fehmî Demîr wê her di nav xebat û têkoşîna miletê me ya neteweyî û demokratîk de bijî. Em ê her gav kekê Fehmî Demir bi rêz û hurmet bi bîr bînin!
Bila Xwedê wî bi rahma xwe şa bike û mekanê wî rohnî be.
Bila serê malbatê, birêvebir û endamên HAK-PARê, heval û hogirên wî sax be.
Bila serê miletê Kurd sax be!
Tevgera Demokratîk a Kurdistanê