Ji raya Giştî û Çapemenîyê re
Â
Bi navê Xwedayê rehman û rehîm
‘’Me her pêxember li ser zimanê qewmê wan şandin, da ku peyamên me ji wan re eşkere bikin.’’
(Sûreya Îbrahîmê, ayeta 4an)
‘’Afirandina erd û asîmanan cudabûna reng û zimanan ji ayetên Wî (Xweda) ne…’’
(Sûreya Rûmê, ayeta 22an)
Bi deh salan e li her çar perçeyên Kurdistanê dewletên dagirker di şexsê zimanê me yê qedîm de ayet û delîlên Xwedayê Te’ala înkar û qedexe dikin. Bi zor û zordestiyê me mecbûrê hînbûn û bikaranîna zimanên xwe dikin. Gelê me yê ku dixwest zimanê xwe biaxive û bi zimanê Kurdî perwerde bibe rastî zilm û îşkenceyên tund hatin, gelek însanên me jî hatin qetilkirin. Li gelek deverên cîhanê gelek milet ji bo zimanên xwe zilm dîtin, hatin înkar û wenda kirin. Gelek miletan jî li hemberî vê zilm, înkar û tunekirinê berxwe dan û li zimanê xwe xwedî derketin.
Ji Rojhilata Dûr heta Qefqesyayê, ji Qefqesyayê heta Rojhilata Navîn û heta Rojavayê Cîhanê. Li Kurdistanê jî miletê Kurd ev bi salan e ji bo zimanê xwe, ji bo hebûna xwe berxwe dide û têdikoşe. Ev berxwedan û têkoşîn li ser me hemû Kurdan ferz e. Ji hundirê mala xwe heta sûk û kolanan, ji gundan heta bajaran, ji saziyên sivîl heta saziyên siyasî, ji siyasetmedar, rewşenbîr û zanayan heta xwendekar, karker û cotkaran… li her derê û bi her kesî re divê em bi zimanê xwe bipeyivin. Çi jin çi mêr, çi sunî û elewî, çi Êzidî û Xaçparêz û Cihû, çi dîndar û lîberal çi sekuler û sosyalîst.. divê em hemû Kurd li zimanê xwe xwedî derkevin.
Gelê Kurd û Kurdistanê yê hêja;
Zimanê me yê qedîm ji gelek zaravayan pêk tê. Li Bakurê Kurdistanê bi taybetî du zaravayên me tên peyivîn: Kurmancî û Dimilkî. Her çi qas rewşa zaravaya Kurmancî nebaş be jî zaravaya Dimilkî di rewşek hîn xerab û xeternak de ye. Di serî de Kurdên dimilî û bi gelemperî jî em hemû Kurd divê li zaravaya xwe ya Dimilkî ya qedîm xwedî derkevin û ji bo pêşketina Dimilkî çi ji destên me bê divê em bikin. Bi taybetî jî divê jin û siyasetmedarên me li herdu zaravayên me xwedî derkevin.
Gelê Kurd û Kurdistanê yê qedirbilind;
Zimanê me bi saya dayikên me yên şîrhelal, medreseyên me yên qedîm û pîroz û dengbêjên me yên dengzelal heta îro li piya ma û hat van rojan. Dewletên dagirker her çi qas li dayikên me zilmek hovane kirin, medreseyên me girtin û kilamên me qedexe kirin jî zimanê me bi saya van her sê heqîqetên miletê me heta îro hat. Loma jî divê em li çîrokên dayikên xwe, li kilamên dengbêjên xwe û bi taybetî jî li berhemên Kurdî yên Seyda û meleyên medreseyên xwe xwedî derkevin.
Gelê Kurd û Kurdistanê yê birûmet
Ziman ji bo miletekê mijara hebûn û tunebûnê ye. Xwedê her êl û eşîr û milet ji bo ku hevdu binasin, afirandiye (49/13) û ji bo her netewê jî zimanekî cuda daye. Ger ku Xweda bixwesta dikarîbû em ji umet û netewekê biafiranda (5/48; 16/93; 42/8) lê ji bo ku em ji mafên hevdu re rêzê bigirin û binasin, em cuda cuda afirand. Ji ber vê yekê divê gelê me baş bizanibe ku mafê me yê zimên mafekî milî, insanî û Îslamî ye. Îslam qedexekirin û înkarkirina zimên wek zilm û kufrê qebûl dike.
Em banga hemû miletê xwe dikin; Ey gelê me yê birûmet were em li zimanê xwe, li mafê xwe yê milî, insanî û Îslamî xwedî derkevin. Wek Ustad Bedîuzzeman Seîdê Kurdî gotiye ‘’ziman mohra qederê ya li ser mirovan e.’’ Divê em hemû Kurd li vê mohra qedera xwe xwedî derkevin. Ev xwedîderketin jî bi peyivîn, nivîsîn, xwendin û hînbûna Kurdî pêkan e.
Em Roja Cejna Zimanê Kurdî di şexsê Mîr Celadet Elî Bedirxanê nemir de li hemû kedkar û xebatkarên zimên û gelê xwe pîroz dikin. Em hemû şehîdên me yên ku ji ber peyivîna Kurdî hatin şehîdkirin, em bibîr tînin.
Cejna Roja Zimanê Kurdî Pîroz be.
Ji Bo Maf Dad û Azadî Hereketa Îslamî ya Kurdistanê /
Hereketa AZADÃŽ