5 pirtûkên çîrokan ên bi Kurdî yên nivîskar Abdulqadîr Gok ji Weşanxaneya SÎDARê derketin.
Pirtûkên bi navê “Çîroka Mihemedşah”, “Çîroka Qirik û Kewa Gozel”, “Çîroka Eşqa Eyşana Îbê û Bozan Begê”, “Çîroka Evîna Cembelî Mîrê Hekarî û Binevşa Narîn” û “Çîroka Perwîn û Şahmaran” ên nivîskar Abdulqadîr Gok bi hev re ji Weşanxaneya SÎDARê derketin.
Firotina pirtûkan bi awayekî online dest pê kir û pirtûk dê cara ewil li Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ya ku di navbera 27ê Gulan û 1ê Hezîranê de tê sazkirin bigihin ber destê xwênerên Kurdî.
Abdulqadîr Gok derbarê pirtûkên xwe ji Rûdawê re got:
“Di her pirtûkê de 2 çîrokên gelêrî hene û nêzîkî 10 salan ji bo komkirin û nivîsandina van çîrokan min kar kiriye.
Ez dê nivîsandina çîrokên Kurdî yên gelêrî bidomînim.”
Di pirtûka yekem de “Çîroka Mihemedşah û Çîroka Evîna Memê Alan û Zîna Zêdan” hene, di pirtûka duyem de “Çîroka Qirik û Kewa Gozel û Çîroka Lawikê Gurî û Dêwê Kor” hene, di pirtûka sêyem de “Çîroka Eşqa Eyşana Îbê û Bozan Begê û Çîroka Usib û ‘Ezîz” hene, di pirtûka çarem de “Çîroka Evîna Cembelî Mîrê Hekarî û Binevşa Narîn û Çîroka Edûla Qîza Paşayê Milanî û Dewrêşê Evdî” hene û di pirtûka pêncan de “Çîroka Perwîn û Şahmaran û Çîroka Xortê Şahmarî” hene.
Abdulqadîr Gok kiye?
Sala 1967an li gundê Elîzerê yê navçeya Sirûcê ya Rihayê ji dayîk bûye.
Xwendina xwe ya pêşî û lîse li Sirûcê qedandiye. Sala 1991ê beşa civaknasiyê ya Zaningeha Selçukê ya Konyayê temam kiriye.
5 salan mamostetiya dibistana serateyî kir û pişt re derbasî beşa Felsefeyê bû.
Yekem pirtûka wî ya li ser felsefeyê “Vejina Felsefeyê” sala 2011an ji Weşanxaneya Ronahiyê derketiye. Sala 2012an pirtûka duyem “Civaknasî” ji Weşanxaneya Ronahiyê derket.
Mamoste û Civaknas Abdulqadîr GOK, xebat û berhevkirina çîrokên herema Rihayê ji bantên salên 1960 û 1970î dengên dengbêj û çîrokbêjên ku di bantên teyban de hatine qeydkirin Latînîze dike û ji rûsipiyên herema Rihayê guhdar dike û berhev dike.
Seta Hîkayê Zarokan, li gorî pedegojî û hînkirina perwerdeya zarokan hatiye nivîsîn.
Berhemên Nivîskar:
1- VEJÎNA FELSEFÊ (W. Ronahî 2011)
2- CIVAKNASÎ (W. Ronahî, 2012)
3- ÇÎROKA MİHEMEDŞAH (W. Sîdar, 2025)
4- ÇÎROKA PERWÎN Û ŞAHMARAN (W. Sîdar, 2025)
5- ÇÎROKA QİRİK Û KEWA GOZEL (W. Sîdar, 2025)
6- ÇÎROKA EVÎNA CEMBELÎ MÎRÊ HEKARÎ Û BINEVŞA NARÎN (W. Sîdar, 2025)
7- ÇÎROKA EŞQA EYŞANA ÎBÊ Û BOZAN BEGÊ (W. Sîdar, 2025)
8- SETA HÎKAYÊ ZAROKAN (W. Sîdar, 2025, 10 pirtûk in)
(Rûdaw)