49 leşkerên Kurd çûn başûrê Kerkûkê

Lîwayên Hevbeş ên Pêşmerge û artêşa Îraqê 49 leşkerên Kurd veguhastin başûrê Kerkûkê.

Veguhastin ji bo temamkirina hevsengiya pêkhateyan e.

Biryara veguhastina 49 leşkerên Kurd ên Lîwayên Hevbeş 14ê Nîsanê hat bicihanîn û ew ber bi nêzîkî navçeya Hewîceyê ya başûrrojava yê Kerkûkê ve hatine veguhastin.

Li gorî şopandina Tora Medyayî ya Rûdawê, erkê wan 49 leşkeran li herêmên sînorî yên Kerkûk û Nînowayê bû.

Lîwayên Hevbeş ên Pêşmerge û artêşa Îraqê girêdayî Wezareta Parastinê ya Îraqê ne, erkê wan parastina valahiya ewlehiyê ye di navbera herêmên di bin desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de ye.

Berpirsekî Lîwayên Hevbeş ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

“Veguhastina wan 49 leşkeran di çarçoveya bingeha hevsengiya niştimanî de ye.

Li wî cihê ku leşker hatine veguhastin valahî di rêjeya leşkerên Kurd de hebû.”

3 hezar û 200 leşkerên Kurd di Lîwayên Hevbeş de ne û erkê wan parastina herêmên Kurdistanî yên li Diyala, Kerkûk, Selaheddîn û Nînowayê ye. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *