Piştî cejnê gotûbêjên YNK û PDKê derbasî qonaxeke diyarker dibin

Piştî Cejna Remezanê, gotûbêjên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya li ser pêkanîna kabîneya dehem, derbasî qonaxeke diyarker dibin û postên hikûmetê tên dabeşkirin.

Jêderekî haydar ji ji K24ê re got: “Piştî cejna Remezanê, gotûbêjên PDKê û YNKê yên derbarê pêkanîna kabîneya dehem de, dê derbasî qonaxeke nû û diyarker bibin.”

Li gorî heman jêderî, “Gotûbêj di asteke gelek pêşketî de ne û her du alî li ser piraniya xalên nakok li hev kirine. Di qonaxa bê ya gotûbêjan de, dê behsa dabeşkirina postên hikûmetê were kirin.”

Bal kişande ser wê yekê jî: “YNK û PDK tekez dikin ku Parlamentoya Kurdistanê di zûtirîn dem de dest bi civînên xwe bike û kabîneya dehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê bê avakirin. Tê çaverêkirin jî her du alî piştî lihevkirinekê, namzedên xwe ji bo postan destnîşan bikin.

Wî jêderî got jî, heta niha ne diyar e ka wezîr û berpirsên kabîneya nehem, dê beşdarî kabîneya dehem bibin yan na.

Ev yek piştî wê tê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 16.03.2025an pêşwazî li Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî kir.

Her du aliyan di wê civînê de danûstandin li ser pêngav û rêkarên pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin, herwesa li ser giringiya pêkanîna hikûmeteke bihêz û hevgirtî û xizmetker bi zûtirîn dem hevnerîn bûn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê YNKê piştî wê civînê di daxuyaniyeke rojnamevanî de tekez kir ku, ew civîn gelek baş bû û bi awayekî erênî bi rê ve çû.

Serokê YNKê di vî warî de got, “Civîna me gelek baş bû. Me li ser çend tiştên stratejîk li hev kir, ku ji bo gelê me baş bin.” Tekez jî kir, “Civînên me jî dê berdewam bin û armanca me her du aliyan ew e ku, bi zûtirîn dem hikûmetekê ji bo xizmetkirina gelê xwe çê bikin.”

Di hilbijartinên 20-10-2 yên Parlamentoya Kurdistanê de, ku bi serperiştiya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Iraqê hat kirin, PDKê 39 kursî û YNKê jî 23 kursî bidest xistin. (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *