36 sal di ser kîmyabarana 2 gundên Rojhilatê Kurdistanê re derbas dibin

Îranê amaje bi raporeke komîsyona taybet a Neteweyên Yekgirtî ya derbarê şerê ji sala 1983 heta 1988an kir û ragihand, artêşa Iraqê 1800 ton gaza xerdel, 140 ton gaza Tabun û 600 ton gaza Sarîn bikar aniye.

Li gorî raporta Neteweyên Yekbûyî, artêşa Iraqê di êrişên xwe yên li ser sînorê Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, 19 hezar û 500 mûşek, 54 hezar top û 27 hezar mûşekên mamnavend bikar anîne.

Gundê Zerde li devera Rêjaw, li bilindahiyên bajarê Dalaho dikeve û 140 kîlometreyan li rojavayê bajarê Kirmaşanê dûr e. Xelkê gund ji sala 1988’an û vir ve ji ber bandora çekên kîmyewî, bi nexweşiyên cûrbecûr yên henase, korî û kerrbûn, hestiyariya çermî ketin. Bandor li ser birîndarên çekên kîmyewî ranewestiyane, belkû piştî karesatê ew nexweşî derbasî nifşên di piştre jî bûne.

Sibeha roja Înê 22’ê Tîrmeha 1988’an, kêmî sê hefteyan beriya ragihandina agirbestê, artêşa Iraqê bi çend firokeyên şer gundê Zerde bombebaran kir, di encamê de 275 sivîl hatin kuştin û bi sedan jî birîndar bûn. Di heman rojê de artêşa Iraqê bi çekên kîmyayî êrişî gundê Nasirdêrayê yê ser bi bajarê Gaylenxerbî yê Rojhilatê Kurdistanê kir, ku di encamê de 4 welatê şerhîd bûn û zêdetirî 1000 welatiyên din jî birîndar bûn.

NA

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *