Musena Samerayî ji bo K24ê: Me arêşe bi pirçekkirina Pêşmergeyan re nîne

Serokê Hevpeymaniya Ezim li Civata Nûnerên Îraqê Musena Samerayî di bersiva K24ê de got, “Me arêşe bi pirçekkirina Pêşmergeyan re nîne.” Herwesa ragehand, “Herêma Kurdistanê qewareyeke destûrî ye û hêza wê jî hêzeke fermî ye, lewma jî me yek dîtin û nêrîn ji bo hemî wan hêzan heye yên ku li jêr sihwaneya fermandeyî ya hêzên çekdar de ne.”

Samerayî di konferanseke rojnamevanî de li avahiyê Civata Nûnerên Îraqê got, “Me arêşe bi pirçekkirina Pêşmergeyan re nîne, eger di çarçoveya qanûnê de be, heta bi Pêşmerge jî ve ku qanûn û destûrê Îraqê peyrew dikin, lewma jî em hêvîdar in hemî hêzên fermî bên piştevanîkirin ji bo ku niştîmanî biparêzin. Em jî wekî Sune piştevaniya dezgehên serbazî yên Wezareta Bergiriyê û hêzên ewlehiyê yên Wezareta Navxwe dikin, ku li dû qanûnê vedigerin bin desthilata fermandeya giştî ya hêzên çekdar.”

Ev helwesta Serokê Hevpeymaniya Ezim Musena Samerayî li Civata Nûnerên Îraqê bersivek bû ji bo gotinên Serokê Partiya Teqedumê Mihemed Helbûsî li dijî hêza Pêşmerge û pirçekkirina wê di çarçoveya sîstema bergiriyê ya Îraqê de.

Pêştir endamê Civata Nûnerên Îraqê û Serokê Hevpeymaniya Ezim li Diyalayê Reed Dehlekî jî ragehandibû, “Hêza Pêşmerge bi tekista destûrî hêzeke ewlehî ya Îraqî ye û piştevana artêşa Îraqê ye, bi kiryar dilgermiya xwe ji bo parastina ewlehiya Îraqê û û gelê wê bi hemî pêkhateyên wê yên cuda cuda ve selimandiye.”

Dehlekî herwesa ragehandibû, “Hêza Pêşmerge tevlî şerê li dijî rêkxistina terorsitî ya DAIŞê bû û gelek şehîd dan û mizayedeyan li ser alîgiriya wan ji bo welatî nekin.”

Her di bersiva gotinên Helbûsî de, Berdevka Baregayê Barzanî Xalîda Xelîl jî di peyamekê de li ser tora civakî ya Xê nivîsîbû, “Pêşmerge hêzeke rêkxistî ye û di serdemekê de ji bo bergirîkirina ji jiyaneke şkomendane û axa Kurdistanê peyda bûye, herwesa Pêşmerge hêmayê ewlehî, seqamgirî û aştiyê ye.”

K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *