3 nivîskarên Kurd hatin desteserkirin

Nivîskarên Kurd Mevlut Aykoç, Samî Tan û Ronayî Onen hatin desteserkirin.

Lî gorî nûçeya MAyê, hêzên ewlehiyê îro di serdegirtinên malan de nivîskarên Kurd Mevlut Aykoç, Samî Tan û Ronayî Onen hatin desteserkirin.

Mevlut Aykoç li Stenbolê, Samî Tan li Rihayê û Ronayî Onen jî li Amedê ji malên xwe hatin desteserkirin.

Hat zanîn ku nivîskarên Kurd ji ber pirtûka fêrbûna Kurdî ya bi bandrol “Hînker”ê hatine desteserkirin.

Îfadeya Serokê Komeleya Ziman û Çanda Kurdî ya Rihayê Samî Tanê li Birîvebiriya Ewlehiya Parêzgeha Rihayê hat standin.

Hat îdiakirin ku Hînker “materyaleke perwerdehiya îdeolojîk a rêxistinê” ye.

Ji Samî Tan pirsên derbarê pirtûka fêrbûna Kurdî “Hînker”ê  hatin kirin ku wî bi hevkariya Ronahyî Onen, Mevlut Aykoç û Mehmet Sadik Varlî sala 2010an de amade kiriye.

Sedema amadekirina asta 3yemîn a “Hînker”ê hat pirsîn ku ji aliyê Enstîtuya Kurdî ve salên 2010, 2011 û 2012an ji bo weşanê hatiye amadekirin.

Samî Tan diyar kir ku “Hînker” ji bo kursên taybet ên zimanê Kurdî hatiye amadekirin.

Karê îfadesdayîna Tan a li rêvebirya qediya lê dema desteserkirina wî bi qasî rojekê hat dirêjkirin.

Tê gotin ku hêzêne ewlhiyê dê sibe Samî Tan bişîne dadgehê. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *