3. Çêbûna hestên neteweevînîyê û welatevînîyê

Siddik BOZARSLAN

Bi çend hevokan be jî ez pêwist dibînim ku li vir behsa çêbûna hest û fikrên welatevînîyê bikim. Divê were nîşankirin ku hestên welatevînîyê jî gelek kevnar e. Di demên ku mirovên civatê êdî li dereke kêrhatî ji xwe ra starek (bi gotina îroyîn xanîyek) çêdikin û êdî wê derê jibo xwe dikin cîwarê jîyanê. Ew ewil ji xwe ra xanîyek çêdikin; paşê derdora xênî erdeke kifşkirî û sînorkirî bo ajotin û çinandinê û hwd. jî li ser hesabê girêdayê malê, sînor lê dikin û dibêjin ev der jibo min û eyala (malbata) min e.

Hewce nîne ku ez nîşan bikim, van kar u barên ku min li jor behs kir (çêkirina xênî, baxçe û wd) bi saya serê hêz (dest, mil, pî û wd.) û fikrê însên hatine avakirin. Piştî çêkirin û avakirina wan derên cîwarbûnê; di hestên însên da fikrên ”ev der, mala min e!” evîndarîya (hezkirina) derek peyda bûye. Hewildana însên jibo jîyanê ku bi vî awayî gafeka ewil davêje; ev hewildan dibe despêkirina pêvajoyeke dûrudirêj jibo mirovatîyê û ev tê digihîje roja îroyîn.

Ev  însên ku ji helqeya pêvajoya çêkirina xanîyek û baxçeyek û derudorên wê despêdike û her ku diçe ev helqe firehtir û mezintir dibe. Ev helqeya biçûk qonaxek pêşta dihere, dibe semedê avakirina kuçe, tax, gund, bajarok û bajar û paşê digihîje qonaxa çêkirin û parastina welatek. Di wê qonaxê da hest û fikrên welatevînîyê digihîje tîtalekê (cîyê herî bilind) ku însên jibo parastin û domandina vî erdê (welatê) ku ava kirîye, bi bîr û bawerîyeke qeîm dema pêwist be xwe dide kuştin jibo jîyanê.    

Di pêvajoya vê qonaxa dîrokî da cara ewil e ku rêxistina dewletê çêdibe û bi wê ve girêdayî gelek dezgah û rêxistinên ku dabeşkirin û veqetandina kar u barên civatê di nav xwe da parve dike, hatine hunandin. Ji alîyek ve çîn û tebeqeyên ku kargêrîya civatê û aletên çêkirinê xistine destên xwe, yanî çîna serdest çêbûye û di alîyê dî da jî çîn û tebeqeyên bindest ku ne xwedanê aletên çêkirinê ne û xizmetê ji çîna serdest ra dikin, hatine cudakirin. Bi tabîreka dî, çîna serdest ku xwedandtîyê li koleyan dikir û çîna bindest ku kole bûn û ji koledaran ra xizmetê dikirin; ev her du çîn û tebeqe di hemî warê jîyanê da li pêşberî hev cîyên xwe yên dîrokî sitandin û di wê pêvajoyê da êdî têkoşîna man û nemanê di nav van çînan da ketin qada jîyanê. Êdî wer bûbû ku kole dikaribûn werin firotin û kuştin û wd… Wek di hemî dûzenên civatan da di vê qonaxê da jî qaîde û dûzena gelek tiştan wek dîn, exlaq, huquq jî ketin destên koledaran û fonksiyona xwe anîn şûnê, yanî ji çîna koledaran ra xizmetê kirin. 

  1. Engels, jibo şexsîyetên ku di nav civata komunalîyê (Serdema Ewil) da derketin meydanê û ji wan kesayetên dî ra pêşevatîyê kirin û mînakên wek dastanan çêkirin, tîne ber çav û loma jibo wê demê, “Serdema Qehremanan binav dike.(F. Engels, Ailenin, Özel Mülkiyetin ve Devletin Kökeni, Sol Y. Ankara) Normal e ku heta wê demê civatê, kesayetên weha nedîtibû û nasnedikir ku ewana kesên karizmatik bûne û di gelek waran da zîrek û serketî bûne û ew xisusîyet di piranîya wê civatê da tunebûye. Dîsa normal bûye ku kesayetên weha zîrek û pêşketî, ji alîyê civatê ve kesên “wek Xwedê” hatine dîtin û qebûlkirin. Van kesayetên nû, bûne rêvebirên dewletê, oldarîyê, felsefeyê, huquqê, exlaqê û wd. ku zanîna ilmê pêşta birine û dewrê nifşên (qernên- neslên) nû kirine û ev pêvajo bi wî awayî dom kirîye û hatîye heta roja îroyîn.

Şexsîyetên fikirandinê û hewildanê ku di dîrokê da cara ewil derketine meydanê û mohra xwe li civatê, li pêşveçûnan û li şaristanîya mirovanîyê xistine û heta îro hatine; mirov dikare çend ji wan navan bibîrbîne û navên wan rêz bike ku wan wê bingeha pêşveçûnan ava kirine. Wek numûne, Herakleitos (Berîya Zayînê-  BZ di 500î da jîyaye, jibo salek 365 roj gotîye) ku li cîhanê cara ewil fikrê ”yekîtîya dijayetîyan û têkoşîna wan” û ”zivirandin û guhartinên li cîhanê” avêtibû meydanê. Demokritos (BZ 460- 370, ew hatîye kuştin) jî fikrê ”bêdawî û bêdespêkirinê yên maddeyê” pêşnîyazê civatê kiribû. Filozofên wek Socrates (BZ 470- 399 Atina) û Platon (BZ derdora 427- 347 Atina) ku wek temsîldarên fikrên îdealizmê tên naskirin.

Naverok û hûrgilîya têkoşîna bêhempa di navbera ideologên materyalist û idealist da ku bi salan dirêj ajotîye, tê zanîn. Çavkanîya gelek fikrên siyasi yên îroyîn, ji qaîdeyên fikrên dewletê peyda bûne ku ew ji alîyê Eflatun ve hatine çêkirin. Dîsa di van deman da dastanên Îlyada û Odiseus (şerê ku BZ di 1200î da qewimîye û deh sal dom kirîye) ku Homeros (BZ 700 jîyaye û van dastanan BZ di 800î da nivîsîye) nivîsîne, her yek ji vana di warê kultûrê da geşbûnên gelek mezin bûne. 

Min li jor nîşan kiribû ku pêvajoya ku civat ji dema Komunalîyê derbasê Civata Koledarîyê kirîye, piştî têkoşîneke dûr û dirêj û bi zehmet mukun bûye. Ev rewş wek li Yunanistana Koledarîyê derketîye ortê, bûye semedê ku gelek komedi û trajedi werin nivîsîn. ”Nivîskarên Trajediyê Ahileos, Sofokles, Suripides û ozanê komediyê Aristofanos, tesir li ser kultûra navbernetewî kirine.” (Zubritski, Mitropolski, Kerov, İlkel Topluluk Köleci Toplum ve Feodal Toplum Sol Y)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *