27 baro: Siyaseta qeyûm êdî bûye pratîkeke birêvebirinê

27 baroyan li hemberî danîn qeyûm got, “Siyaseta qeyûm êdî ne îstinasyek e, bûye pratîkeke birêvebirinê û ev rewş nayê qebûlkirin”

Bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 15ê Sibatê Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ji kar hat dûrxistin û Parêzgarê Wanê Ozcan Balci li şûna wî wekî qeyûm hat danîn.

Baroyên 27 parêzgehn Tirkie û Bakurê Kurdistanê li hemberî danîna qeyûm a li Şaredariya Bajêrê Mezin a Wanê daxuyaniyeke hevpar da.

“Qeyûm mekanîzmayên demokratîk ji holê radike”

Di daxuyaniyê hat gotin ku “Siyaseta qeyûm êdî ne îstinasyek e, bûye pratîkeke birêvebirinê û ev rewş nayê qebûlkirin” û wiha berdewam kir:

“Li Tirkiyeyê midaxeleyên li hemberî îradeya gel a hilbijartinê êdî bûye sepandineke asayî. Di dawiyê de bi danîna qeyûm a li Şaredariya Bajêrê Mezin a Wanê re, ev yek bi ti awayî bi têgihiştina dewleta demokratîk a hiqûqî re li hev nake.

Dûrxistina ji erkê ya şaredarên ku bi hilbijartinan tên ser erkê, bêyî ku pêvajoya dadgehê temam bibe û biryareke teqez, bi eşkereyî li dijî bingehên dewleta hiqûqê ye.

Siyasetên ku ji sala 2016an û vir ve bi awayekî sîstematîk tên sepandin, êdî bûne amrazeke ku mekanîzmayên demokratîk di pratîkê de ji holê radike.

Îradeya gel tê piştguhkirin û li şûna birêvebirên hilbijartî burokratên tayînkirî tînin û birêvebiriyên herêmî tên bêbandorkirin.

“Bûye pratîkeke birêvebirinê”

Em wekî baroyên ku îmzeya wan li jêr heye bi eşkereyî dibêjin: Siyaseta qeyûmê êdî ne îstisna ye, bûye pratîkeke birêvebirinê û ev rewş nayê qebûlkirin.

Li hemberî madeya 38emîn a destprê ku dibêje ‘heta ku sûcdariya kesekî bi biryara dadgehê neselimîne, ti kes sûcdar nayê hesibandin’, desthilata birêvebir desthilata dadê derbas dike û bi binpêkirina prensîba bêsûciyê kesên hilbijartî ji karê wan dide alî, ev jî ji aliyê ewlehiya hiqûqê ve encamên xerab derdixe holê.

“Pêvajoya demokratîkbûnê bi parastina îradeya gel pêkan e”

Pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê bi parastina îradeya ku gel di sindoqê de daye pêkan e.

Ji bo rawestandina pêkanînên pêbaweriyê û ji bo ku birêveberiyên herêmî serbixwe û di bin kontrola gel de bimînin em bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin ku em ê hemû pêvajoyên qanûnî bişopînin.”

Baroyên ku daxuyaniya hevpar îmze kiriye ev in:

Baroya Amedê

Baroya Semsûrê

Baroya Bedlîsê

Baroya Agiriyê

Baroya Antalyayê

Baroya Aydinê

Baroya Balikesirê

Baroya Êlihê

Baroya Çewlîgê

Baroya Bursayê

Baroya Denizliyê

Baroya Dîlokê

Baroya Colemêrgê

Baroya Hatayê

Baroya Îdirê

Baroya Stenbolê

Baroya Îzmîrê

Baroya Qersê

Baroya Manîsayê

Baroya Mêrsînê

Baroya Muglayê

Baroya Mûşê

Baroya Sêrtê

Baroya Rihayê

Baroya Şirnexê

Baroya Dêrsimê

Baroya Wanê

(Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *