25 filisên General Barzanî û ne 100 filisên Ebdilkerîm Qasim!

Min zanîbû ku bavê wî yek ji hespsiwarên Melîk Mehmûd bû. Peyayekî gotinlirû, gernas û Kurdperwer bû. Berî ku koça dawî bike, hemû serboriyên xwe ji kurê xwe Mela Nûrî re vegotin ji bo ku nola bîranîn û belgeyên dîrokî yên serdema Şêx Mehmûd bên çapkirin û weşandin.

Min dixwest ji bo bersiva çend pirsên dîrokî seriyekî bidimê. Gava min telefonî wî kir, bi kêfxweşî got: Deriyê mala min ji bo te li ser piştê vekirî ye!

Mala wî yek ji malên herî ken ên bajêr e. Hewşeke dorfireh û çend ode û eywanek, malek e ku hê jî bêhna ax, pirtûkên kevn û destnivîsên olî jê difûre.

Çend feqiyek li derdora mamoste tên û diçin lê mamoste li benda pirsên min bû. Ode dişibiya hucrikên berê lê ev der xweşik, rêkûpêk û ronîdar e.

Min dixwest ew qala her tiştî ji min re bike. Te digot qey kaniyeke zelal e û hêdîka ji dilê çiyayekî diherike. Loma min di dilê xwe de got, mijara programa Pencemorê ev bi xwe ye. Êdî me li hev kir ku em piştre di çend beşan de serboriyên wî yên tijî macera vebêjin.

Mamoste melayê tabûreke artêşa Îraqê bû. Dibe ku hin kes bipirsin ger Kurdperwer bû çima di artêşeke dagirker a wekî Îraqê de melatî dikir? Ev pirseke li cih e. Dibe ku mamoste bi xwe karibe bersiva wê bide.

Lê ji ber pîşeya xwe şahidiyê li ser bi dehan bûyerên dîrokî yên girîng dide û wek belgeyên dîrokî xwedî biha û nirx in.

Destpêka Şoreşa Îlonê ye. Piştî ku ji hêla hêzên şoreşê ve li Derbenda Bazyanê û Derbendîxanê bêhn li Artêşa Îraqê hat çikandin, bi hemû hêza xwe êrişî devera Behdînan û Barzanê dike, dixwazin wekî wan bi xwe digot serê mar zûtirkê pehn bikin.

Axir Barzaniyan berê jî çend caran li dijî artêşên Osmanî, Tirkî û Îraqî şer kiribû. Mamoste çend serpêhatiyên ketwarî ji min re vegotin ku min wekî belgeyên dîrokî li ba xwe tomar kirin. Ev belge nîşanî me didin bê Barzanî çi qasî dilsozên General Barzanî bûn.

Mamoste bi zimanê melayan wiha ji min re axivî: “Em tabûra yekê ya lîwayê çarê yê artêşa Îraqê bûn. Em tabûra yekem bûn ku çû Barzanê. Amirlîwayê me dixwest hişmendî û dilsoziya Barzaniyan a ji bo serokê xwe ezmûn bike.

Rojekê zarokek anîn, hîn heft-heşt salî bû. Wê çaxê pereyên 25 filisî û 100 filisî hebûn. Qebareya 25 filisî li gorî 100 filisî biçûk bû! Ji zarok re gotin ku ev 25 filis ên Mela Mistefa Barzanî ne û 100 filis jî yên Serokê Îraqê Ebdilkerîm Qasim in. Tu dê kîjanê hilbijêrî? Zarok got ez ê kaxeza 25 filisî hilbijêrim! Gava jê pirsîn çima? 25 ji sedî kêmtir e? Got, ma hûn nabêjin ku ew a Mela Mistefa ye? Nexwe ew ya serokê Kurdan e. Lê sed filisî ya dijminê Mela Mistefa ye! Loma ez a Mela Mistefa hildibijêrim! Zarokekî pir çavnetirs û wêrek bû.”

Serboriyeke din jî ku yek ji efserên artêşê ku bi xwe Ereb bû, kurekî wî jî pê re bû, pileya wî mulazim bû, ev çîroka diltezîn bi vî rengî ji min re got:

“Em leşker bûn û li dijî şoreşa yekem a Barzanê beşdar bûn. Me gund topbaran kir, gava em çûn gund, me jinek dît ku parçe topek lê ketibû û zikê wê çiriyabû, miribû, zarokek li kêleka termê wê rûniştibû. Min zarok hilda û bi xwe re bir malê. Jina min ew xwedî kir. Ev zilamê ku bi min re ye û tu wî dibînî, ew zarok e ku dayika wî bi topa artêşa me hatibû kuştin. Va niha bûye mulazim.”

Mamoste bi hesret pê de çû û got “Gelo çend zarokên Kurd ên din li wan şax û deran bêyî dê û bav bi saxîtî ji aliyê qertel û eyloyan ve hatine xwarin?”

Gelek serpêhatî û çîrokên mamoste hene û em ê wan di paşerojê de biweşînin, loma ez dixwazim vê gotara xwe bi vê çîroka trajîk kuta bikim. Ji ber ku mamoste melayekî dîndar e û kesayetiyeke rast e, min jê pirsî gelo ew bawer dike ku jin û keçên Kurd di dema Enfalan de bi welatên Ereban hatibin firotin?

Mamoste bi vî rengî caba min da û biland: Tiştê ku min bi çavê xwe dîtiye yan jî min ji merivên cihê baweriyê bihîstiye, bi rastî, di dema Enfalan de ji şêwirmendên Kurd (serokcaşan) dixwest ku divê tu îşev du keçên Kurd ji filan amirlîwa yan bêvan efserî re bînî, ev yek li gelek cihan qewimiye, ez dikarim li ser vê yekê sond bixwim! Loma kesekî ku karekî wiha jê derkeve, çima dê nikaribe keç û jinên Kurd bi pereyan bifiroşe?”

Pirsa sereke ev e, “Gelo Kurdan ti îbret ji van hemû trajediyên ku hatine serê wan, wergirtiye? Erê, gelo em dê kengî qencî û xerabiya xwe nas bikin?”

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *