Îbrahîm GUÇLU
Rojnameya Kurdistanê, rojnameya yekemîn ya kurdî ye.
Rojnameya Kurdistan di 22ê Nîsana 1898an de, ji aliyê Miqdat Mîdhet Bêdirxan ve hat weşandin. Rojnameyê, li paytexte Misirê li Kahîreyê dema ku ew sirgun bû dest bi weşana xwe kir.
ROJNAMEYA YEKEMÎN YA KURDÎ “KURDISTAN” PÎROZ BE…
Hîç şik tune ye ku weşandina Rojnameya Kurdistanê, xebateke neteweyî ya kurdî û rewşenbirîya Kurdistanê bû.
Rojnameya kurdistanê di, dîroka weşangerî û rojnamegerî ya Kurdistanê de mîladeke û gaveke gelek mezin û xebateke gelek pîroz e.
Loma jî roja destpêkirina weşandina Rojnameya Kurdistanê wek cejneke neteweyî tê xemilandin û pîroz kirin.
Ev roja weşana Rojnameyê Kurdistanê, ji alîyê Hikûmeta Kurdistanê û hemû dezgeh û rêxistinên Kurdistanî ve tê pîroz kirin. Ji bona wê rojê, semîner, panel, konferans tên pêşkêş kirin Xelata rojnamegerî û weşangerî tên dayîn.
Wek tê zanîn rojnamegerî û weşangerî di jîyana neteweyan de û di xebata rizagarîxwaz û serxwebûna neteweyan de xwedîyê roleke mezin in.
Rojnameya Kurdistanê jî, di Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê de xwedîyê rolekî mezin e
Piştî têkçûna Serhildana Bedirxanîyan a 1847’an, Dewleta Osmanî Bedirxanîyan sirgûnî Qahîreya paytexta Misirê dike. Miqdat Midhed Bedirxan Beg li wir dest ji kar û xebatên netewayetî bernade û xebatên xwe yên rewşenbîrî didomîne. Rojnamegerîya kurdî jî cara yekem bi van xebatên Mîdhed Beg û weşandina rojnameya Kurdistan, dest pê dike.
Miqdad Mîdhed Bedirxan bi xwe sedema weşandina rojnameyê wiha tîne zimên: “Li dinyayê çiqas Misilman hene di gund û bajarên hemiyan de dibistan û rojname hene. Bûyerên li dinyayê diqewimin di van rojnameyan de tên nivîsîn. Lê mixabin Kurd ji rojnameyekê bê par in û nizanin di dinyayê de çi diqewime, cîranê wan Mosqof çawa ye dê çi bike. Loma di riya Xwedê de min ev rojnama ha nivîsî. Bi îzna Xwedê Teala ji niha pê ve di her panzdeh rojan de ezê rojnameyekê binivîsim. Min navê wê kiriye Kurdistan. Di vê rojnameyê de ezê qala qenciya zanyariyê û têgihîştinê bikim; li ku derê mirov fêr dibe, li ku derê xwendingeh û dibistanên qenc hene, ezê nîşanî kurdan bidim; li ku derê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, tîcaretê çawa dikin; ezê qala hemûyan bikim.”
Ez Rojnameya Kurdistanê û xwedîyê wê Miqdad Mîdhed Bedirxan Beg pîroz dikim.
SABRÎ VESEK Çû SER DILOVANIYA XWE…
Heval û dostên min ê hêja Sabrî VESEK duho (11 Hezîran 2020) di derengîya şevê û saet 22.00an de li Diyarbekîrê jiyana xwe ji dest da û çû ser dilovanîya xwe..
Dost û hevaltîya min Sebrî Vesek, 50 sal e. Em ji nêzik de dost û heval bûn. Beriya demekê ku ew jîyana xwe ji dest bide, me bi hev re bi telêfonê dûrûdirêj qise kir.
Ew di despêke salên 1960î de di nav tevgera Kurd de ye. Ew kurdekî sosyalîst û demokrat bû. Ew kurdperwerekî gelemper bû. Ji bona wî îdeolojî ne girîng bû. Însan bûn û kurd bûn girîng bû.
Di navbeyna me de dem-dem di gelek mijaran de minaqeşe jî dibû û di gelek mijaran de em wek hev jî nedifikirîn, lê vê yekê hîç wextekî dostanîya me xirab ne kir.
Sebrî VESEK, di 7ê Nîsan a 2020an de gelek xemgîn bû. Lewra Jina fedekar, kurdperwer, xizmetkarê dost û hevalên Sebrî Vesek Hulya Xanê jîyana xwe ji dest da.
Jina delal û fedaker Hulya Xanê em gelek xemgîn kirin. Diyar e ku Sebrî Vesek soz dabû wê ku dê zû biçe cem Hulya Xanê. Wî jî encama nexweşîya korona vîrûsê jîyana xwe ji dest da. Ew di cejna xemgînî ya Hulya Xanê de nexweş ket.
Me dema en dawî qise kir, derfeteke me ya dirêj bû. Loma jî me ji gelek mijarên rojane û yên dîrokî û bîranînên me yên mişterek qise kir. Min ji xebata xwe ji wî re qal kir, ew kêfxweş bû. Wî got ku “ez te ji nêzik de dişopînim. Sipas ji xebata te ya pîroz re.”
Sabrî Vesek carek din centîlmenîya xwe nîşan da.
Min ew di Zîndana Leşkerî ya Diyarbekîrê ya dema Derbaya Leşkerî ya di sala 1971an de ji nêzik ve nas kir.
Ew jî, ji Cizîrê bi Şerafeddîn Elçî, ji Silopiyê Abdûlqadîr Axa Okten, Xûrşîd Axa, Tahir Okten, Ramazan Haşîmoğlu, Mele Şebab Bîlgîç û Egît Tanrikûlû ve ji Tevgera Dr. Şivan û PDKTê hatibûn hepis kirin.
Ew di hepsê de zêdetir nêzikî kurdên sosyalîst û hevalbendên Partîya Karker ya Tirkiyeyê û Dr. Tarik Zîya Ekîncî û hevalên wî bû.
Wî hepis bi moral qedand. Kenê wî moral dida hemû mahpûsan.
Piştî ku em ji hepsê derketin û dema ku ez ji bona xebata kurditî diçûm Herêma Cîzre Botan, ez her dem mêvanê wî bûn.
Wê demê ez berpirsiyarê Tevgera Rizgarî bûm. Ew jî endam û hevalbendê KÎP/DDKDê bû.
Birayên wî rehmetî Dr. Ismaîl û rehmetî Bahadîn (BAHO) wê demê biçûk bûn. Ew xizmetkarê mêvanên birayê xwe yê mezin yên kurdperwer bûn. Hezar mixabin Kek Sebrî Vesek ew du birayên xwe jî zû wenda kirin. Dr. Ismaîl Vesek di xizmeta xwe ya kurdewarî de navdar bû.
Birayê wî Ata li Enqereyê dost û hevalekî me yê baş bû. Ew xebatkarekî Tevgera Rizgarî bû. Hezar mixabin encama nekokîya sîyasî û eşîretî ya herêmî di ciwantiya xwe de dema li Cizîrê doxtorê diranan bû, hat kûştin.
Loma Sabrî Vesek ji gelek aliyan ve pirr êşîya. Dîsa jî ew mıirovekî xurt û zexm bû ku heta îro jîyana domand. Wî jiyana tehl ji bona xwe şêrin kiribû(!).
Birayê wî yê mezin Tahîr Vesek kesekî “beyefendî” bû. Her kurdekî ji Tahîr Vesek hez dikir û ji wî re rêz digirt. Wî di salên 1984-1989 de wek serbixwe serokê Şaredariya Cizîrê bû.
Sabrî Vesek jî di sala 1977an de serokê şaredariya Cizîrê bû. Piştî Derbaya Leşkerî ya 12ê îlona 1980yî ji seroktiya şaredarîya ew û Mehdî Zana hatin girtin û hatin hepis kirin. Yanî cûntaya ji wî jî gelek hez dikir(!) Wî jî wek her kurdekî gelek êşkence dît.
Ew ji malbeteke aîstokrat bû. Ew lawê Newaf axa bû. Malbata wan di xizmeta doza neteweya kurd de bû.
Piştî ku ez ji Ewrûpayê vegerîyam Kurdistanê jî, dostanîya me wek berê û hestên berê dom kir. Piştî ez vegerîyam di destpêkê de ji bona sersaxîya herdu birayên wî Ata û Baho ez çûm seredanîya wî.
Min di wî de guhertinek negatîf nedît. Ew dîsa gelek bir moral bû û li jîyanê gelek xoşbînî dinêrt.
Me bi hev re, dema ku Dr. Îsmaîl Vesek jîyana xwe dest da, wexteke baş derbas kir. Derfet bû ku ew qala hepisxaneyê û demê em ne li Kurdistanê bûn û Bûyerên hatibûn serê wî û malbata wan û Cizîrê anî ser zimên. Loma em carna xemgîn dibûn û carna jî kêfxweş dibûn!..
Ew ji nêzik ve dostekî Mam Celal Talabanî bû. Lê di demên dawî piçek pêwendîyên wî û Mam Celal Talabanî nebeş bû.
Wî ji Serok Mesûd Barzanî jî gelek hez dikir û ji wî re rêzgirtî bû.
Piştî salên 1975an di derbarê Tevgera Başûrê Kurdistanê û bûyerên li wir qewîmîne de gelek minaqeşeyên me bûn. Heger derfeta min bû, ezê di bîranînê xwe de wan mijaran jî binivîsînim.
Ew bavê Hoşeng, Pirşeng, Zana, Tavda, Dijwar, Evînê ye. Xebata wî vala neçû. Wî zarokên delal û kurdperwer têgihandin û xist xizmeta Doza Kurd û Kurdistanê.
Divê ew baş bizane ku zarokên wî yên delal dê ciyê wî tijî bikin.
Sipas ji wî re.
Min di van şertan de bes wî li nexweşxaneyê xatir xwest. Min nikarî biçim Cizîrê. Li şîna wî rûnim. Loma jî ez gelek xemgîn im.
Ez baş dizanim ku ew nûha li cem jina delal û fedekar Abla Hulyayê û şehîd û serokên Kurdistanê ye.
Ez ji bona malbata VESEKAN, dost û heval û hezkirên Sabrî Vesek û malbata wan, kurdperweran û neteweya kurd sersaxî dixwazim.
Diyarbekîr, 19. 06. 2020