Ziman, xwedî berxwedan e

Siddik BOZARSLAN

Dîroka jîyana civatan, gelan, neteweyan, hemî çîn û tebeqeyên civatê didin nîşandanê ku zimanek, lez bi lez nayê (nahêt) helandin (asimilekirin) û ji holê nayê rakirin. Li hemberî helandina bi zorê ziman, gelek di ber xwe dide û jîyana xwe didomîne. Loma hinek dîroknas (tarîxzan- dîrokzan), ji bedêla ku vê rewşê bi zanistî bidin xuyakirin û qebûl bikin, ew ecêbmayîna (heyîrmayîna) xwe radixînin pêşberî me. Di esasê xwe da li vir tişteke heyîrbûnê tune ye. Domandina jîyana ziman, bi domandina sistema gramatika wî û bi xebitîn ku xezîna hîmê gotinên wî ve tê(t) eşkerakirinê.

“… Asimilasyonvanên tirk, bi sedsalan xebitîn ku zimanên gelên Balkanê tevlîhev bikin, xirab bikin û hilweşînin. Di wê wextê da, xezînên gotinên zimanên Balkanê li hember xetereke (tehlûkeyeke) cidî ya guhartinê man, bi hejmareke mezin wêjeyên (gotinên) tirkî hatin qebûlkirin. ´Nêzîkbûyîn´ û ´dûrbûyîn´ çêbû, lê zimanên Balkanê di ber xwe da dan û jîyana xwe domandin. Çima? Ji ber ku sistemên gramatikê û hîmên xezîna gotinan, bi xetên xwe yên bingehîn ve hatin parastin..” (J. Stalin, Leninizmin Sorunları, Sol Y. Ankara 1977)

Di despêka 1930yî da li Ankarê Kongreya Sazîya Dîroka Tirk çêdibe û Atatirk di derbarê ziman û kultûrê da axiftinek çêdike. Parçeyeka axiftina Atatirk weha ye:

”… hûn dizanin me çima Balkanan winda kir?…  fêdeyeke mezin tê da heye ku em li ser vê babetê bifikirin. Gelên Balkanê bulgar, xirwat, romen, ewil ji xwe ra alfabe çêkirin. Lêkolîna zimanên xwe çêkirin, lêkolîna edebîyatên xwe çêkirin. Ew li zimanên xwe, li edebîyatên xwe, li çandeyên xwe xwedî derketin, wan geş kirin. Hemî bi zimanên xwe axifîn, nivîsîn, qet giringîyê nedan zimanê tirkî, çandeya osmanî… Di vî derbarî da piştî ku pê bawer bûn da ku geşbûnek çêbûye, biryar dan ku ji osmanîyan veqetin û jibo wê ketin nav têkoşînê…” (Kitêba min ku navê wê li jor hatibû nivîsîn (KNN), r. 36, ji kitêba Îsmail Beşikçî, ”PKK üzerine düşünceler”)

Eger em bi dîqet li vê tespîta M. Kemal binêrin, em politika wî ya li ser Kurdistanê jî dibînin.  Wek di pratika politika Ankarayê da hatîye dîtin; zimanê kurdî, çanda kurdî, edebîyat û dîroka kurdî hatine qedexekirin. Bi tabîreka dî dagirkerîya sistema Ankarayê li ser neteweyê kurd, ne tenê dagirkerî û qirkirina fizikî bûye; digel wê jî qirkirina ziman, çand, edebîyat û dîrokî jî pêkhatîye. Siyasetvanên Ankarayê di çarçoveya tespîtên M. Kemal da her metodên teda û zulmê di dereceya hovîtîyê da têxistine jîyanê û bi vî awayî neteweyê kurd wek koleyên sedsalê yên nebinavkirî bi xwe ve dane girêdan.

Li ser qerekterê (cewher) ziman, mirov dikare numûneyan zêde bike, lê ev ne hewce ye. Li vir min qîma xwe tenê bi numûneya zimanên Balkanê anî, ku li jor hat nîşandan. Wek di vê mîsalê da jî xuya bûye, bi helandina bi zorê zimanek zu bi zu ji holê ranabe. Lê zimanê ku gel an civat pê dipeyîve, eger ew gel ango civat ji holê rabe an bi awayeka rastirîn, ji holê were rakirin; wê çaxê ew ziman jî, dibe mehkûmê mirinê. Ez dema werim ser xala zimanê kurdî, ez dê bi hin numûneyên cuda careke dî bizivirim ser vê mijarê ku numûneyek jê dîsa di derbarê zimanên Balkanê da ye ku M. Kemal li ser rawestîyaye.

Berîya ku ez vê xalê xilas(tevav) bikim, ez dixwazim bi awayeke dî li ser cewherîya ziman numûneyek destnîşan bikim. Dema mirov du zimanên serbixwe têkelê hev bike; ji van zimanan, zimanekî sêyemîn ava nabe ango nayê meydanê. Di nav pêvajoyê da, di warê sistema gramatik û xezîna gotinan da, zimanê ku dewlemendtir û xurttir be, dê serdestîyê li zimanê qelstir (zeîftir) bike û dê hêdî hêdî zimanê qelstirîn were helandin û bimire. Lê divê şertên azad jibo her du zimanan jî wekhev be, ne ku yek serdest û resmî be lê yê dî bindest û qedexekirî be wek li Tirkiyê, li Surîye û wd. pratika numûneya wê heye.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir