Zeyno Erdem:Armanca min qeydkirina xwarinên Kurdistanê ye

Mehmed Salih Bedirxan

BasNews – Mihendisa xwarinan Zeyno Erdem zêdetir ji 3 sala ye derbarê kultura xwarinên kurdî lêkolînan dike û nivîsan di biloga xwe ya bi navê Nanoziko belav dike. Di biloga xwe da bersivên pirsên weke “Kîjan xwarin çawa çê dibe? Di kîjan demsalê da divê kîjan xwarin bên xwarin? Xwarin û şêrînîyên kevn ê kurdan çi ne?…. “ hemûyan daye û  ew ji xwe ra dibêje: “Kî me ez? Ez kevanîya mala xwe, jinek jêhatî û ‘food engineer’eke zîrek im. Dixwazim çi bikim; tiştên ku zanim, dibînim, dilê min dibijê heya destê min tê bi we re parve bikim.”

Di hevpeyvîneka kurt da Zeynoyê bersiva hin pirsên me dide û wiha behsa xebata xwe dike: “Armanca min û xeyala min jî ew e ez kultura xwarinên her çar parçeyên Kurdistanê nas bikim û qeyd bikim. Li ser wan tiştan binivîsîm.”

Kengî û çawa te dest bi nivîsandinê û dest bi tomarkirina xwarinên kurdan kirîye li ser biloga xwe?

Ez mihendisa xwarinê me. Aniha li xwaringeheke taybet kar dikim. Ji mêj va bala min taybetî li ser xwarinan bû. Ji ber wê min li zankoyê beşa mihendîsîya xwarinan xwend. Rojekê bi hin hevalên bilogên wan ê kurdî hene ra rûnişti bûm. Me behsa biloggerîyê dikir. Ji min ra gotin çima tu jî dest pê nakî. Tu jî zanyarîyên xwe belav bikî. Min jî dest pê kir. Çîroka min û biloga min “Nanoziko” wisa dest pê kir.

Ez dixwazim vê bêjim; tiştên li ser vê axa delal; çi bê bîra we; însanên me, çanda me, zimanê me ez aşiqî hemûyan im. Ji bo wê ez bi kurdî behsa xwarinên me dikim.

Tu xwarinan jî çêdikî? Tu çawa fêrî çêkirina xwarinan bû?

Dayika min nexweş ketibû, ji ber wê ji neçarî ez bûm kevanîya malê û min dest bi çêkirina xwarinên kurdî kir. Ez di zaroktîyê da fêr bûm. Yanî dikarim bêjim ez hîn 13- 14 salî bûm, min dest bi çêkirina xwarinan kir. Wê çaxê min bi xwarinê ku zarokek dikarî çêbikî dest pê kir û her ku wext derbas bû zanyariyên xwe zêde kir.

 Piştî zanko temam bû û vegeriyam welêt îjar taybetî min bala xwe da tiştên li ser vê axa şîn tê , tiştên mêj de pîrik û kalikên me xwarine û hê jî belkî di nav xwîna me de ye (Dikene…) di genên me de cî girtiye. Her cavê xwe tiştên berê digerînim.

Pisporîya min li ser xwarina ye û mihendisa xwarina me. Lê ji çêkirina xwarinan jî gelekî kêfa min jê re tê.

Xwarina tu herî zêde xweş çêdikî kîjan e?

Ez hemû xwarinan xweş çêdikim.  (Dikene… ) Li herêma me Mêrdînê mêvanên me gelekî diherin û tên.  Malbata me jî malbateke xwîya ye. Dema rûsipîyên me wan xwarinên ez çêdikim dixwin gelekî diecibînin û dibêjin; ‘tu çawa çidikî?’ ez ji çêkirina xwarinan hez dikim û xwarinên ez çêdikim tên ecibandin.

Li Mêrdînê li deştê ez dikarim bêjim kultura me her li ser xwarina goşt e. Mîsal aniha bihar e û dema xwarina goştên berxan e. Di vî wextî da li berîya Mêrdînê goştên berxan tên xwarin. Helbet goştên berxan jî ligel birinca Qerejdaxê.  Dûva berxan em datînin ser birince û ji mêvanên xwa ra bi desten xwe hûr dikin. Ev hurmeteke bo mêvanan.

Mesele li Mêrdînê xwarinên bi goşt pir zêde ne. Hema hertim goşt tê çêkirin. Sedemên vê yekê çi ne gelo?

Ev hinekî ser bi hebûn û tunebûnê ye. Mesele ez mînakekê bidim li Dîlokê xwarinên cûr bi cûr hene. Ez pir ji xwarinên wan hez dikim. Mesele Mêrdîn ne wisa ye. Li deşta Mêrdînê dema mêvanek tê ew malbat yan hemîsê çêdikin, yan sêlê çêdikin yan jî goşt û birince çêdikin. Min ji mezinên me pirsî ev mesele. Însanên tunebûn gelkî dîtine jî heye; Bavê min dibêje kalikê min mezinê gund bûye. Mesele birinc nebûye li her malê. Heger zarokek li malekê nexweş biketa wê bihatana mala kalikê min destek birinc bibirana û ji bidana wê zarokê bo ku baş bibûya.

Mesele li berîya me heta van salên dawîyê av tunebû. Fêkî tunebû. Gelek caran ava vexwarinê nebû. Nikarîbûn fêkî û sebze bigihînin. Şert û mercên cografî jî helbet tesîrê dikin.

Dîsa li Mêrdînê li herêma Zinara ya Mêrdîne xwarinek heye bi încasên hişkkirî tê çêkirin. Li çend restorantên navdar ê Mêrdînê jî xwarinek heye û erebên Mêrdînê jê ra dibêjin “Alûcîyê” bi alûcên hişk yan jî di biharê da bi alûcên heşîn çêdikin. Mesele ew xwarin li Berîya Mêrdînê tuneye. Ji ber darû ber li cem me tunene. Gundê me ser bi Dêrîkê ye. Li navenda Dêrîkê jî darûber hene û hêşîn e. Ew xwarina li Dêrikê jî heye.

Lêkolînên te li ser kultura xwarinên kurdî hene?

Belê… Helbet piştî min biloga xwe vekir min dest bi lêkolînan jî kir. Hem min di biloga xwe derbarê xwarinên kurdan da nivîs belav dikirin û hem jî min lêkolîn dikirin. Min bala xwe da kitêb û makaleyan derbarê xwarinên kurdî da. Lê divê ez vê yekê bêjim ku heta aniha pirr kêm tişt hene. Armanca min û xeyala min jî ew e ez kultura xwarinên her çar parçeyên Kurdistanê nas bikim û qeyd bikim.  Li ser wan tiştan binivîsîm. Û ji bo nesilên pêş ve bibim cavkanî belkî. Mesela filan xwarin çi ji ku hatîye? Çawa çê dibe? Li kîjan herêmê çê dibe? Aniha derfetên min pirr tunene lê heta ji destê min were ez ê wê xeyala xwe bînim cî. 

Tu nafikirî van xebatên xwe weke vîdyo jî belav bike?

Kanala min a Youtubê heye. Min 2-3 vîdyo belav kirin. Ew gelekî hatin ecibandin. Li bînê wan vîdyoyan şîroveyên xweş hebûn. Eleqeyek baş hebû. Gelek kesan digot dewam bike. Helbet ev kar hemû zehmet in. Karên teknîkî ne. Ez naxwazim karê min tenê li ser bilogê jî bimîne. Ez difikirim ji xwe ra taybet xwaringehekê vekim û li wê xwarinên kurdan çekim û wê kultura xwarinên kurdî bidomînim.

Albûma Wêneyan

http://www.basnews.com/index.php/kr/interviews/515940

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir